Avesta: Divê gelê Kurdistanê bi hêza xwe piştrast be

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta diyar kir, hêzên ku ji belavbûna felsefeya Ocalan ditirsiyan komplo kirin. Avesta der barê amadekariya dagirkeriyê de got, "Divê gelê Kurdistanê bi hêza xwe piştrast be."

Endema Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta ji ajansa me re axivî û 21.mîn salvegera Komploya Navnetewî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat nirxand.

Me 21.mîn salvegera komploya navneteweyî li dû xwe hişt û em dikevin 22.mîn salvegera komploya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Armanca vê komployê çibûn û roja me ya îro ev komplo bi kijan awayî berdewam dike?

Di salvegera 21'mîn a komploya navdewletî de ku li ser Rêber Apo ji hêla hêzê navdewletî hevkarê wan ên herêmî ve hate kirin, di destpêkê de hemû hêzên komploger bi tûndî û bi hêrseke mezin şermezar dikim. Li hemberî vê komployê ji bo ku komplo negihije armanca xwe bi şîara 'kes nikare roja me tarî bike' li zindanan, gerîlayê azadiyê bi rihê fedaîyane, ji welatê Avrupa, Asya, Rusya heya Kurdistanê ew hevalên kû bi vî şîarê berxwedan bilind kirin û xwe li derdora Rêber Apo kirin xelekekî ji agir û bi rengekî fedaîyane şehîd ketin, di şexsê van hevalan de tevahî şehîdan bi rêzdarî, bi hurmet bibîrtînim. Li hemberî bîranîna wan bejna xwe ditewînim. Her wusa di meha Cotmehê de bi tevahî dema derbasbûyî de hevalên kû şehîd ketine dîsa di 10’ê Cotmehê de êrîşa kû li Enqera di meydana Gar’ê li ser gelan de pêk hat û 101 mirov jiyana xwe ji dest dan di şexsê wan de jî tevahî komkujiyên li ser gelan pêkanîne şermezar dikim û hemû şehîdan bibîrtînim.

Niha hedef û armanca vê komployê ew bû ku Rêber Apo bertaraf bikin û li gorî berjewendiyên xwe li Kurdistanê û herêmê êrîşa dagirkeriyê pêk bînin. Rêber Apo beriya ku komplo pêk were bi dehê salan tekoşînekî bêhempa kir. Hem di vê tekoşîna mezin de yekîtiya gelê heremê hate armanckirin û gelê heremê li ser fikir û ramanê azadiyê bi çanda xwe, bi azadiya xwe, bi felsefeya xwe ya bi hezaran salan kû bîr û baweriya xwe pêk aniye û li ser meşiya ye, bi rengekî hîn zanist, hin rêxistinkirî bi vî awayî Rêber Apo yekitiya van gelan di heremê de pêşxist. Pergala ya netewdewlet hêzên hegemonîk ku armancên wan li ser heremê û tevahî Kurdistanê çawa kû sedsala 20.mîn de herêm ji milê hêzên derve ve hate perçekirin bi peymana wekî Sykes-Picot û Lozan di pêşengtiya dewleta Tirk de hate îmze kirin. Kurd li ser erdnîgariya xwe hatin dabeşkirin. Cografyayê Kurdan li gor berjewendiyê xwe hate dizaynkirin. Kurd û Kurdistan bi hemû awayî xwestin ji holê rakin. Li hemberî vê feraseta dagirker a qirker, a înkar, a kû hemû awayî xwe li ser tunekirina gelan xwestiye ava bike û bi vî awayî meşandiye, li hemberî tekoşîna azadiyê her tim di nava tifaqa gemar de ji bo na xwe xwest van hêza bide milekî û tekoşîna azad a gelan têk bibe. Tekoşîna azadiyê ku bi pêşengtiya Rêber Apo de pêşket bi hemû awayî tevgerekî azadîxwaz, tevgerekî demokratîk, tevgerekî li ser hîmê civakbûnê kû pêşket, azadiya mirov, azadiya jin esas girt û fikir û felsefeyekî nû da pêşxistin. Ji bo vê hêza ku nedixwestin ev fikir û felsefe bi armancê xwe ve pêş bikeve yekbûnekî xwe çêkirin û hemberî Rêber Apo ev komplo pêşxistin. Em baş dizanin ku hêzên ku di komployê de cîhgirtin berjewendiyê wan di gelek mijara de hevdû temam kirin. Hemû belkî bi hevre ne yek bûn jî lê ji ber ku berjewendiyê wan di wê demê de hevdû feydê xwe hebû ji bo berjewendiyê xwe nirxê mirovahiyê xistin bin pê, ehlaqê civakê xistin bin pê û her wuha dîsa ew qirîterê, prensîbê demokrasiyê, azadiyê wan ji neditî ve hatin. Hevpeymanê navneteweyî dîsa îhlal kirin û her wuha bi rengekî korsangerî, bi rengekî komplogerî û namerdayî ev êrîşa li ser Rêbertiya me pêş xistin û Rêbertî bi rengekî dîlgirtî radestî dewleta Tirk kirin. Helbet kû armanc û hedefekî esasî jî ji vê komployê bi kedekî mezin bi encamê berdêlên giran kû bi hezaran şehîd heta wê demê jî hatibûn dayin heye. Rêber Apo her tim di xeta aştiyê de israr kir, nexwest ku di navbera gelê kurd, tirk û her wuha gelê herêmê de şerekî sedsala destpê bike. Ji bo wî Rêber Apo israr dikir. Radestkirina Rêber Apo ji bo dewleta Tirk êdî pêşî li şerekî wusa vekirin. Xwestin Rêber Apo bi fizîkî jî bê tunekirin û her wuha şerekî dijwar di nava gela de bê despêkirin û her wuha bibe sedemek ji bo ku êrîşê xwe li ser herêmê pêşbixînin. Dîsa bi rengekî zanist û her wuha bi sebirekî mezin, bi fikir û felsefeyekî dîrokî Rêber Apo ev komploya vala derxist, nehat van lîstoka û di xeta aşitî ya yekbûna gelan de dîsa israr kir. Rolê dewleta Tirk yê destpêkê di vê komployê de wekî bekçiyekî kû ji xwe re girtin. Di demê xwe de Serokwezîrê wê demê yê dewleta Tirk Bulent Ecevît jî got 'ez nizanim çima van hêza Apo radestî me kirin'. Ev jî dide xwuyakirin kû dewleta Tirk bi hemû awayî komploya dihate kirin di şexsê Rêber Apo de li ser gelê Kurdistaniya û her wuha li ser gelê Tirkiyê bû. Rêber Apo 21 sale di girava Îmralî de dibin tecrîteke mezin de ye. Her wusa mûtlaq tecrît û wekî kû rehin hatiye girtin. Ruxmê van jî em zanin ku ji bo ev komplo bi sed sala li ser civakan, li ser vî gelê berdewam neke gelek hewildanê bi nirx kirin û bi hemû awayî xwest pêşî li vî bigire.

Piştî girtin û radestkirina Rêberê Gelê Kurd gelo ev komplo di kîjan merheleyan de berdewam kir?

Di vî 5 salê dawî de êdî hêzê komploger ev komplo xistin merheleyeke din. Pêvajoya komployê ez dikarim bêjim ku du sê merhela de berdewam kir. Merhela yekemîn radestkirina Rêber Apo bû. Wekî me da diyarkirin êrîşê dijwar xwestin di nava civaka de bêşbixînin. Şerê sedsalî di nava gelê Kurd û Tirk de dîsa derxin. Rêber Apo ev rawestand. Helwesta xwe ya yekemîn sekna xwe ya Îmralî de da sekinandin. Ya duyemîn dîsa xwestin 2003 û 2004’an dest li nava tevgera azadiyê werdin. Dîsa li ser Rêber Apo tecrîd pêş xistin, kûrkirin û nava tevgera azadiyê de xîyanet, tasfîyegerî xwestin pêşbixin. Bi vî awayî tevgerê belav bikin û êdî pergala xwe hakîm bikin. Ev jî dîsa bi têkoşîneke mezin a tevgera azadiyê, sekna Rêber Apo û dîsa helwesta gelê me a pîroz ku di xeta azadiyê de li dora tevgera xwe kom bû ev jî hate vala derxistin. Merhela herî dawî ku dîsa di 2006’an şunde Rêber Apo heya 2015’a pêwajoyekî diyalog û hevdîtin pirsgirêk çareserkirinê de projê da pêş. Nexşeya rê derxist û li hemberî vê careke din hinek hêzê kû di komployê de serkêşî kirin di nava dewleta Tirk de bi taybetî jî 2000 şûn de projeyekî jî hêla hêzê navdewletî ve hatibû amadekirin. Deshilata AKP wekî projeyekî vê komployê êdî kete dewrê. Ger kû îro em dibînin 17 sale bi vî awayî bê navber bi desthilatdariya AKP û îro bi MHP’ê a faşîst komplo carekî din dixwestin nûjen bikin, kûr bikin, berfireh bikin û teqes bi encam bikin. Ev tê vê manê ku êdî ev hêz çavkaniya xwe ya esasî ango birdoziya xwe ji vî komployê digre û dixwaze bibe encamekî. Li hemberî vê cardin tevgera me ev îrada kû danî holê, aramîya kû pêşxist û taybet di sala 2014’a de di bin navê çete DAÎŞ'ê wekî desthilatdariya AKP-MHP’ê pişgiriya wan kir şefê wan Erdoxan bi xwe bû. Çete DAÎŞ'ê xistin dewrê, xwestin şoreşa gela a Rojhilata Navîn a mirovatiyê têk bibin. Ev jî wek merheleke kompla a sêyemîn dikare bênav kirin. Kengî li hemberî vî hêza gelê Kurdistanî bi taybet li Bakûr û Rojhilata Sûrî di pêşengtiya keç û xortên gelan a li vê qadê û ya gelê Kurd yê Ereb, Asûr, Suryan, Tirkmen û hemû pêkhateya xwe ya xwedî bawerî li Bakûr Rojhilata Sûrî de û carekî din di Başûrê Kurdistanê de, li Şengalê de gelê Kurdistanê derseke mirovahî da tevahî cîhanê. Dijminê mirovahîyê çeteyên DAÎŞ'ê  û hevalbendê wî binxistin. Bi hezaran jin û zarok ji deste çeta rizgarkirin. Herî dawî li baxoza jorîn bi tevahî xalîfeta Daîşê binxistin. Me dît kû dîmenên ê sedsala 21.mîn azadî çawa bi destêgela pêktê. Hêza kû vê hezim nekir bi taybetî hêza AKP-MHP’ê niha bi gefên mezin carekî din dixwaze deskeftiyên gelan bi hemû awayî têk bibin. Bi taybet di van rojan de kû li ser Bakûr û Rojhilata Sûrî dixwazin şoreşa gelan tasfiye bikin. Ev êrîş êrîşekî qirkirina gela ye. Ev êrîş êrîşekî bi tevahî sedsala 21.mîn de hegemonya xwe li ser gela avakirine. Ev tenê ne li dijî gelê Kurdistanê ye, di sexsê gelê Kurdistanê de dijî tevahî gelê di heremê de dijî ye. Ji ber kû aqlê wan aqlekî baviksalarî, aqlê hegemonîk ê dewletperest, ê kû tenê berjewendiya xwe esas digrin lê vîna gelan, yekîtiya gelan, azadiya jin û azadiya tevahî mirovahiyê dixwazin têk bibin. Cîhan hemû dît kû li Bakûr û Rojhilatê Sûrî de tenê li hemberî çete Daîşê serkeftinê mezin nehat misogerkirin. Bêguman ev serkeftina jî pîroz bûn û bedelê wan bi hezaran şehîd hatin dayîn. Heman demê de pergalekî xwe yê hevbeş hate sazkirin. Ew modela kû li Bakûr û Rojhilata Sûrî hatiye sazkirin û xwe berdewam dike ev îro ji sedsala kû em tê de jiyan dikin ji bo tevahî mirovahîyê pêşketî, tevahî mirovê bindest, tevahî kesên kû azadiyê xwe digerin îlhameke mezin, hêzeke mezin, baweriyeke mezin ji vê pergala Bakûr û Rojhilata Sûrî digrin. Gelê Bakûr û Rojhilata Sûrî û tevahî gelê Sûrî careke din li ser koka xwe jî wê qirkirinê dixwazin xwe xelas bikin û dixwazin xwe ji nû ve avabikin. Êrîşê faşîzma dewleta Tirk li ser Bakûr û Rojhilata Sûrî bê çêkirin ev carekî din çawa kû şerê cîhanê a yekemîn de coğrafyaya gelan belav kirin heman tiştî dîsa şerê cîhanê a sêyemîn kû tê binav kirin bi çete Daîşê û şerê kû niha tê berdewam kirin dîsa dixwazin vê heremê de pêk bînin û Kurda dixwazin bikin qurbana berjewendiyê xwe. Îro êrîşa li ser Bakûr û Rojhilata Sûrî kû êdî li ser seata ye encamê vê ye. Gelê me û gelê di vê heremê de jiyan dikin heman demê kû gelê li Rojhilata Navîn, gelê Kurd, gelê Ereb, gelê Asûr û Sûryan, her wuha gelê Fars û gelê di nava van civaka de bizanibin kû ev şer ango ev dagirkerî li dijî berjewendiya gela ye. Ji bo na vê bê dûdilî divê van gelan li hemberî vê dagirkeriyê berxwe bidin û nehêlin kû ev êrîşa bigihije hedef û armancê xwe.

Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan, komplo vala hate derxistin û îro em dibînin ku li Bakûr û Rojhilata Sûrî de pergela fikir û ramanê birêz Ocalan tê sazkirin. Di vê demê de gefên kû li ser Rojavayê Kurdistan û destketiyên gelan kû tê xwarin çi ne? Rewşa Bakûr û Rojhilata Sûrî hûn çawa dinirxînin?

Ev hêzên navdewletî bi taybet koalisyona navdewletî vaye 5 sale bi hezaran vê gelê şehîd dan, fedekariyên mezin kirin û di hemû enîyan de tekoşîn mezin kirin ji neditî ve bên, tenê berjewendiyê xwe esas bigrin, careke din nêzîkbûnê wan li hemberî dîrokê bi hemû awayî hêzên dagirker kû wusa dixwazin vê adeta wekî li ser tepsiyêkî radestî Tirka bikin, ew ê di bin vê berpirsyartiya dîrokî nikaribin hesabê xwe bidin. Ji bo vê gelê Kurdistan divê baweriya xwe bi hêza xwe bîne. Ji tûnebûnê ev tekoşîn anî roja îro. Hertim gelê me bi hêza xwe, bi fikir û ramanê azadî di pêşengtiya paradigma Rêber Apo de û dîsa girêdana xwe li ser vê xakê heta roja îro ev tekoşîna anîye. Gelê me gelekî kû di armancê xwe yê azadiyê de xwedî mafe. Di parastina xwe de xwedî mafe. Hebûna xwe parastin mafekî rewaye û herkes divê bi vê mafê xwedî derkeve. Di serî de jin û ciwan ev dema kû ewqas dîrokî divê hemû ciwanên li heremê, tevahî jinên cihanê bizanibin kû ev êrîşa li ser şoreşa Bakûr û Rojhilata Sûrî êrîşa li ser şoreşa jinê ye. Li ser azadiya jinê ye. Li ser wekhevîya kû îro di navbera cinsa de tê çêkirin li ser vê ye. Komplo li ser vê tê çêkirin. Em ji bîr nekin dema komplo destpêkir Rêber Apo got 'kî bûn herî zêde rol divê komployê de listin? ew kesên kû xwe dost dida nîşandan bûn. Lê sextekarî kirin, dostanîya xwe xwedî derneketin û komployê de rol lîstin'. Her wusa kesên kû di wextê xwe de erkê xwe pêknehanîn, ê bi kêmasî tevgeriyan hevalên bi kêmasî bûn û kesên kû erkê xwe pêknehanî bûn. Di vê salvegera komployê de tam jî dem êdî demekî bi hemû awayî bi têrahî erka xwe xwedî derketine. Gotin di cihê xwe de be, dem dema nirxê xwe xwedî derketine. Li azadiya xwe xwedî derketine, li demokrasîya civakê xwedî derketine, li jiyana azad kû bi hev re avadibe xwedî derketine û rênedayina faşîzmê ye. Divê kû erkên esasî di vê demê de bêne diyarkirin. Dîsa em dizanin kû berîya vê 5 sala di navbera 6 û 7’ê Cotmehê de ew dîktatora kû niha li ser Bakûr û Rojhilata Sûrî gefa dixwe li pêşîya hemû cîhanê got kû 'Kobanî ket wê bikeve'. Hîn wê demê dixwest kû xelîfeta Daîşê îlan bike û di heremê de dostanîya xwe bidin meşandin. Bi îrada gelê me ev pêvajo hate vala derxistin. Îro Bakûr û Rojhilata Sûrî herêma herî bi arame. Gotina herêma bi aram jî ji xwe heqaretekî mezine. Ew gotin komployekî esasî ye. Herêma herî îro aramî, wekhevî, yekîtiya gela û azadiya jinê têde misoger dibe û hemû awayî tê de tê jiyan kirin ew herême. Divê ku xwedî derketinekî bê çêkirin. Komplo bi vî awayî hinek hêzên kû esas di înkara Kurda de, dîsa di înkara gelan a giştî de israr dikin û fikrê yekparehî diparêzin yek û yek tim dibêjin û dîsa aqlê zilam ê şer esas digrin dixwazin teqes vê serdest bikin. Em veya baş dizanin kû sedemê van êrîşên hovane qelsbûna wan dide diyarkirin. Dîktator û faşîst Erdoxan û Bahçelî di Tirkiyê de tengaviyeke mezin de ne. Di nava gelan de dijminatiyekî mezin didin kirin. Herwuha di hêla aborî de êdî lewaz bûne. Di nava vê şerê de dikaribin hemû pirsgirêkê xwe pê binin ser ziman û carekî din emrê xwe dirêj bikin vê şerê despêdikin. Ev şera pêşî lê girtin û ew di nava vê çiravê de fetisandin ewê dawiya wan bîne. Ew ê êdî şerê wanê dawî be. Ji bo vê êrîşa li ser Bakûr û Rojhilatê Sûrî li ser deskeftiyê Başûrê Kurdistanê ye jî. Beriya vê 2 sal di 16-17 Cotmehê 2017 gelê Başûrê Kurdistanê referandûmek çêkir. Di referandûma xwe de îrada xwe da diyarkirin. Ê kû ev îrada nas nekir û Başûrê Kurdistanê xist dorpêçê faşîzma AKP û hêzê hevalê wî bûn. Ji bo vê jî yekitiya gelê Kurd esase. Ti kes divê berjewendiya partiya esas negre. Ti kes berjewendiya heremî dest negre. Divê tenê vê bizanibin kû dagirkirina Bakûr û Rojhilata Sûrî dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye kû 4 salê dawî ev dagirkerî li Başûrê Kurdistanê gav bi gav pêş dixîn. Bi gelê Iraqê re bi rengekî demokratîk jiyan,  bi gelê Sûrî re bi rengekekî demokratîk û destûra bingehî de cihê xwe girtin û jiyan, li Tirkiyeyê û Bakurê Kuridstanê destûrekî bingehîn a demokratîk avakirin, yekitiya gela avakirin armanca esasî ya Rêber Apo ye. Her wuha li Rojhilatê Kurdistan û Îranê jî dîsa gelê Kurdistanê cudakariyê nexwestiye. Tevgera azadiyê li hemberî cudakarîyê derketiye. Li hemberî neheqîyê derketiye, li hemberî qirkirinê derketiye. Li hemberî koletiya jinê derketiye, li hemberî perçekirina civakan derketiye. Tevgera azadiyê 45 sale li hemberî van feraseta bênavber tekoşîn dike. Kesên kû dixwazin vaya berovajî bikin tevgera azadiyê di nava gelan de cûdakarî dike dide diyarkirin ew feraseta wane.

Li hemberî van êrîşan û ji bo kû komplo bi temamî dawî bibe divê çi bê kirin. Helwesta Gelê Kurd û gelên alîgirê demokrasîyê ne divê helwesta xwe li hemberî dagirkerî, metîngerî û faşîzmê çawa bidin nîşandan?

Îro êrîşa Erdoxan li ser Bakûr û Rojhilata Sûrî êrîşa li ser tevahî gelaye. Ji bo vê bi vê êrîşê gela perçe bike. Gel divê kû li dora şervanê xwe xelek çêbikin. Divê seferberîyekî çêbibe. Di serî de gelê me û tevahî gelê heremê çawa kû tevahî sazî û dezgehê a demokratîk kû daxwîyanî ya xwe dan em jî weke tevgera azadî bi navê tevahî tevgera me û dîsa em bang li gelê xwe dikin kû di vê demê de bi rihê berxwedana Kobanî, bi rihê berxwedana serdemê û dîsa bi zanistekî sedsala 21.mîn kû ne wekî sedsala 20’a bê reêxistin û bê zanebûne bi vê deskeftiyê kû deste xwe xistiye ji xwe re bike bingehekî berxwedana mezin a serhildaneke mezin a xwedî derketina axa xwe û rûmeta xwe û tevahî mirovatiyê. Em ser vê esasî bawerin kû ev dem demekî destkeftiyê xwe mezin kirine, deskeftiyên xwe parastine û rûmeta tevahî mirovatiyê xwedî derketine. Dibêjin kû teqes emê bikevin ji vê noxtê pêva tiştek nîne kû li hemberî vê nerawestin. Divê nê hiştin kû ew bigihêjin armancê xwe. Ger ew li wê derê de bişkê di Kurdistanê de, di Rojhilata Navîn de wê yekitiya gela serbikeve. Wê aşitî serbikeve, wê demokrasi serbikeve. Salvegera 21.mîn a komployê bi vî awayî parastina van deskeftiyên mezine. Vana binxistin komplo bi hemû awayî perçekirin û êdî komploya kû bi rengekî din dixwaze xwe kûr bike, dixwaze xwe berfireh bike û dixwaze xwe bi armanç bike bi taybetî jî bi pêşengtiya faşîzma AKP Erdoxan bi vî feraseta wî a dabeşkirin û tûnekirinê nava gelan de divê kû rê nê dayîn. Em wê baweriyê de ne kû gel bi vê awayî dê berxwedaneke mezin bike. Carekî din ser vê esasî ez tevahî berxwedenerê kû niha di enîya de ne, gelê me yê kû tevahî Kurdistanê, derveyî welat berxwe dide berxwedana wan ji niha ve silav dikim û hemû gerîlayê azadiyê û hemû parazvanê xaka azad dixwazin û diparêzin ez hemûyan silav dikim. Careke din ê kû ev komplo pêk anîn ez wana şermezar dikim û minasebeta vê komployê kû vala derxist bi sekna xwe, bi fikir û felsefeya xwe wekî hevditîna xwe yê dawî de jî got “ez dikarim di hefteyekî de pêşiya vê şerê bigrim û aramî di Tirkiyê de û heremê de pêk bînim” ez Rêber Apo sekna bi rûmet bi rêzdarî, bi bêrîkirin silav dikim. Ez dibêjim serkeftin dê a gelê me be û tevahî gelê heremê be.