Avesta: Dewletê careke din biryara înkar û tinekirinê wergirt

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta got, pirsgirêka Kurd tenê li Îmraliyê dikare bê çareserkirin û diyar kir, aqlê dewletê li dijî gelê Kurd careke din biryara înkar û tinekirinê wergirtiye.

Avesta, di bernameya 'Rojeva Welat' a Stêrk TV de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qedexeya hevdîtinên malbatan, rewşa Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, dagirkeriya dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistan û li dijî vê berxwedana gerîlayê azadiyê, girîngiya destûra bingehîn nirxand.

Endema Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta bersiv da pirsên rojnamevan Mehtap Orak ên der barê mijarên di rojevê de ne.

‘HEMÛ PLAN Û KONSEPT DESTPÊKÊ LI ÎMRALIYÊ DIDIN PÊKANÎN’

Avesta qedexekirina hevdîtina malbatan li Îmralî wek berdewama konseptek nû bi nav kir û got, li girava Îmralî qanûnên taybet tên meşandin û ev zagon ango talîmat yekser Erdogan dide û wiha nirxand:

“Li ser girava Îmralî qedexeya hevdîtînê ya 3 mehan ji bo malbatan hate ragihandin. Mesele 3 meh ango dem nîne. Ev 20 sal e Rêbertiya me di bin tecrîdekî giran de ye. Çima ewqas êrîş ango tecrîd tê meşandin, ev bi sekna Rêberiya me ve girêdayî ye. Dîsa berxwedana mezin a gelê Kurdistanê û gelan ve girêdayî ye. Her wusa bi feraseta faşîst a ku bi hemû awayî li dijî çareseriyê ye. Bi hemû awayî ev feraset dijberiya gelê Kurd dike. Li dijî vê ferasetê berxwedaneke heye. Ji bo vê jî li ser Rêber Apo hemû plan û konseptên ku destpêkê tên amadekirin li girava Îmralî tê destpêkirin. Gava ku dixwazin di pêvajoyê de ji bo berjewendiyê xwe be jî, 20 salên dawî eger ku hevdîtin pêkhatibin jî li ser esasê berjewendiyên xwe pêk anîne. Berjewendiyê xwe yê demkî têde dîtine. Lê disa jî ji Îmralî destpê kirin. Vêya baş dizanin ku pirsgirêk encax di Îmralî de bê çareser kirin. Ji bo kiryarên xwe yê faşîzan pêşve bibin gavên vê ya destpêkê li Îmraliyê destpê dikin. Li girava Îmralî hîn qanûnên taybet tê meşandin. Îmralî ne girtîgeheke ji rêzê ye ku li Tirkiyê wezîrê dadê girêdayî ye û wezîrê dadê li ser vê xwedî înîsiyatîfe ango birêve dibe. Belkû di dîtin de wusa be, lê di cewherê xwe de qanûnên taybet heye. Ev qanûn jî yekser Erdogan dide meşandin. Faşîzma Erdogan û Bahçelî di pêvajoyan de wê çi bikin li gor xwe diyar dikin û li gor vê nêzîk dibin. Çima 3 meh qedexe? Ev 3 meh li pêşiya me wusa dide nîşandan ku di nava dewleta Tirk û bi taybet di nava desthilatdariya AKP-MHP’ê de pirsgirêkên pir cidî wê bên jiyîn. Êdî ji hev dikevin. Di milê siyasî de, di milê aborî de, di milê xwe yê di têkîliyê derva de tengavbûnekî pir cidî dijî. Ev tengavbûn bi çi dixwazin derbas bikin? Dîsa xwe bi benê şîdetê ve girê didin. Van demê pêşiya me dixwazin dîsa êrîşên xwe berdewam bikin.

‘RÊBERTIYA ME TIM GOTIYE JI ÇARESERIYÊ RE AMADE YE KU DEWLET CIDÎ BE’

Binêrin, di 7’ê Tebaxê de hevdîtinê dawî ku parezer pêk anî piştî vê hevdîtînê Cejna Kurbanê bi malbata re çêbû. Parezeran tiştên ku li Îmralî nîqaş kiribûn bi raya giştî re parve kirin. Rêbertî got: ‘Ez xwe amade dibînim, ez xwe bawerim û ez dikarim vê pirsgirêkê çareser bikim.’ Pirsgirêk tenê pirsgirêka gelê Kurd nîne. Pirsgirêka esas ku tê jiyîn pirsgirêka gelan tevahî ye. Pirsgirêka tevahî Tirkiyê ye. Pirsgirêka Tirkiyê çi ye? Pirsgirêka nenaskirina statûya gelê Kurd e. Rêber Apo got; ‘ez dikarim vê çareser bikim.’ Hem pirsgirêka li derveyî sînor heye û bi Sûrî ve pirsgirêk çawa bê çareserkirin her wuha hesasiyetên Tirkiyê çawa bê li berçav girtin. Beriya vî bi 7 xalan nêrînên xwe anî ziman û hevdîtina herî dawî de jî got kû; ‘ger aqlê dewletê bi aqlekî selîm, aqlekî hevbeş naxwaze bi hemû awayî dewlet hîn zêdetir tengav bibe û belav bibe, ewcax em dikarin vê pirsgirêkê çareser bikin. Ger dewlet cidî be, statûya gelê Kurd nas bike û hewdanêkî wê wusa hebe, ez dikarim rol bigrim û di hefteyekî de dikarim vê pirsgirêkê çareser bikim’.”

‘AQILÊ DEWLETÊ YÊ HEYÎ BIRYARA XWE HÊLA ÎNKAR Û TINEKIRINÊ DE DAYE’

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta, bal kişand ser polîtîkayên faşîzma AKP-MHP’ê ya ku li îmralî tê kirin û bandora Ocalan a di çareseriyê de û wiha domand:

“Rêber Apo çi kir? Wan li ser girt. Ji xwe re digoti; ‘qaşo em dixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin’ Rêber Apo got; ‘temam em amade ne.’ Vê carê çi kirin? Hem hevdîtîn qut kirin û piştre jî ev qedexe anîn. Li kêleka vana li ser vîna gelê Kurd qayum danîn. Çarekî din faşîzm bi hemû awayî bi pêş ve birin. Aqlê dewletê ya heyî biryarê xwe ya di hêla înkar û tunekirinê de daye. Ji fikrê Rêber Apo ditirsin, dengê Rêber Apo a diçe gelan ditirsin, ji îrada azad a Rêber Apo ditirsin. Fikir û ramanên ku 20 sal in di girava Îmralî de pêşdikeve û gel ji vana îlham digrin ditirsin. Rixmê ewqas tecrîd û zulmê jî nikarîbûn pêşî li vî bigrin. Beriya niha fikir û ramanê Rêber Apo di raya giştî de deng veda. Gel çareseriya xwe di van fikra de dibînin. Herî dawî li Îngilistanê yekîtiya sendikayê karkeran ê gelan kongreya xwe ya salane lidar xistin. 6 milyon berendamê xwe hene. Fikir û ramanê Rêber Apo dîtin û ji bo azadiya Rêber Apo biryar girtin û xwedî lê derketin. Em roja îro dibînin kU çareserî di siyaseta demokratîk de ye, di jiyîneke komînal de ye. Ev jî bi awayekî li ser civakê bandor dike. Gel, jin û ciwan jê hêz digrin. Beriya vê 5 salan ji xwe hevdîtin çênekirin. Bi berxwedaneke mezin ku rê li vê vekir çend hevditîn çêkirin ew jî bêçare mabûn. Berxwedan ew tengav kirin. Gotinekî ku êdî xwe biparêzin neditîn. Ji bo vê li hemberî îrada gel bêçare man gavekî paşde avêtin û îro dîsa dixwazin cihê ku lê mane berdewam bikin. Em jî baş dizanin ku di van de çare nîne, nikare tişta dixwaze li ser bixe û ew ê encam di van kiryaran de negrin. Ew ê çareke din mecbûr bimînin serî li Îmralî bixin. Muxataba vê pisgirêkê ku çareser bike û hêza çareseriyê pêre heye Rêber Apo ye. Ji bo vî jî Rêbertî xwedî perpektîf, proje û xwedî hêze. Ji xwe beriya vê 10 salan naxşerêya vê pirsgirêkê nivisandiye û daye dewleta Tirk jî. Ev tecrîd û şidandin perçeyeke vê şerê taybet e. Ji wir despê dike û pêl bi pêl dixwazin pêşbixin.”

‘ERDOGAN DI DESTHILATA XWE YA 17 SALÎ DE ÊDÎ TIŞTEK DIN MEMA YE XWE PÊ BIGIRE’

Avesta ji bo Erdogan got: “êdî ti tişt di deste Erdogan de nemaye ku gel pê bixapîne û heta êşkence û zilm jî bêkêr in ku gel bitirsîne” û wiha pêde çû: “Di Tirkiyê de gelek tişt êdî eşkere bûye, êdî civak vê rejîmê nikare rake. Rejîma kû niha heyî bi hemû awayî li gorî berjewendiya dagirkeriyê desthilatdariya xwe qismek temsîl dike. Ji civakê qut bûye. Ji heqîqeta heyî qut bûye. Tenê bi tirsa desthilatdariya xwe re çawa bimîne re maye. Tenê bi vê tirsê dijî. Faşîzmê de rêgez, dilrehmî, prensîb nîne. Çima edalet û hiqûq têde nîne? Navê wî faşîzm e. Heta 2016 di bin navê hukmê qanûn de bi bîryarnamê da meşandin. Niha di Kurdistanê de vê dide kirin. Bi hemû rê û rêbazên xwe yê civakê bêdeng bike, ji pirsgirêkên tên jiyîn, ji neditî were tiştek nema ku pêş nexist. Bes dîsa nikaribû pêşî lê bigre. Hemû ji bo çend salên din emrê xwe dirêj bike, dike. Armanca 2023 xeyalê Osmaniya nû ye. Ev jî bi çi çêbike ew ê jî bibe êdî avakerê Komara nû. M.Kemal çawa avakerê vê ye di armanca 2023 bi projeyekî din dixwaze xwe wusa bike. Roja hatiye desthilatdariyê heya niha çavê wî li 2023 û 2071’ê ye. Dixwaze vê nijadperestiyê dîsa di vir de gur bike û ji vê hestê wê feyde bigre. Lê vana hemû hat dîtin ku di vê desthilatdariya 17 salan Erdogan êdî tiştekî din ku destê xwe bavêje û bigre nemaye. Destê xwe davêje kû di ser de tê, Çima? Ji ber ku bi hemû awayî civak xistiye nava cendereyekê. Demokrasî nemaye, mafê mirova nemaye, hiqûq edalet binpê kiriye. Bi fermanan aboriyê bi rê ve dibe. Banka gel heye dibêje divê tu ewqas faîz bide. Çawa fermandar ji leşker re fermand dide, Erdogan bi vî rengî nêz dibe. Ji bo vê civaka Tirkiyê û Bakurê Kurdistan dijî, êdî vana baş dibînin. Tiştek nema ku êşkence û zilm nekiriye. Ev jî pêk nehat, kar nekir. Siyasetmedar, rojnamevan, hunermend, rewşenbîr, ciwanan digre û davêje zindanan. Lê dibîne ku zindan dibin cihê berxwedanê. Di roja me ya îro de vana hemû lê dizivire. Êdî ev rejîm bi kûderê ve biçe bila biçe, wê têk biçe. Diçe kû derê pêşî lê hatiye girtin. Dixwaze bi hestên netewperestî demê xwe hinek dirêj bike. Ewqas faşîzm da meşandin û encamê vê faşîzmê ku derkete pêşiya wî, kir pirsgirêka Beka. Got; ‘dewlet têk diçe.’ Darba herî zêde di sandoqa de xwar. Tişta deste wî de maye, ew jî jê hate girtin.”

‘ERDOGAN ÇÎLER DERBAS KIRIYE, ME HEMÛYAN DAWIYA ÇÎLLER DÎT…’

Sozdar Avesta li ser qirkirin qirkirin û zulma ku Erdogan û Bahçelî li ser kurdan kiriye mînaka Çîller da û pirsek ‘Gelo tiştekî ku li Kurdan nehatiye kirin maye?’ û ev nirxandin kir:

“Erdogan û Bahçelî du kesayetên wek hev in. Pir bi kîn in, bi nefret in û mesele dikin takekesî. Bi vî awayî diçin ser vîna heyî. Ji bo vê ew têkçûna xwe yê 31’ê Adarê li serê hêzên demokrasî derdixîne. Kî pêşengtiya hêza demokrasî kir vîna gelê Kurd kir. Ya ku xwe rêkûpêk kiriye xwe rêxistin kiriye. Rêxistinê jina, rêxistinê gelan, dîsa partiyên siyasî hedef digre. Ev hêzen demokrasî xwaz herikîn qadan û ew paş ve birin. Niha jî dixwaze tola wan bigre. Wekî ku qayumê datîne ser vînê û êrîşê destkeftiyan dike. Êrîş dibe ser destkeftiyên gelê Kurd. Niha çima ewqas êrîşê xwe bi dijwarî li ser Rojavayê Kurdistan û Bakurê Sûrî pêş dixe. Gefan dixwe û dixwaze her kes wekî wî be. Çareya wî jî Rêber Apo danî holê. Beriya wî Çend salan Rêber Apo got; ‘ger ku hûn çareseriya vê pirsgirêkê çêbikin hûnê di Rojhilata Navîn de bibin dewleta herî pêş.’ Pirsgirêk qebûlnekirina statûya gelê Kurd e. Pirsgirêka AKP-MHP bi Kurdên bakurê Kurdistan re tenê nîne. Di kesaytetiya gelê Kurdên Bakur bi hemû Kurdên din û bi gelan re heye. Heman hişmendî faşîzm e. Di demê xwe de ev feraset li dijî Ermeniya çi kir, li dijî Asuriya, Suryaniya çi kir? Heman feraset dixwaze vê demê jî pêşbixe. Ger ku Kurd ji qirkirinê de derbas bibe gelê din wê azad bibe? Qirkirina Kurd, Kurd ji dewrê derxistin dixwaze Tirkbûnekî hîn meztir derxe. Ev jî xêyalê wî ye. Ev ne pêvajo pêvajoyekî beriya wê sed salî ye. Gel êdî zane bûne û vê rewşê hemû dibîne. Ji bo vê tekoşîna azadiyê 40 sal e vê civakê perwerde kiriye. Xwedî vîn bûye. Êdî ji gefên wan natirse. Dîsa dixwazin bi tirsê, bi qatlîamê gav li Kurda bide avêtin. Gelo tiştekî li Kurda nekiriye maye? Na. Li dijî tekoşîna azadiyê gelê Kurdistanê bila rûpelên dîrokê vebe hem di roja Osmaniya de heya roja îro hem jî taybet bi desthilatdariya AKP’ê tiştekî ku di bin navê zilm û zorê de nekiriye bila bêjin. Bila derxin holê. Di wextê xwe de Çîller jî ev kir. Erdogan Çîller derbas kir. Çîller çi nekir? Bi hezaran gund koçber nekir? Gund neşewitandin. Zarok nekuştin. Hata tiştên xirap bi mirovan dan xwarin. Hîn çi maye? Pekî li dijî van kiryaran dawiya Çîller çi bû va em dibînin. Bi zilmê, bi zorê, bi avêtina girtîgeh, êrîşî Bakûr û Rojhilatê Surî kirin, bi hêza xwe ya leşkerî li ser Başûrê Kurdistanê dagirkirin, li kûderê îrada gelê Kurd pêşbikeve mudaxeleyî wir kiri, wana xelas nake. Çareserî wusa nabe, ev ji bê çareseriya wan tê.”

‘YEKAN E ARMANCA ERDOGAN HEYE EW JÎ LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ STATÛYEK PÊK NEYÊ’

Avesta bi domdarî got: “Dewlet êdî ji nav ve dirize. Piştî hilbijartinê em dizanin AKP’ê ji nav ve perçe dibe. Ji xwe ev pirsgirêkan çêdike ku ji bo pirsgirêka di nava xwe de sergirtî bike. Ev encamê çi ye? Ev encamê van siyaseta faşîst e. Sibê yê ku derkeve jê baştir bibe, kes vê nabêje lê êdî nikare rake. Di milê aborî de hinek dîmenan mêze dike asta faşîzm gihaye mirov pir baş dikare bibîne. Di dimenekî de dayikeke 85 salî ye ji xwe re fêkî aniye ku bifiroşe çav berdane wê û ji destê wê dayikê digrin. Her roj kuştin hene. Roj tineye ku jin nayên qetilkirin. Çûn li ber deriyê Parlementoyê agir berdane xwe û gotin; ‘em birçîne.’ Van rojeva hemû dixwaze deyne milekî dibêje; ‘tenê pirsgirêkek min heye, ezê pirsgirêka Kurd di bin navê qaşo terorê de ser binixûmînim.’ Êrîşa li ser Rojavayê Kurdistan di rojevê de ye. Mirov baldar be herî dawî dîsa li Enqere hevdîtinekî çêkirin. Di bin navê berdewama Astana, Soçî vê carê jî li Enqere çêkirin. Em ê destûra bingehîn a Sûrî çareser bikin. Gelê Surî têde nîne, gelê Bakurê Sûrî têde nîne. Li ser Îdlibê nîqaş dikin, li ser Bakurê Sûrî nîqaş dikin, li ser Şamê nîqaş dikin lê îrada gelan têde nîne. Yek armanca Erdogan heye ew jî tenê li Bakur û Rojhilatê Sûrî statûyekî neyê çêkirin. Di van hevdîtina de xuya dike ku di vana de wê israr bike. Pêşî li vana wê çawa were girtin? Bi berxwedan û bi sekneke mezin bê girtin. Bi yekîtiyekî demokatîk tê kirin. Divê careke din firsat ji bo Erdogan û Bahçelî nêdayîn ku xwe kom bike.”

‘EGER JI TINEBÛNÊ HEBÛN PÊK HAT, EV BI PÊNGAVA GERÎLA PÊK HATIYE’

Endema Konseya Serokatiya giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta, bal kişand ser berxwedan û tekoşîna gerîlayên azadiyê ya li dijî dagirkerî û faşîzmê, dîsa gerîla pîroz kir. Avesta wiha girîngiya gerîla ya li dijî faşîzmê nirxand: “Ez hemû gerîlayê azadiyê yên ku tevahî di qadên tekoşînê de ye bi berxwedanekî bêhempa û bi îradeyekî ji pola û bi eşqeke mezin ya azadiyê tekoşînê mezin dikin, derbên giran li faşîzmê dixin bi hevrêtî, bi hurmet û rêzdarî silav dikim. Ez wana pîroz dikim. Di xebatên wan de û meşa wan a azadiyê de serkeftinê dixwazim. Gerîlayê azadiyê Kurdistan tekoşîna xwe têne li Başûrê Kurdistan nîne, li tevahî Kurdistanê hemû destkeftiyên gelê Kurdistanê bi berxwedan û bi tekoşîna gerîlayê azadiyê hatiye misogerkirin. Ji tinebûnê ger hebûnekî hate çêkirin ev bi pêngavên gerîla hatiye pêşxistin. Em baş dizanin ku di Rojhilata Navîn de û ji hêla çar dewletan ve hate dagirkirin ku ji heqîqatê wê dûrxistin çêbûbe vana bi salan li ser Kurdan hat ferzkirin û niha jî berdewam dike. Çi vê hejand, vê bêwate kir û vala derxist? Tekoşîna gerîlayê azadiyê ye. Ev tekoşîn 35 sal e bênavber berdewam dike. Bi hêsanî berdewam dike, na. Bedelê wî pir çêdibe. Şahadetên kû ewqas çêdibe di bin şert û mercên pir giran de vê tekoşînê dimeşîne. Her tim wusa hatiye meşandin. Tenê van salên dawî b teknolojiya faşîzma Tirk û hevalbendê wî derneketine. Gerîla bi îrada xwe, bi baweriya xwe û heviya ku têde heyî, bi vê zanebûnê tekoşîn dike. Di van salên dawî bi awayekî gelemperî nêzîkbûnê kapîtalîst modernîte ku çêbû herî zêde dijberî vê pergalê xwedî sekna gerîlayê azadiyê ye. Tekoşîna gerîlayê azadiyê bingeha jiyaneke azad diafirîne. Di xeta Rêber Apo de, di fikir û ramanê Rêber Apo de gerîla parastina nirxan dike. Bi vî rastiyê êrîşê li ser tê kirin bi tundin. Bi tevahî li Bakurê Kurdistan bigre, li Başûrê Kurdistan ku li beşên din pirsgirêkên azadiyê ya gelê Kurd hene ew jî xwe rêxistin kirine ku dixwazin li hemberî van êrîşan bisekine, parêzvanê vana hemû gerîlayê azadiyê ye. Di salên dawî de li dijî faşîzmê seknekî bêhempa raberkirin, pergala Erdogan û Bahçelî yê ku têkbir gerîlayê azadiyê ye. Textê wan gerîla bi çalakiyê xwe ve heşandin. Ji bo vî çi dike? Her carê bi navekî êrîşî ser gerila dikin. Vê carê jî bi navê ‘Pençe’ destpê kiriye. Dagirkirina Efrînê ji bo xwe weke serkeftinê nîşan da û xwe nepixand. Niha dît ku bi vana re nikare bi ser bixe, li hember gerîla vê carê jî xwest vaye ez têk dibim.”

‘DI PÊNGAVA CENGA HEFTENÎNÊ DE DERBÊN PIR MEZIN LI DIJMIN TÊ XISTIN’

Sozdar Avesta, operasyonên leşkerî ya dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê didin meşandin li dijî vê vê girîngiya Pêngava Cenga Heftenîn wiha şîrove kir: 

“Li hemberî vê gerîlayê azadiyê pêngava ku destpêkirin gelekî hêja ye û pir girînge. Ev jî hêz û quweta gerîla dide diyarkirin. Bi taybet careke din fermandariya eniya Xakûrkê, Haftanîn silav dikim û bi taybet pîroz dikim.Ev Cenga Heftanîn ku destpêkiriye girînge û tê dîtin ku pir darbê mezin li dijmin dixin. Dijmin jî ji bo ku vana veşêre çi dike? Rojev berovajî dike. Dibîne ku gerîlayê azadiyê di bin êrîşan de jî tekoşîna xwe mezin dike, hejmarê tevlîbûnê berdewam dike, pêngav li ser pêngavê pêş dixîne. Dema vana dibîne ji bo ku tevlîbûnê gerîla bişkîne konsepta şerê taybet xistiye dewrê û dijberê vê çapemeniya hevkar her roj nûçe jê re servîs dike û berovajî dike. Nizanim min li kû darbe lêxist, vana hemû derewin.’ Her tim çapemeniya HPG’ê vana bi raya giştî re parve dike. Gelê me, raya giştî, hêzên demokratîk ji vê bawer in. Wezîrê karê hûndîr her roj derdikeve hejmar dide. Bi salane ji xwe vaya dikin. Ev pêngavê ku gerîla pêşdixîne pir girîngin, pir pîroz in û bi xwe re darbe li dijmin dixin. Li hemberî vê berxwedanê divê di nava civakê de xwedî lê derketin hebe. Gelê Kurdistan hebûna xwe bi gerîla re ditî ye. Di nava gerîla de tenê zarokên gelê Kurd nînin. Di qadên navdewletî jî tevlîbûn hene. Bi dehan gerîlayê enternasyonal ku şehîd ketine û tevlîbûne hene, hîn jî tevlîbûn berdewame. Di Rojhilata Navîn de jî tevlîbûn heye û gelê Rojhilata Navîn gerîla yê xwe dibîne.”

‘DAYIKÊN ŞERVANÊN AZADIYÊ DAYIKÊN ME NE, ZAROKÊN XWE YÊN HERÎ BI QÎMET DIYARÎ ŞOREŞÊ KIRIYE’

Avesta listokê li hemberî HDP’ê tên kirin nirxand û bang li dayikan kir kU divê nêyên listokên dijmin û berxwedaneke rast bidin meşandin û got: “Ji bo ku vê heqîqatê berovajî bike demekî li Amedê lîstokek xistiye dewrê. Malbatên ku zarokên wan tevlî gerîla bûne wana birine li ber deriya HDP’ê dane rûniştandin. AKP komîteyekî taybet çêkiriye her roj ji cihekî malbatan tînin. Bi taybet bi MÎT’ê re ev komîte diçin bajar bi bajar digerin. Me di çapemeniyê de dît ku belkû hinek ji wan zarokê wan di di nava gerîla de nebe jî. Çi dibêjin; ‘heta em negrin em ji vir naçin.’ Armanca wan yek girtina HDP’ê ye, ya duyemîn tevlîbûn û sekna gerîla bi vî awayî qaşo binixûmîne. Em dayikên xwe baş nas dikin. Em dayikên Kurd baş dizanin. Dayikên me zarokê xwe yê herî bi qîymet bi deste xwe aniye diyariya vê şoreşê kirine. Tenê ne Bakurê Kurdistan bi tevahî Kurdistanê diyarî fikir û felsefeya Rêber Apo kirine. Di Kurdistanê de yê ku zarokê wan ne di çiyê de bin xwe biçûk dibînin, xwe kêm dibînin. Ê ku zarokê wana ne şoreşger in û ne di tekoşînê de be ji xwe re wekî kêmbûn dibînin. Niha jî heman rewş heye. Ew dayikên ku birine wir jî dixwazin vê heqîqatê berovajî bikin. Dixwazin di navbera dayikan de nakokiya çêkin. Dayîkên Şemiyê, yên Roboskî, dayika Berfo. Heta ku çû rehmetê jî hestiyê zarokê xwe geriya û pêyda nekir. Li şehîdgeha Garzanê 72 şehîd derxistin birin û ev 2 sal e hestiyê wan hevalan teslîm nekirine. Ma qey ew dayik naêşin? Yên vê pirsgirêkê çareser nake disa ew in. Hem sûcdar e hem jî xwe bi hêz dide diyarkirin. Tirsa wan a mezin ji sekna gerîlaye, ji sekna dayika ye û ya ciwana ye. Hem tu yê biryar bigrî qayûm bavêje ser şaredariyê ji ber ku tu hevserokatiyê pêk tînî. Ji ber ku jin di mekanîzma biryar girtinê de cihê xwe bigre, ‘ez vaya qebûl nakim’ tu yê bikî sedemekî qayûmê û hem tu yê di aliyekê de biçî dayika binî deyne ber HDP’ê ev berovajî kirine. Divê kesek neyê vê lîstokê. Dayikê şervana dayikê me ne. Dayikê hevalê me dayikên em hemûyane, lê dijmin dixwaze li ser vê bilîze. Ji ber ku tevgera azadiya jin pêngavekî nû destpê kir. Ji bo azadiya xwe tu jî rabe ser piya, em serî li te danaynin, em bêdeng namînin û em ê berxwe bidin. Tekoşîn li ser van tê meşandin û ji xwe êrîş li ser van tê kirin. Ji bo vê hem sekna gerîlayê azadiyê, tekoşîna ku bi pêşengtiya jin, ciwan û dayikan tê meşandin pir girînge. Rojeva gelê me ev e; berxwedana ku niha tê meşandin faşîzmê tengav dike û encax mirov dikare wusa pêşî li faşîzmê bigre.”

‘LI TIRKIYEYÊ PIRSGIRÊKA ESASÎ NEBÛNA DESTÛREKE BINGEHÎN E’

Li ser girîngî û xebatên destûra bingehîn a di vê pêvajoyê de Avesta ev got: “Niha li hemberî vê faşîzmê divê sekneke çawa were raber kirin û bê sekinandin. Lêger hene, hinek lêgerên baş têne kırın. Herî dawî hêzên demokratîk di pêşengtiya Partiya Demokratîk a Gela HDP’ê de, hinek komxebatan pêş dixîne. Ev komxebat li Ewropa li Berlînê pêk hat. Qasî ku di çapemenî de me jî şopand gelek akademisyen, hinek nünerön partiyên siyasî, rewşenbîr, rojnamevan beşdar bûne. Hejmarek ên ku dikarin vê destûra bingehîn şîrove bikin û çareseriyê wî pêşbixînin beşdar bûbûn. Xebatên bi vî rengî giring in û pêwist in. Di Tirkiyê de pirsgirêka esasî pirsgirêka destûra bingehî ye. Destûra bingehîn ku niha heyî Erdogan bi hinek qanûnan dide meşandin ya 12 Îlonê ya faşîst a Kenan Evren e. Faşîzma Erdogan jî li ser vê xwe dide meşandin. Dema pirsgirêk di bingeh de bê destgirtin, divê destûra bingehîn têde guhertin bê çêkirin. Divê demokratîk be û mafên gelan bi taybet mafê gelê Kurd di destûra bingehîn de bê bicih kirin. Heman tişt li Bakur û Rojhilata Sûrî jî pêwiste ku niha ji bo wir jî tê xwestin destûrekî bingehîn bê çêkirin. Lê nûnerên gelên Sûrî li derve dihêlin. Ji bo vê ev kar û xebat wekî ku çawa li Bakurê Kurdistanê pêş dikevin, li van qadên din jî divê pêş bikevin. Beriya vê Bakurê Sûrî komxebata li dijî faşîzma Erdogan-Bahçelî ku pişgiriya DAÎŞ dikirin pîştî têkçûyîna DAÎŞ’ê çareseriyêkî çawa ji bo Sûrî bibe hinek nîqaş pêş ketin. Divê ji vir şûnde jî pêş bikevin ev girîng in. Bi giştî çareserî di yekîtiya gela de ye. Di hevgirtina jina de ye. Bi hemû awayî çûna ser vê faşîzmê ye. Tekoşîna xwe di mezînkirinê de ye. Ger ku ev pêş bikeve me got; faşîzm dema xwe yê herî lewaz de ye ew ê hîn daxwaz misoger bibe. Faşîzm dixwaze hinek pîne bike bes binê wê jî riziyaye, ev pîne cihê xwe nagre. Li Kurdistanê, li Tirkiyê, li dervayê welat li ser esasekî destûra bingehîn li ser eniyekî demokrasiyê dikare biçe encamê. Vî gelî jî hêza xwe dît. Di hilbijartina 31 Adarê de, di 23 Hezîranê de dîsa li dijî qayuma ku berxwedan tê kirin ev rastî derket holê. Bê gûman mirov dikare bêje ev bes e, na. Heta ku faşîzm têk neçe tiştek ne bes e. Tiştên tên kirin girîng in bi qîymet in ji nedîtî ve hatina vê jî ne rast e. Ji ber ku berxwedana gelan jî niha heye, lê divê hîn xurtir bibe. Benga me ji gelê me re van çalakiyê xwe di hemû qada, li hemû kolana divê bimeşînin. Beşên demokratîkxwaz, jin, ciwan hemû bi hev re, bi hevgirtî mafê xwe û li îrada xwe xwedî derkeve. Çareseriya demokratîk jî di vir de tê pêşxistin.”

‘BERXWEDANA DAYIKÊN MEXMÛRÊ SILAV DIKIM’

Sozdar Avesta nerazîbûn nîşanî dorpêçkirina li ser wargeha Maxmûrê da û got: “Divê rayedarên Başûr dev ji vê siyasetên xwe berdin.” û wiha domand:

“Di heman demê gelê Kurd jî ji bo ku karibin pirsgirêkên xwe hîn zêdetir çareser bikin û yekbûnekî xwe çêbikin, ji bo na yekîtiya gelê Kurd bê çêkirin her partiyekî Kurd divê erkê dikeve ser mile xwe pêkbîne. Berjewendiya hizbî yên partiyê deyne aliyekî, netewa Kurd netewa demokratîk û pêşeroja gelê Kurd ji bo na xwe esas bigre. Ji bo vê jî hinek nêzîkatiyên li Başûrê Kurdistanê pêşdikevin divê dest ji van bên berdan. Bi taybet berxwedana dayikê me yên li Maxmur zêdeyî 20 rojan li ser wan rêkan rûniştine ji bo ku dorpêçbûnek li ser Maxmûr heye. Divê rayadarên Başûr dev ji vê siyasetên xwe berdin. Maxmûr kampekî koçbera ye. Ew dayik hemû dayikên şehîda ne. Ji bo axa Kurdistanê û parastina wê, rûmeta wê xwedî nirxên pîroz in. Gelê Maxmûr ev 25 sal e berxwedana xwe di bin hemû şert û mercên giran de berdewam dike. Gelekî berxwedêr e. Ji bo vê ev dorpêçkirin a li ser Maxmûr nayê qebûlkirin. Ew dayik jî vê tekoşîna xwe berdewam dikin ez berxwedana wan jî silav dikim. Heta ku kiryarên bi vî rengî ranebin yekbûna gelê Kurd darbe dixwe. Divê vana bên rakirin. Li derdora yekîtiyekî netewî divê hevgirtinekî bê çêkirin û divê eniya demokrasiyê bê xurtkirin. Banga me li ser vê esasê li hemû beşan û gelê me heye ku beşdarî vê pêvajoyê bibin.”

‘BILA BERÊ CIWANAN NAVA REFÊN GERÎLA BE’

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta herî dawî di serî de bang li ciwanên Kurdistanê û hemû gelan kir û got: “Herî dawî banga min bi taybetî hemû ciwanan heye, keç û xortê Kurdistanê û tevahî gelan heye ji bo ku ev siyaseta faşîzm têk bibin, lîstokê faşîzmê têk bibin, berê xwe bidin çiyayê azad a Kurdistanê. Rûmet di vir de ye, pêşeroj di vir de ye, azadî di vir de ye, îrade di vir de ye. Gerîlayê azadiyê navenda hemû pîroziyên ku niha hatine çêkirin di xwe de kom dike, berxwedanê mezin dike û derdora Rêber Apo vê tekoşînê bilind dike. Azadiya Rêber Apo jî di sekin û tekoşîna gerîla û ciwanên Kurdistanê de ye. Li ser vê esasî divê ciwanê me berê xwe bidin nava refê gerîlayê azadiyê.”