Avesta: Bi ruhê berxwedanê yê Leylayan nêzî hilbijartinê bibin

Sozdar Avesta diyar kir, berxwedana grevên birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Ocalan tê kirin, hêzê dide karên hilbijartinê jî û got, "Divê her kes bi ruhê Leylayan nêzî hilbijartinê bibe."

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta, salvegera 20'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, berxwedana grevên birçîbûnê, rewşa dawî ya li Rojava, hilbijartinên xwecihî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û raperîna gelê Şêladizê nirxand.

Bi pêşengiya Leyla Guven 105 roj in grevên birçîbûnê hene. Çalakî bi pêşengiya jinê dest pê kir. Di heman demê de li pêvajoya salvegera komploya 15'ê Sibatê rast hat. Vê çalakiyê tesîreke çawa li komployê kir. Bandora vê çalakiyê ya siyasî û civakî çi ye?

Çalakgerên greva birçîbûnê, heval Leyla, Nasir, Fadîle, hevalên li dehan zindanan, yên li Strasboûrgê, li çend bajarên Elmanyayê, li Gallerê, Torontoyê, li Awûstralyayê, li Awûstûryayê yên ku niha bedena xwe dane ber birçîbûnê, wan bi rêzdarî yek bi yek silav dikim, hembêz dikim, hurmetên xwe ji wan re pêşkêş dikim. Komploya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê me 20 sal li pişt xwe hişt, em ketin sala 21'ê. Komployê sala 1996'an dest pê kir. Hîn di destpêka komployê de hevrê Zeynep Kinaci bi ruhekî fedayî, bi şêwazekî rêxistinkirî, bi milîtaniyeke demê bersiv da. Sala 1998'an jî di 9'ê Cotmehê de dema komploya navneteweyî dest pê kir û Rêbertiya me ji Rojhilata Navîn derxistin, wê demê bi şiyara 'Kes nikare roja me tarî bike' li Kurdistanê, li Tirkiyeyê, li Ewropa, li Rûsyayê û li gelek cihên din ji milîtanan bigire heta welatparêzan bedena xwe dan ber agir û bûn bombe xwe di dijminan de teqandin. Di şexsê wan şehîdan de şehîdên azadiyê hemûyan, şehîdên rûmetê bi bîr tînim û li ber bîranîna wan ez bejna xwe ditewînim. Ez careke din hêzên komploger şermezar dikim. Komplo bi ser neket û wê ti carî jî li hemberî vê vîna azad bi ser nekeve. 20 sal in Rêbertiya me di bin tecrîdeke giran de ye, li girtîgehekê tê girtin. Bi navê tevahiya jinên dilsozê azadiyê, lêgerînerên azadiyê, şervanên azadiyê hemûyan û tevahiya tevgera me, silav û hurmetê xwe ji Rêber Apo re pêşkêş dikim. Em ê ti carî fêrî vê tecrîdê û girtinê nebin. Çawa ku hevrê Viyan jî diyar kir, 'fêrbûn xiyanet e'. Bi vî şêwazî 20 sal in têkoşîn li dijî komployê berdewam e. Rast e, 105 roj li ser çalakiya hevala Leyla Guven derbas bûn. Hevalên din ên di greva birçîbûnê de ne, rojên wan ji hev kêmtir-zêdetir jî bin, armanc, daxwaz, helwest yek e, dil bi heman armancê diavêje. Ji ber vê yekê destpêkirina vê çalakiyê ku pêl bi pêl li tevahiya cîhanê belav bû, pêngaveke nû ye, dîrokî ye û helwesteke şoreşgerî, milîtanî û gelekî hêja û pîroz e. Hevalên me yên niha li zindanê di greva birçîbûnê de ne, em baş zanin ku şert û mercên li zindanan ji yên derve gelekî zehmettir e. Ji xwe di greva birçîbûnê de ne, lê di ser re ava bi şekir û dermanan nikarin bigirin. Ji wê jî bêpar in. Lewma berxwedana li zindanan di nava şert û mercên giran de dewam dike. Biryardariya hevalên di greva birçîbûnê de ne raya giştî matmayî hiştiye. Berxwedana rêzdar Leyla Guven sê meh û nîv li pey xwe hişt. Ya Nasir Yagiz jî kete meha çaran. Yên li zindanan jî hindik maye ku 3 mehên xwe temam bikin, hemûyan du meh û nîv li pişt xwe hiştin. Ev yek nîşan dide ku êdî pêvajo di qonaxeke nû de dewam dike. Hem hevalên di çalakiyê de ne, hem gelê Kurdistanê û tevgera azadiyê êdî ji vê komployê û pêvajoya Îmraliyê re dibêje 'bes e'. Jiyana bi vê yekê re êdî ji bo xwe weke jiyanê qebûl nake. Jiyana bi tecrîda li Îmraliyê re êdî nayê qebûlkirin. Weke deynekî li ser milê xwe dibînin. Kes û hêzên ku destê wan di nava komployê de heye gelek caran hate şîrovekirin. Hêzên navneteweyî yên ku armancên wan ên siyasî, aborî, her wiha hesabên wan ên li ser Rojhilata Navîn hev temam dikirin, cihê xwe di komployê de girtin. Berjewendiyên wan bû xaleke esasî di cihgirtina nava komployê de. Rêber Apo wê demê rexneyek li tevgera me, li milîtanên azadiyê kir û got ku hevaltiya bi kêmasî jî tê de rol lîst. Hemû hewldanên me yên 20 salan ji bo jiholêrakirina hevaltiya bi kêmasî ye. Em dikarin kengî bêjin ku hevaltî pêk tê? Kengî ku Rêber Apo azad bû, kengî ku tecrîd hate şikandin, faşîzm hate hilweşandin û şert û mercên azad ên jiyanê û karkirinê pêk hat, kengî karibe ramanê xwe, felsefeya xwe, îdeolojiya heyî bi raya giştî, bi tevgera xwe re parve kir, wê demê em dikarin bêjin hevaltiya bi kêmasî heta astekê ji holê radibe, êdî hevaltiyeke temamkerî rû dide. Hevalên di greva birçîbûnê de hevaltiya xwe ya bi Rêber Apo re rast danîne holê û li dora xwe bi milyonan mirov kom kirin. Me 15'ê Sibatê li pişt xwe hişt, salvegera 20'an bû, lê belê ew sal bû ku herî zêde çalakiyên girseyî û biryardarî pêk hatin. Di vê salê de bi rengekî vekirî hate gotin ku 'em êdî vê qebûl nakin. Me 20 sal li pey xwe hişt, di sala 21'ê de divê êdî şert û mercên liv û tevgera azad ên Rêber Apo bên afirandin û dagirkeriya li ser Kurdistanê mutleq bê şikandin'. Lewma ji bo çalakiyên hevalên di greva birçîbûnê de dibêjim, çalakiyên sedsala 21'emîn e, çalakiyeke hemdemî ye, çalakiyeke ku xwedî nirxên pîroz e. Milê wê yê îdeolojîk, rêxistinkirî, felsefî, civakî heye. Di esasê xwe de jî biryardariya bi azadiyê re heye. Bi azadiyê re kilîtbûn heye. Tê de jî pêşengtiya jinê heye. Ev manewiyat û moraleke mezin e. Ev yek zevtkirina demê ye. Yên îro ji pergala demokratîk û azadiyê re pêşengiyê dikin jin û ciwan in. Hevala Leyla jî bi vê berpirsyarî, zanebûn û helwesta milîtanî dest pê kir û li dû wê jî pêvajoyeke nû rû da. Li derdora vê çalakiyê kombûneke mezin çêbûye. Asta ku gihaştiye ne xerab e. Li hemberî vê astê, dewleta Tirk a faşîst gelekî tengav bûye û dixwaze çalakiyê bi lîstokên curbecur bişikîne. Destpêkê birayê Serokatî di rojeke betlaneyê de birin girava Îmraliyê, bêyî ku fermiyeteke wê hebe. Ev lîstik bi ser neket. Bêguman agahîgirtina ji Rêbertî, bihîstina gotineke wî jî ji bo me nefesgirtin e. Ew girîng bû ji bo me, lê belê vê yekê têra bidawîbûna çalakiyê, têra şikandina tecrîdê nekir. Ji xwe çalakgeran jî ev qebûl nekirin û tevgera me jî di vî warî de daxuyanî da. Helwesta çalakgeran û tevgera me vekirî ye. Divê heq û hiqûqa heyî, mafên ji destûra bingehîn tê, mafên siyasî were dayin. Ji xwe Rêber Apo ne girtiyekî ji rêzê ye, dîlekî siyasî ye, Serokê gelê bindest e, yê jinan e û çareseriya Rojhilata Navîn bi destê wî ye. Li gorî vê rastiyê divê nêzîkatî bê nîşandan. Û divê ev jî bi fermî werin îmzekirin, bibe qanûn. Ne ku îro bike û sibe dîsa ji bîr bike, ya jî sibe li gorî berjewendiyên xwe dîsa tecrîdê ferz bike. Divê ev bi rengekî fermî garantî bibe. Dema ku ev hate kirin, wê çalakî bigihêje armanca xwe û di wê baweriyê de me ku wê çaxê wê çalakger helwesta xwe di ber çavan re derbas bikin û wê bersivekê bidin. Lê belê bi rengê din be, ev yek nabe bersiv ji daxwazên çalakgeran re, bersivê nade gelê me. Gotinek heye, dibêjin 'li cem Osmaniyan lîstik xelas nabin'. Lewma hevdîtina bi 20 deqeyan a bi Rêbertî re, her wiha berdana hevala Leyla ji zindanê hemû lîstok bûn. Em dikarin bêjin ku êdî ev pêvajoyeke nû ye, her kes bi vê baş zane. Van hevalên bi rûmet beriya her kesî diyar kirin ku berdêla wê çi dibe bila bibe, em jê re amade ne. Bi her awayî wê li derdora çalakgeran têkoşîn bê bilindkirin, mezinkirin. Em di wê bîr û baweriyê de ne, em di wê hêviya mezin de ku ev çalakî wê bigihêje armanca xwe, wê armancên wan pêk werin.

Hûn êrîşa dewleta Tirk a li Dêralokê, Şêladizê her wiha berxwedana gelê Şêladizê çawa dinirxînin?

Di vê pêvajoyê de şiyara demê pir vekiriye; 'Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê têk bibin, Kurdistanê azad bikin'. Faşîzm ji her alî ve dewam dike, li tevahiya Kurdistanê berdewam e. Ev rejîma faşîst a AKP-MHP'ê dijminatiyê li Kurdan dike. Dijminê azadiya jinê ye, dijminê yekîtiya gelan e, dijminê demokratîkkirina herêmê ye. Faşîzm xwe ji çi xwedî dike? Faşîzm xwe ji tevlîheviyê, bê îstiqrariyê xwedî dike û dixwaze tirsê berde dilê her kesî. Gefên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike, êrîşên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê ti carî nesekinandin. 20 sal in dewam dike, bi taybetî jî ji 5'ê Nîsanê û vir ve, piştî ku tecrîd li Îmraliyê şidand 24.7.2015'an û vir ve êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi taybetî jî li ser gund û bajarokên Başûrê Kurdistanê berdewam e. Heta niha bi dehan sivîl hatine qetilkirin. Destpêkê li Zergelê lêxistin û bi dehan mirovên sivîl hatin qetilkirin. 2011'an li Qendîlê li wesayitekê xistin û malbatek tê de tine kirin. Li Şêladizê, Dêralokê par mirovên masî digirtin qetil kirin. Herî dawî 4 kesên ku li ser ava Zê ku masî digirtin qetil kirin. Gelê me yê Başûr bi van hemûyan baş dizane. Gelê başûr gelekî welatparêz e, dilsoz e, girêdayî azadiya xwe ye, girêdayî welatê xwe ye. Lê tiştekî pir bi êş û nayê qebûlkirin heye, ew jî ew e ku desthilatdariya Başûrê Kurdistanê di nava nezantiyeke mezin de ye, di nava xefletê de dijî. Tevî ku wan jî bi dehan salan li dijî faşîzma Baas şer kirin, lê niha welê lê hatine ku niha dikarin bi faşîzmê re hevkariyê bikin. Rejîma Başûrê Kurdistanê ku bi giranî PDK pêşengiyê jê re dike, Nêçirvan Barzanî pêşengtiya wê dike, bi dewleta Tirk re, bi Erdogan re di nava bazarên kirêt de ne. Ji aliyê aborî ve gelekî tifaqên xwe bi wan re çêkirine, gelek hevpeyman çêkirine. Aboriya xwe xistine nava hev, qedera xwe bi hev ve girêdane. Raperîna gelê me yê Başûrê Kurdistanê ya li Şêladizê teqînek bû. Weke ku tê gotin, êdî kêr gihaşt hestî. Bêdengiya rayedarên başûr qebûl nekirin, hevkariya bi dijmin re qebûl nekirin. Got, 'Tu çima bi dijmin re vê hevkariyê dike? Te bi dijmin re hevkarî kir, te çi kir? Rêber Apo hate girtin, destê te tê de hebû'. Ev vekirî gotin. Di nava komploya navneteweyî de lingê herî mezin ê li herêmê kî bûn? Dîsa ev hêzan bûn, hêzên hikumeta Başûrê Kurdistanê bûn. Heta niha jî nameya PDK'ê ya wê demê di destê me de ye. Name ji dadgeha Romayê re şandin, gotin 'Divê hûn Abdulah Ocalan dadgeh bikin'. Got 'Terorîst e, divê hûn dadgeh bikin'. Bi vî rengî di vê komployê de wan jî rola xwe lîst. Eger heta niha komplo nehatibe pûçkirin, cihê vana tê de mezin e. Ev hêviyê didin dijmin, ev hevkariyê bi dijmin re dikin. Gelê me ev dît. Wekî din gelê me dît ku sala derbasbûyî dijmin bi hemû hêza xwe êrîşî Efrînê kir, Efrîn dagir kir. Yên destpêkê çûn bi dijmin re rûniştin, li Dîlokê, li Rihayê bi wan re peyman mohr kirin ew kesên girêdayî PDK'ê bûn. Di vê demê de jî, yên ku niha bi dijmin re hevkariyê dikin ji aliyê Mesût Barzanî ve li qesra wî hatin pêşwazîkirin. Yanî sekna rayedarên başûr, bi taybetî PDK ku di vê dema dawî de YNK jî êrîşên xwe li ser Tevgera Azadî, hêzên demokrasiyê, azadîxwaz zêde kiriye, lê belê esas serkêşiya vê faşîzmê û hevkariya bi faşîzmê re PDK dike. Raperîna gelê me yê Başûrê Kurdistanê li Şêladizê gelekî bi rûmet bû û ez jî silav dikim. Li Şêladizê xuya bû ku gel divê xwe çawa bi rêxistin bike, çawa rabe raperînê. Li şûna ku mirovên li Şêladizê rabûn ser piyan bên parastin, li şûna ku bên xelatkirin ku hêjayî xelata sedsala 21'ê ye, çi kirin? Serokwezîrê herêmê Nêçirvan Barzanî gef li wan xwar, bi dehan ji wan girtine, dixwazin wan dadgeh bikin. Dibêjin em ê bi cezayê girtîgehê yê 'heta bi hetayê wan dadgeh bikin'. Ev jî lawaztiya wan nîşan dide. Dixwazin dilê dijminan xweş bikin, lê dilê gelê xwe nexweş dikin, gelê xwe, civaka xwe diêşînin. Ev civak jî vê qebûl nake. Divê gelê me yê başûr jî vê baş zanibe, bi taybetî jin û ciwan, kesên ku rejîma hikumeta heyî ji bo xwe çareseriyê nabînin ku neçareserî ye, divê bi ruhê serhildana Şêladizê û raperîna Bamernê, Hedîşê, Dêralokê, Amediyê ku 2008'an hate kirin, tevbigerin. Raperîna wê wextê û ya niha bi rastî jî heman tişt e. Piştî wê raperînê bi 10 salan, 11 salan careke din rabûn ser piyan, ev girîng e. Wan jî ruh ji çalakgerên greva birçîbûnê girtin. Çalakî û sekna hevala Leyla û hevalên di greva birçîbûnê de ne ruh dide tevahiya gelê Kurdistanê, îradeyê dide tevahiya gelên bindest. Kesên ku faşîzmê qebûl nakin êdî li dora van çalakiyan bi vî şêwazî derdikevin rê û xwe bi rêxistin dikin. Ya ku li Şêladizê bû wiha bû, divê helwest jî bi vî rengî be. Gelê me yê başûr divê bi ti şêwazî qebûl neke ku kesên tevlî raperînê bûne werin dadgehkirin. Divê tevlî rûniştinên dadgehan bibe, protesto bike, li wan xwedî derkeve û desthilatdariya kesên bi dijmin re hevkariyê dikin bi ti şêwazî qebûl neke û vê yekê ji bo xwe bêrûmetî bibîne.

QSD'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku DAÎŞ wê van rojan bi temamî xelas bibe. Hûn vê rewşa li Bakurê Sûriyeyê çawa dinirxînin? Bi tinebûna DAÎŞ'ê re wê çi li şûna wan ava bibe, li wê herêmê wê rewşeke çawa derkeve holê?

Dibe ku heta ev axaftin bê weşandin daxuyaniyeke fermî jî bê dayin. Ez vî şerê li dijî hovîtiya DAÎŞ'ê, yên ku çar sal û nîv in bi berxwedaneke mezin têkoşîn bilind kirin û bi hezaran şehîd ketin, ez wan şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînim. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku di nava her şert û mercî de têkoşîna xwe dewam kirin û pergaleke xwe ya demokratîk, wekhev, azad û konfederal ava dikin, silav dikim, îradeya wan silav dikim. Çend bajarên Kurdan ne di nav de, piraniya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatibû dagirkirin. Bi lehengî û berxwedaneke mezin, bi pêngav li ser pêngavê şervanên azadiyê YPG/YPJ, hêzên QSD'ê têkoşîneke mezin kirin. Bêguman hêzên koalîsyonê di vê demê de piştgiriya wan kirin. Lê em bi vê baş zanin, di operasyonên faşîzma dewleta Tirk de jî dibînin, hêzên dewleta Tirk ji hêzên koalîsyonê bi çend qatan zêdetir ji hewa û bejahî ve êrîşî Kurdistanê kirin. Bi taybetî jî êrîşên hewayî kirin. Lê belê tenê bi êrîşên hewayî encam nayê girtin. Hêzên koalîsyonê her çiqas piştgiriya pêngava li dijî DAÎŞ'ê kiribe jî hêzên li dijî DAÎŞ'ê bi ser ketin, hêzên li ser xakê têkoşiyan. Yên sîng bi sîng li hemberî wan ketin şer, yên şehîd ketin, yên birîndar bûn, yên ku sivîl rizgar kirin, yên ku xak ji mayinan paqij kirin, yên serketî ew in. Serketina mezin serketina şervanên YPJ, YPG û QSD'ê ne. Wan bi vî rengî mohra xwe li dîrokê xistin, di sedsala 21'ê de dijminê mirovahiyê têk birin. Mizgînî dan tevahiya cîhanê. Yên ku di nava van çar sal û nîvan de yên herî zêde bûn hedefa êrîşên hovane jin bûn. Em di heqîqeta Şengalê de zanin. Bi hezaran jin û zarok dîl girtin, weke koleyan cariyeyan hatin firotin, hatin bikaranîn, hatin qetilkirin. Heta doh jî, bi dehan, bi sedan jin, zarok ji destê hovên DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin. Bi vî rengî serketina mezin a YPJ'ê ye, ya şervanên jin e. DAÎŞ'ê dixwest jinê bixe nava çarşefeke reş û dinya wê tarî bike, li dijî felsefeya Rêber Apo ku dixwaze jinê azad bike, DAÎŞ'ê jî li dijî vê dixwest jinê kole bike. Ev pêngava wan bi ser neket, bi destê şervanên azad ên jin hatin têkbirin. Careke din derkete holê ku sedsala 21'ê sedsala azadiya jinê ye. Ev pir girîng e. Ji bo serdema piştî DAÎŞ'ê bêguman gelek hewldan hene. Hêzên koalîsyonê, hêzên herêmê ku gelek ji wan di dema DAÎŞ'ê de ji aliyê dewletbûnê ve şikestîbûn mîna Iraq û Sûriye, her hêz niha dixwazin piştî DAÎŞ'ê destketiyên xwe misoger bikin, sûdê jê werbigirin. Ji bo vê gelek hewldan hene. Di serî de faşîzma dewleta Tirk, faşîzma AKP-MHP'ê ji bo Kurd nebin xwedî statu, ji bo destketiyên hatine afirandin misoger nebin tawîzê dide her kesî. Bi Îranê re, bi Rûsyayê re, bi dewletên Ewropayê re, bi Emerîkayê re hevdîtinan çêdike, xwe bi her awayî pêşkêşî van dike. Dibêje, 'Bila li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, YPG, YPJ, QSD, îradeya siyasî lê nebe, hûn çi dixwazin ez ê bikim'. Fedî jî nake, dibêje 'Ez ê li dijî DAÎŞ'ê jî şer bikim'. Tu yê li dijî DAÎŞ'ê şerê çi bike? Ji xwe DAÎŞ çû. Yanî dibêje, 'piştgiriya min bike, êdî DAÎŞ'ê mayî ez ê tine bikim'. Ji xwe DAÎŞ nemaye. Dixwaze bi şêwazekî mudaxeleyî wê derê bike. Emerîkayê beriya niha bi demekê diyar kir ku wê hêzên xwe bikişîne. Dîtin ku hevsengiyên siyasî ne li mafê wan e, niha ev pêvajo giran kirin. Hêdî hêdî dimeşînin. Li Soçî, Munchen, Warşova li gelek cihan êdî hêz tên gel hev, li ser rêvebirina pêvajoya heyî disekinin. Li gorî nêrîna me, hêzên li derve çi dibêjin bila bêjin, çi hevdîtinan çêdikin bila çêbikin, ya esasî yên xwedî gotin, yên xwedî helwest, yên çareseriyê biafirînin hêzên li ser wê xakê ne. Hêzên ku niha li Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê ne bi rejîma heyî ya Sûriyeyê re bi diyalogê dikarin çareseriya xwe biafirînin. Dewleta heyî ya Sûriyeyê bi zîhniyeta netewe dewletê ya berê tevdigere, dixwaze li dema berî sala 2011'an vegere, hemû destketiyan ji nedîtî ve tê û dixwaze wan hemûyan teslîmî wan bikin. Dibêje, 'Ez dewlet im, ez ê destûrê bidim tu yê zimanê xwe bi kar bîne'. Ev yek nêzîkatiyeke nîjadperest e, zîhniyeteke faşîst e, tekperest e, qebûl nabe bi ti şêwazî qebûl nabe. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tenê gelê Kurd nîne, projeyek li wir afirî. Bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xweseriya demokratîk heye, meslîsa xweseriya demokratîk heye, kantonên wê hene û pergalek ava kiriye. Hemû gelên herêmê di nava vê pergalê de cih digirin, gelê Ereb e, Asûr-Suryan e, Êzidî ye Kurd in, hemû bi hev re dijîn. Ev jî modeleke nû ye, perspektîf û felsefeya azadiyê ya Rêber Apo ye, ya civakbûnê ye, ya konfederal e. Çareserî di vir de ye. Ev hêz jî bi israr ji wir direvin. Timî dixwazin pirsgirêkê tenê weke pirsgirêka şer binirxînin. Bi nêzîkatiya 'Şerê li dijî DAÎŞ'ê xelas bû, pirsgirêk çareser bû' tevdigerin. Lê mesele ne bi wî rengî ye. Pirsgirêk divê bi îradeya xweser û demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, bi danûstandinan bê çareserkirin. Divê ev herêm were parastin. Pêwîste hêzên ku ev serketina mezin bi dest xistin û li pêşiya çavê dinyayê dijminê gelan, dijminê jinan, dijminê azadiyê li bin xistin divê ev hêz bên xelatkirin, parastin. Pêwîste bi vî rengî nêzîk bibin. Eger edalet hebe, eger exlaq hebe, eger bi rastî jî rûmeteke mirovahiyê mabe divê nêzîkatî wiha be. Nêzîkatiyên din bêguman ti çareseriyê bi xwe re nîne. Dewleta faşîst a Tirk, desthilatdariya AKP-MHP'ê jî bi gefên nû dixwaze wê herêmê dagir bike. Dixwaze ji xwe re bike bingehek ji hilbijartinên 31'ê Adarê yên xwecihî, hem jî armanca wan a esasî ew e ku Kurd nebe xwedî statu, nebe xwedî armanca xwe. Dixwaze vê têk bibe. Em bawer dikin ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, îradeya wan a siyasî, leşkerî, rêxistinî êdî di wê astê de ye ku bi her awayî dikare parastina xwe bike, rêveberiya xwe bimeşîne. 

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê wê hilbijartinên xwecihî pêk were. Di pêvajoyeke wiha de pêkhatina hilbijartinê hûn çawa dinirxînin? Peyama we ji bo Bakurê Kurdistanê û tevahiya gelê Kurd çi ye di vê mijarê de?

Hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê girîng in. Divê ti kes bi hestiyarî, teng, li gorî xwe nêzîk nebe. Divê kes nebêje, 'em bikin jî wê dîsa ji destê me bigirin, yan jî ti garantiya wê nîne'. Nêzîkatiyên bi vî rengî li hin cihan xuya dikin. Di van şert û mercên xetere de, ku faşîzm di asta herî jor de ye, şerekî psîkolojîk, taybet dide meşandin. Bi xwe jî diyar kirin. Serokê AKP'ê Erdogan ê dîktator got, 'Eger hûn wan şaredariyan bi dest bixin, em ê dîsa qeyûman tayîn bikin, bi cih bikin'. Dixwaze vê yekê dîsa bi kar bîne ji bo kes lê xwedî dernekeve. Bikin ku mirov hilbijartinan ji rêzê bibînin û pir zêde xwe tê de newestînin. Şerekî psîkolojîk û taybet dimeşîne. Careke din dibêjim, hilbijartin gelekî girîng e. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek partiyên Kurd di nava tifaqekê de berendamên xwe diyar kirin. Bi hev re tifaqek çêkirin, ev pir girîng bû. Çiqasî dostan zêde bike û li dora xwe kom bike, ewqasî jî faşîzmê zehîf dikin, qels dikin. Tevî ewqas êrîşên faşîzmê jî, HDP pergala demokratîkbûnê, hevserokatiyê esas digire. Partiya ku niha herî zêde jin cih di nav de digirin, ku nîv bi nîv e, HDP ye. Divê ev hilbijartin girîng bê dîtin, kêmasî, şaşitî hebin jî divê kes li wir asê nemînin, ji xwe re nekin pirsgirêk. Divê her yek karibe yên li derdora xwe bi rêxistin bike û li van hilbijartinan xwedî derkeve. Di serî de bajarên ku niha qeyûm tê de ne, ew qeyûm divê hemû ji Kurdistanê bên derxistin, bên avêtin û şaredariyên sala 2014'an hatibûn bidestxistin hem ew hem jî bi qatekî zêdetir ji wan şaredariyan bên bidestxistin. Ev girîng e, divê hedefa wan mezin be. Xwe li gorî vê bi rêxistin bikin û tevbigerin. Mirovan digirin, şerê psîkolojîk dimeşînin, lê bila her kes zanibe ku îrade di ser her tiştî re ye. Pêvajoya greva birçîbûnê ku Kurdan li Kurdistanê û tevahiya dinyayê dest pê kirine bi rastî jî pir pîroz e. Pir girîng e. Bi ruhê Leylayan, bi ruhê Gulîstanan, bi ruhê Nasiran, bi ruhê berxwedêrên zindanan, yê Fadîleyan, yê Şiyaran, yê Yûsûf Îbayan, ev hemû pîroz in. Eger bi vê helwestê nêzîk bibin bi rastî jî dikarin serketinên mezin bi dest bixin. Grevên birçîbûnê hêzê didin xebatên hilbijartinê jî. Êdî tiştekî ku jê bitirse nemaye, tiştekî ku êdî li pêşiyê bibe asteng nemaye. Her tişt êdî ji bo misogerkirina serketinê ye. Ji ber vê yekê banga me, daxwaza me ev e; her kes ji biçûk heta mezin, ji heta ciwan divê li gundan, li bajaran, li taxan, li navçeyan, li bajarokan her kes divê derdora xwe bi rêxistin bike, bi ser sindoqan, li dengê xwe xwedî derkeve. Vê pêvajoyê bike pêvajoya mezinkirina serhildanê. Pêvajoyeke girîng e. Grevên birçîbûnê dewam dikin, îradeya ji pola derketiye holê. Kombûna li dora vê îradeyê girîng e. Em dikevin pêvajoyeke girîng, bihar e êdî. 8'ê Adarê li pêşiya me ye. 15'ê Sibatê raperîna mezin pêk hat, ku sê meh û nîv e bi pêşengiya Leylayan dewam dike. Di 15'ê Sibatê de gihişt lûtkeyeke jor, di 8'ê Adarê de divê bigihêje asta herî bilind û di Newroz û 31'ê Adarê de jî divê êdî encamên pîroz bên bidestxistin. Bi vî rengî pêvajoyeke gelekî girîng û esas e. Divê her tişt ji bo vê be. Li aliyekî çalakî tên kirin, li aliyekî rêxistinkirin tê kirin, hem jî li her qadê têkoşîn li dijî faşîzmê tê dewamkirin. Ji bo Tirkiyeyê jî biryar hate dayin ku piştgiriya hêzên demokratîk were kirin. Ev stratejiya HDP'ê jî girîng e, di vî warî de daxuyanî dan. Bi vî rengî baştir dîtin, ew baştir zanin. Civaka me divê vê pêvajoyê di hundirê hev de bimeşîne. Yanî yekî nede milekî. Faşîzm bi rengekî tevahî tê, faşîzm dixwaze bi rengekî giştî û nîjadperest di vê hilbijartinê de bi ser bikeve. Hêzên demokrasiyê, hêzên azadîxwaz, hêzên jin, ciwan her kes divê vê bibînin û têkoşîna xwe tevahî bikin, komple bikin. Hem çalakiyên li dora grevên birçîbûnê mezintir bikin, lê xwedî derkevin, xebatên xwe yên hilbijartinê jî bimeşînin, jin 8'ê Adarê bi ruhê Leylayan dakevin qadan, bi agirê dilê Mazlûman, Leylayan, Sarayan divê Newrozê pîroz bikin û di 31'ê Adarê de jî bi hefteya qehremaniyê bi pêşengiya Egîdan çawa ku dest pê kir, ji 21'ê Adarê heta 31'ê Adarê bi ruhê Egîdan divê hilbijartinên xwecihî bi serketineke mezin tacîdar bikin. Hêviya me ev e û banga me jî ew e ku her kes li ser vî esasî beşdarî vê pêvajoyê bibin.