Avesta: Berxwedan ti carî nade windakirin

“Qatlîama Til Rifatê wahşeta faşîzmê carekî din nîşan da. Gelê Kurdistanê qirkirinên bi vî rengî ji dewleta Tirk gelek caran dîtiye. Belkî divê dîrok hinek cuda bin lê bi eynî ferasetê pêk tên û dîmenên derdikevin hev temam dikin.”

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta beşdarî bernameya 'Rojeva Welat' a Stêrk TV bû.

Avesta, di bernameya Rojeva Welat de li ser tecrîta girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd, salvegera Rêveberiya Xwerêveberiyê ya 2015’an li Bakurê Kurdistanê, têkilî xebatên ji bo yekîtiya netewî, dagirkeriya dewleta faşîst ya Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistan û qetlîama Til Rifat, êrîşên li ser Şengal û li ser giringiya xweseriya Şengal axivî.

HATE DÎTIN KU PARÇE BI PARÇE AZADIYA KURDISTNAÊ ÇÊNABE

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar avesta, balkişand ser xebatên girîngiya yekitiya netewî û anî ziman ku divê ev xebat êdî bi yekpareyî were misogerkirin. Li ser encamên van hevdîtin û xebatan Avesta wiha got:

“Hewldanên ji bo yekîtiya netewî, yekîtiya gelê Kurd ji bo pêşî li êrîşên li ser gelê Kurd were girtin giring in. Her wisa di sed sala 21’ê de bi ferasetekî demokratîk, bi felsefeyeke jiyana azad avakirina yekîtiya gelê Kurd bi rastî jî pir giring e. Encax ev feraset dikare vê sedsalê pêşwazî bike. Ev heqîqateke. Ji bo giringî û yekîtiya Kurdanpêkanîna vê wê çi ji bo civaka Kurd bi ser bixe? Gelek caran me tevgera azadiyê ev mijar nîqaş kiriye. Lê mixabin mirov dikare vê bêje ku ji gotinê zêdetir divê mirov vê bibîne. Mirovê Kurd û mirovên Rojhilata Navîn her tim êrîş, zilm û zordarî li ser wan hene. Bi taybet gelê Kurd di van demên derbasbûyî de ji 2013’an vir de li tevahîyê Kurdistanê bi êrîşên cur bi cur re rû bi rû ma. Hem partîyên sîyasî, rêxistinên Kurd, aqlê civakê, wicdanê civakê ê ku dixwazin bibin bersiv û aqlê wê   avabikin, hûnermed, jin, ciwan, qada medenî hemî dîtin ku yekîtiyekî netewî çênebe Kurd ne din parastinê de ne. Dîtin ku li ber biqirkirinê û nemanê ne. Ev rastî van salên dawî bi êşên mezin hatin dîtin. Wek mînak 2015’an gelê Kurdistanê xwest ku rêveberiya xwe ya xweser çêbikin lê çi bû? Êrîşên hovane bi ser wan çûn. Bajarên Kurdistanê bi erdê re kirin yek.

Heman demê Başûrê Kurdistan ji 92’an ve xwedî heremekê ye. Ji 2003’an ve di Iraqê de bi hilweşandina dîktatoriya Saddam bi rengê federasyonê rêxistiniya xwe kiriye. Li gorî destûra bingehîn qanûnê Iraqê ev jî hatiye naskirin lê belê me 2017’an de dît dema bi vîna xwe çi dixwaze wî temsîl bike wê demêçi êrîş bi ser de hatin. Heman demê li ber çavê cîhanê DAÎŞ’ê êrîş bire ser Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûrî û gelên heremê bi hezaran şehîd dan û pergelekî xwe avakirin. Qadên xwe rizgar kirin. Hatin wê astê ku êdî bi hemî awayî xwe îdare dikin û rêveberiya xwe yê xweser çêkirin, dijmin dîsa êrîş bire ser wan. Perçe bi perçe hatê dîtin ku azadiya Kurdistanê çênabe. Azadiya Kurdistan bi aqlekî hevbeş, bi ferasetekî hevbeş, bi nêrîneke hevbeş, bi hev fêmkirinekî hevbeş û bi berjewendiya civakê esas girtinê çêdibe. Gelê me demê dawî dît ku ev encax bi pratîkêdikare pêşbikeve. Rojhilatê Kurdistanê jî heman demê ev çendî sal in radibe ser bîyan û sedan mirov tên qetilkirin. Ji ber ku mafê xwe dixwazin. Ev berxwedan ji bo Rojhilata Navîn jî derbasdar e. Ji bo  vê jî hewldanên ji bo yekîtiya netewî girîngin. Em nirx didin û pîroz dibînin. Helwdanên KNK’ê bi mehanê ked didin em kedên wan silav dikin. Heman demê kar û xebatên li Bakurê Kurdistanê, partiyên Kurdistanî di hilbijartinê de, sala dawî û rêveberiya heremî de hevbeşiyekî çêkirin û vîna xwe derxistin holê. Li beramberî vê dijmin xwest vê vînê têk bibe. Bi qayûm, qirkirin û tinekirinê vê dike. Partiyên Kurdistanî li Bakurê Kurdistanê ev baş fêhm kirine. Ev giringe, ev jî hêjayî silav û nirx dayînê ye. Şewra xwe ya dawî çêkirin, heyetên xwe avakirin. Ew heyet derbasî Başûrê Kurdistanê bûn. Heyeta KNK’ê hevdîtinan çêdike. Dixwiyê hewldanên giring hene. Hunermend, rewşenbîr, nivîskar, jin, dostên gelê Kurd li Cinêvê 2 rojan meşeke mezin kirin. Tevgera me ev  pîroz û silav kir. Ew gotin û stranên wan wicdanê civakê bû, dengê civakê bû.”

KURD KU AQILÊ XWE BIKE YEK WÊ VÊ PÊVAJOYÊ BIKE YA XWE

Ev hewldan bes in? Bêguman na. Em tevgera azadî dixwazin me berê jî daye diyarkirin, Rêber APO ji bo vê kedekî pir mezin daye. Bi dehên sal in, di girtîgehê Îmralî de, di bin tecrîdekî girankirî de pêşnîyar û fikir avakir. Wek konferans ango platformekî netewî û hem jî rêgezên wê ku çawa dikarin yekîtiyê ava bike bi berfirehî da diyarkirin. Neteweya demokratîk bi hemû beşên xwe, bi rengê xwe, bi hemû pêkhateyên xwe li gel hev cih girtine. Divê ku nerîna hemû partiyên sîyasî ji hev cuda bin. Ev tiştekî asayî ye. Lê ya girîng ev cudahî divê nebe sereke. Emê pirsgirêkê xwe yî navxweyî çareser bikin ûdûre yekîtîya xwe avabikin ev  rêbazşaş e. Vê demê dawî mirov dibîne ku encamek jî vê şaşîyê hatiye derxistin. Ango herkes wek hev bifikire wisa em yekîtiya netewî çêbikin en jî şaşe. Qirkirina netewekî di rojevê de ye. Sedsala 21’an dixwazin nexşerêyekê avabikin û Kurdan ji derve bihêlîn. Gelê heremê û gelê Kurd berjewendiyê wî çi ne, divê herkes were gel hev, platformê xwe çêbikin û nexşerêyekî deynin ber xwe. Platformên weke NY ewqas netew têne gel hev. Hemî yek fikirin? Bêguman na. YE em dibînîn 70’ê saliya NATO çêbû. Hemî yek fikir bûn? Na. Yekî got NATO li ber mirinê ye, yekî got di îtîfaqê wê de lewazî heye. Hemû rast in. Lê belê dîsa jî berjewendîya giştî ê ku bûye sedema çêbûna wêdike ku dîsa jî li ser maseyekî rûnên û vê berdewam bikin. Ev ji bo Kurda jî wisa ye. Dibe ku di hinek beşande cudabûn hebin lê divê yekîtiyekî Kurd tiştên hevbeş de, parastina nirxê Kurdan de, di dîplomasiya wê ya hevbeş de, di parastina wê ya hevbeş de divê ev di civîna de nemîne. Hevdû zîyaret kirin, qiymet dane hevûdin mêvanperweriya Kurdan e. Ev tenê têrê nake. Em bi hêvîne ku vê carê divê encamek derkeve holê. Berê jî tevgera me gotibû. Dikare komîteya wê hebe, ev komîte wek çavderiyê be. Ji hemî kes û beşan. Kî yê ku neyê vê yekîtiyê bila êdî bi ser wî de biçin, biryaran bistînin û bila bêjin ku tu yekîtiya netewî naxwazî. Tu Kurda bi qirkirinê re rû bi rû dihêlî. Tu dihêlî ku Kurd êdî nebin xwedî maf. Bila wê reş bikin.

“Em tevger dixwazin bêjin, em  bivê bawer in, ne tenê beşekî Kurdistan di bin xeteriyê de ye. Carinan hin gotin tên gotin belkî niha ne demê wê ye jî. Gava em dibêjin yekîtiya netewî ew wisa dizanin ku li ser  KCK, PKK êrîş hene. Elbet ne wisa ye. Em mafê hemû Kurdan diparêzin. Em dixwazin aqilê lê hevpar ava bikin. Divê keseke berteng nêzîk nebe. Hîn zêdetir  bi berpirsyarî rabe. Divê xwe ji berjewendiyên biçûk dûr bixin. Li berjewendiya giştî û nexşerêya mezin mêze bikin. Ew aqlê hevbeş ku Rêber APO dibêje divê di vî warî de bê çêkirin. Kurd aqlê xwe yê hevbeş bike yek û wê bikaribe vê pêvajoyê bike ya xwe. Em ji vê re amade ne, tişta ku dikeve ser milê me li gorî rêbaz, rêgez, armancê, çi dikeve ser milê me em jê re amade ne. Ji bo ku carekî din sed sala 21’an Kurd nebin qurbanê lîstokê dijminan, komployan û kemînan ji bo neyên tûnekirin tişta ku heya niha me kiriye em ê vê yekê heya misoger bibe berdewam bikin.”

ŞIDANDINA TECRÎDA ÎMRALIYÊ BI ÊRÎŞÊN DERVE RÛ DIDIN

Avesta bal kişand ser tecrita girankirî ya li ser Rêberê gelê Kurd Addullah Oalan û got êrîşên li ser gelê Kurd û heremê asta tecrîdê dide nîşandan û da diyarkirin ku bi Rêberê Gelê Kurd Ocalan re tecîd li ser hemû gelê Kurd hatiye danîn.

“Mijara me ya sereke azadiya Rêberê me ye. Ji bo azadiya Rêbertiya me weke kampanya ango pêngavên demkurt me destpê nekiriye. Dema komplo li ser Rêbertiya me pêş ket, me ev bi zelalî danî holê ku ev komplo û êrîş li ser tevahiya gelê Kurdistanê ye, wisa da pênase kirin û em jî wisa nêzbûn. Pûçkirin û têkbirina komployê encax bi azadiya Rêber APO wê pêk were. Ger Rêber APO di bin tecrîtê de be û pêr re hevdîtin nebin tişta ku li derve dibe dikare vê tecrîdê bibîne. Şidandina tecrîda Îmrali bi êrîşê derve re derdikevin pêş. Ji 7’ê Tebaxê vir de tu agahî ji Rêber APO nîne. Carekî din tecrîdeke ji 4 meh berê heye û girantir e. Ev tecrîd 20 sal in berdewame. Ev çar mehên dawî jî tu agahiya tevgerê û raya giştî jî ji Rêber APO nîne. Ev yek fikaran bi me re çêdike. Çima fikar çêdike? Ji ber ku dijmina gelê Kurd dijminekî wisa ye ku tuehleqa mirovahî pê re nîne. Qaîde û qural pê re tune. Huquqekî navdewletî pêra tune. Her tişt ji bo berjewendiya xwe rewa dibîne. Her tişt ji bo xwe li ser desthilatiyê bigre dikare bike. Êrîşa dagirkeriyê ya 9’ê Cotmehê ya li ser Bakur û Rojhilata Sûrî  encama vê tecrîdê ye. Kesên bi ehlaq, bi wîcdan ji bo ku tecrîd li ser Rêber APO xelas bibe divê beşdarî vê pêvajoyê bibe. Par vê çaxê tevahî raya giştî dizane di 7’ê Mijdarê de pêngaveke nû destpêkir. Tam 200 rojî berdewam kir. Greva birçîbûnê û ya birçîbûna mirinê ku tevahî gelê me rabû ser piya. Helbet dijmin ji vê vîna mezin tirsiya û taqtîk guhert. Hevdîtinek dudu da çêkirin û dîsa kiryarê xwe berdewam kir. Em tevgera azadiyê vê pêvajoyê berdewam dikin. Gelê me û dostê me divê di nava pêngavê de be. Pêngava tecrîdê pişkîne, faşîzmê hilweşîne û Kurdistanê azad bike. Ev ji bo  me sloganekî nîhayî ye. Heya ku ev di pratîkê de bê cîh divê ev tekoşîn berdewam bike. Carinan ji bo ku helwesta gel pêşnekevin, ji bo xapandina dem dema dibêjin belkî hevdîtin hebe. Tiştekî wisa tune, tecrîdeke giran heye û agahiya me ji Rêber APO tine. Ji bo vê divê em di hemû qadan de tekoşînê geş bikin û navenda bilindkirinê jî azadiya Rêber APO ye. Serok APO gotibû “hûn di bin tecrîtê de ne” bi rastî jî tevahî Kurdistan di bin tecrîtê de ye. Wê yek rojeva me hebe ew jî tekoşîn û berxwedan li her derekî bilind kirin, li dor Rêbêr APO çemberekî ji berxwedanê çêkirin û tekoşîn misoger kirin be. Em di vî warî de bi bîryar û bi israrin.”

RÊVEBERIYA XWESER MAFÊ GELÊ KURD E

Sozdar avesta, ji bo salvegera berxwedana rêveberiya xweser ya li Bakurê Kurdistanê şehîdên wê demê bi bîr anî û berxwedana ku hate kirin tê çi wateyê û îro ew berxwedan rihekî çawa li tevahî Kurdistanê ava kir nirxand û wisa berdewam kir:

“Di ser berxwedana xwerêveberiyê re çar sal derbas dibin. Di şexsê pêşengên gel, rêberê gel rêheval Mehmet Tunç, jina tekoşer rêheval Asya Yûksel, heval Sêvê, heval Fatma, heval Pakîze, hevalê Çîyager û Zeryanan de û dayê Taybet ez hemû şehîdên pêvajoyê bi rêzdarî û bi hurmet bi bîrtînim. Bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînim. Ew gotina rêheval Mehmet Tunç got me ‘li hemberî faşîzmê çog netewand û em çog danaynin bila gelê me bi me ser bilind be’û berxwedan nehate jibîrkirin. Berxwedana wan heya roja îro li tevahî Kurdistanê berdewame. Ji beriya 4 sal û heya niha çi hate guhertin? Ango ew dem pêngava ku destpê kirî heya kîjan astê cihê xwe girt? Ev  pir caran hatine nîqaş kirin. Rêveberiya xweser mafê gelê Kurde. Ev tekoşîn 40 salên din jî bidome, Kurd dev ji mafê xwe yê xweseriyê naqere. Li Cizira Botan, li Silopya, li Gimgim, li Hezex, li Kerboran, li Sur û li Şirnaxê gelê Kurd negot em dewletekê ava dikin. Negotin em vêderê ji te qutdikin. Çi gotin? Pêşengên gel ku gel wan bi vîna xwe wan hilbijartibû derketin û gotin me hilbijartina 2015’a ya Hezîranê 80 wekîl me derxist û AKP bi serê xwe nebû desthilatdar ji ber vê got Kurdan ez nekirim desthilatdar. Ev kire kîn û bi ser vîna gelê Kurd de çû. 24’ê Tirmehê şerek li ser Kurda destpê kir. Li seranserê Kurdistanê operasyonên qirkirinê destpêkir. Ew vîna ku 7’ê Hezîranê derket qebûl nekir û çû hilbijartineke pêşwext. Gelê Kurd jî xwezayî got ku em tên parlemento tu maf nadî, ew dem em jî dixwazin xwe bi xwe rêve bibin. Na, hem tuyê perlementoya min de temsîla xwe nekî hem jî tuyê xwe bi xwe jî rêve nebî, tu yê tine bibî. Wê demê li hemberî faşîzmê biryarekewisa gelê me girt û xwest xwe rêve bibe, ev pir girîng û di cîhê xwe de bû. Dijmin faşîst e tabî. Gel xwest bi zimanê xwe, bi çanda xwe bijî Dijmin nehişt û tinekirin da ber xwe, tabî xwezahî wê jî xwe parast. Ew berxwedana wê demê heya 2016’ê havînê jî berdewam kir û pêl bi pêl li Bakurê Kurdistanê belav bû. Ew pêvajoyeke pir mezin bû. Vê berxwedanê rûmeta gelê Kurd parast. Da xwiya kirin ku gelê Kurdistanê çiqas gelekî bi rûmete. Xwedî nirx û mafe. Ew girêdayî azadiya xwe ye. Da diyarkirin ku teslîmiyetê qebul nake. Qirkirinê qebûl nake. Ew gotina Mehmet Tunç gotina kî ye? Gotina sala 1938’an ya Seyîd Riza ye, ya Şex Saîde. Çi dibêje? ‘Min bi lîstokê we nikarîbû ev ji min re bila bibe ders, min li hemberî we çog danaynî ev jî ji we re bibe dert.’ Di hemî dem û wexta de gelê Kurdistanê bêrêzî, bêrûmetiya li ser   xwe qebûl nekiriye. Di rêveberiya xweser de jî ev qebûl nekir. Berxwedana xwe heya dawî berdewam kir û heya niha jî ev berxwedan berdewam dike. Niha jî êrîş sekînîn? Bêguman nesekînîne. Hîn jî berdewame. Dijmin hîn jî dibêje ez te nasnakim. Ne hêla sîyasî, ne ji hêla çandî, ne ji hêla erdnigarî de te nasnakim. Tu jibo  minnînî.’’

HEKE BERXWEDANA BAKÛR NEBÛYA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ PÊŞ NEDIKET

“Li Sûrê, li Şirnex, li Sîlopî, li Cizîrê û Nîsêbîna berxwedana ku bûyî, şahadetên ku çêbûn niha jî berdewam e. Piştî vê jî gelê me di hilbijartina de xwedî li mafê xwe derket. Vê berxwedanê ji Kurdistanê re serkeftineke mezin anî. Berxwedan tu carî nade wenda kirin. Ew lîstokê dijmin û şerê taybet ku niha di çapemeniyê de derdikeve pêş ê JÎTEM’ê û ê MÎT’ê ku di maseya MÎT’ê tê amade kirin û belavî qanala dike. Kurdên ku tam bi nirxên xwe ve negirêdayî hene û ev jî ji wan bawer dikin. Esas mirov nebêjin Kurd, ew yên xwefirotîne. Li ber deriya faşîzmê pariyek nan digerin, derdikevin televîzyonê û dibêjin berxwedana rêveberiya xweser ne cihê wî bû, ne wextê wî bû. Ev gotin hemî şerê taybetin.Efrîn çiqas maf be ku gelê me 58 rojan li berxwe da çiqas birûmet bû û çiqas heqê wî bû ewqas Sur jî heqê gelê Kurd bû. Çiqasî niha li Bakur û Rojhilata Sûrî êrîşê ku ji 9’ê Cotmehê ve berdewam dike, li hemberî van êrîşa sekin û berxwedana gelan çiqas rewa be ewqas ya Cizirê û Şirnaxê jî rewa û pîroze. Ger berxwedanaBakurê Kurdistanê pêşneketa li Bakur û Rojhilata Sûrî jî pêşnediket. Ev êdî rihekî gelê Kurdistanê ye. Divê gelê me yekpare lê mêze bike. Berxwedan û xwedî lê derketin, teslîmnebûyîn, xwedî biryarbûyîn, ji bo azadiya xwe bedel dayîn mirov bi ser dixe. Em tevgerekî ji bedel dayînê netirsiyane û emê netirsin jî. Naxwe gelê me jî li berxwedanêwisa mêze dike ku xwedî li van derdikeve û faşîzmê jî ev yek dît. Em carekî din dibêjin ew pêvajo giring bû û bi tîpên zêrîn di dîroka gelê Kurd de cihê xwe girtiye. Çiqasa komînên Parîsê xwedî nirxe be, çiqasî Şoreşa 17’ê Cotmehê xwedî nirx be, berxwedana 2015’a ya rêveberiya xweser jî ewqas xwedî nirxekî mezine. Di wan jêrzemînan de bi rengekî hovane bi zindî hatin şewîtandin. Ne gelê Kurdistanê ne jî gelê cihanê divê vê tu carî ji bîr neke. Nayê ji bîr kirin. Hesabê wî jî bi avakirina Kurdistaneke bi rêveberiya xweser, demokratîk, Tirkiyekî demokratîk û bi yekitiya gelan were standin.

QETILKIRINA ZAROKAN HEWLDANA BÊHÊVÎKIRINA CIVAKÊ YE

Avesta, dagirkeriya dewleta faşîst ya Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî, qetlîama Til Rifat bi tundî şermezar kir û got qetilkirina zarokan tê maneya ku dahatuya Kurdan kirine hedef. Avesta wiha got:

“Qatlîama Til Rifatê wahşeta faşîzmê carekî din raxist pêş çavan. Gelê Kurdistanê qirkirin bi vî rengî ji dewleta Tirk gelek caran dîtiye. Belkî divê dîrok hinek cuda bin lê feraseta pêk tê û dîmenên derdikevin pir hew û din temam dikin. Tenê gotina şermezar kirin têrê nakin. Bi rastî kulîlkên azadîyê, pêşeroja gelan in zarok. Hedefgirtina zarokan tê maneya hedefgirtina dahatuya mirovahiyê. Kuştina zarokan bê hêvi kirina civakê ye. Dibêje civakê ez te bêhêvî dihêlim. Ezê nehelim tu pêşerojekî azad avabikî. Ji bo ku zarok azad bijîn ev tekoşîn berdewam dike. Hem temen mezinan, hem jî zaroka hedef digre. Yek dixwaze ew dîroka zindî tine bike û yek jî dixwaze pêşeroja wî tine bike. Ez malbatê van şehîdan re silav dikim. Ew sekin û metaneta wan bir rastî jî silav dikim. Gotinên wan pir û pir nirxdar dibînim. Dayîkên wan zarokan bi rastî jî lehengin, qehremanin, jinên azadin, tema azadiyê kirine. Bedelê azadiyê dizanin. Hinek ji wan zarokên şehîdan bûn. Bawê wan şehîd bûn. Cêwî hebûn. Di wê qetlîamê de yek ji cêwî yê xwe şehîd da yê din jî birîndar bû. Li hemberî vî dayîk xwedî sekneke mezin bû. Ev ji çi tê? Ev ji zanebûnê tê. Ev qetlîam zêdetirî bêçarebûna dijmin dide dîyarkirin. Lewaziya wê, hovîtiya wwê, xwîn xwariya wê dide diyarkirin. Ev hêza dijmin nade diyar kirin, dijmin bêçareye. Kengî ev qatlîam pêk anî tam jî dema civîna NATO’yê de pêk anî. Ji hevalbendê xwe re wisa got yan hûnê serî bitewînin hûnê werin gotinê min an jî ezê wisa bikim. Qatlîamê wisa dike ku polîtîqa li ser bide meşandin. Ev faşîzma Erdogan û Baxçelî dide diyarkirin. Heman dîmen me li kû dît? Me li Roboskî dît. Niha salvegera Roboskî jî tê. 29’ê meha 12’an de ev qetlîam pêk hat. 2011’an de çi kirin? 34 kes bi temenê ser 13’e diketin qetilkirin.

Heman demê dîmenên Surucê anî ber çavên me. Ciwanên li bajarê Tirkî hatibûn ku ji bo zarokên Rojava  lîstokan bibin û bexçê jiyanê avabikin li Kobanî. Çi kirin? Li Surucê ewqas mirov qetil kirin. Her wisa li Enqere Garê em dizanin. Ev hemû bi destê dewleta  Tirk bi talîmata Erdogan hatine kirin. Plana wî jî wezîrê wî yê parastinê bi Erdogan re çêkiriye. Bê Erdogan hawana navêje nexweşxaneyan û mekteban. Navêje çihê lîstoka zarokan. Ew gelê berxwedêr yê Efrînê ev 2 zivistan in, di nav şertên giran de li ber xwe dide.. Welatekî hemî zêr û zîv û wekî cînetê bû dijmin hemî qir dike, darê wî qut dike. Nirxê wî têk dibe. Rûxmê wî berxwe dide û teslîm nabe. Bi vî şêwazê dixwaze wan teslîm bigre. Armanca van qetlîaman ev e. lewma me got armanc tenê beşek nîne. heman dîmênê Helepçê ye. Li Şehbayê ev tê jiyîn, li Sûrê jî, li Mereşê jî. Salvegera Mereşê ye jî. Kîjan heremê Kurdistanê nasibê xwe ji faşîzma vê dewletê negirtiye.”

DEWLETA TIRK BI ÇEKÊN NATO'YÊ QETLÎAMAN PÊK TÎNE

“Êrîşên dagirker ên li ser Bakur û Rojhilata Sûrî jî hê didomin.Xwedêgiravîbi hinek hêzan re agirbest danîn lê agirbest çênebûye. Doh  êrîşa giran biriye ser Eyn Îsa. Hêzên navnetewî ger bi vi awayî nêzîk bibin hevkarê dewleta faşîstin. Tenê bi gotin têrê nake. Dewleteke endamê NATO’yê ye. Divê pêşî lê bigrin û qirkirina Kurda re bêjin bes e. Heya dawî nikarin çavên xwe li qirkirina Kurda re bigrin. Gelê Kurdistanêli  berxwe dide. Ewê her tim li berxwe bide. Dewletê Tirk bi çekên NATO’yê qetlîamê pêk tîne. Divê NATO helwestê nîşan bide. NY daxwiyanî dide, dibêje dewleta Tirk zarokên Kurdan qetil dike. Ew dem divê çi bê kirin? Ew dem divê tu heremekî qedexe kiri qebûl bikî. Divê tu xweseriya Bakur û Rojhilata Sûrî qebûl bikî. Hêzêkî sêyemîn têxî wê heremê ji bo ku dewleta Tirk nikaribe vê faşîzma xwe bike. Gotin têrê nake. Li Efrînê berxwedana serdemê, li Bakur û Rojhilata Sûrî berxwedana rûmetê berdewam dike, serkeftinên mezin çêdibin. Divê kes nebêje ev pêvajo bi dawî bû. Hemî awayî qirkirin berdewame. Divê wisa bê femkirin. Hemî Kurdistan û derveyî welat, dostê gelê me, hemî azadîxwaz divê vaya bizanibin. Nebêjin wekî Efrînê bû. Qeymeqamê dagirkeriyê datînin. Heya ku dewleta Tirk di wê xakê de be berxwedan dê berdewam bike. Gelê Efrînê mînake. Tiştek bi dawî nebûye. Ji bo hesabê van qetlîaman bê pirsîn carekî din li Bakur û Rojhilata Sûrî tekoşîna vê demê bi rêbazê demokratîk, bi rêbazê tekoşîn û berxwedanekî mezin li hemberî faşîzmê divê derkeve. Hevdîtin bi Sûrî re hene, hewldan hene, hinek konferans li Bakûr û Rojhilatê Sûrî çêbû. Li Kobanî û parlemena Ewrûpa çêbûn. Helwdan hene divê êdî ev hewldan ber bi encamekî de biçin.”

NÎNOVA MOZAÎKA GELAN E

Sozdar Avesta, êrîşên dewleta faşîst ya Tirk li ser Şengalê anî ziman û got du armancên van êrîşan heye û raperînên ku li Iraqê li kêleka daxwaza gel ji bo Iraq tevlîhev bibe balkişand ser destdirêjiya dewleta Tirk û MÎT’ê û wisa berdewam kir;

“Di vê meha derbasbûyî de li ser Şengalê sê êrîş çêbûn. Bi balafirên bêmirov ev êrîş hatin kirin. Hem li ser bajarokê Xanesorê hem jî li ser Barê qasî ku di çapemenîyê de me şopand êrîş hate kirin. Armanca êrîşa diyare û gelê Şengalê jî me şopand. Hem di daxwiyaniyên xwe û hem jî rojane dihanîn ser ziman. Du armancên esasî hene. Armanca sereke û ya stratejîk bi sedan sala ye feraseta dewleta Tirk ji dema Osmanîya û heya niha li dijî vê baweriyê ye. Ji bo  xwe vê baweri weke xeteriyekî dibînin. Wek hêzêke berxwedêr ku teslîm nebûye dibînin. Yek dixwazin ew rengê Kurdistanî ya resen di şexsê vê civakê de tine bikin. Ew Kurdistanîyên ku modernîteya kapîtalîst heya niha fetih nekiribû dixwazin bi vî rengî vê ji holê rakin. Ya din jî ger nikaribin bi qetlîamê têk bibindivê gel koçber bikin. Di heremê de çawa ku Idlib, Ezaz û cihên din dewleta faşîst xwe di têde bi cîh kiriye li ser Sûrî xeteriyekî mezine û Şengalê jî dixwaze bi şêwazekî xwe di wir de bi cîh bike. Nehêle yekîtiya Iraqê çêbibe. Niha ew xwepêşandanê li Iraqê pêşdikevin bê guman gelê Iraqê gelekî dewlemende. Ji hemî baweriya û netewa têde cîh digrin. Sedemên cûrbecûr ji bo raperînan heye bêguman. Ew mafên wan em ji bo na van tiştekî nabêjin lê divê ev baş bê zanîn herî zêde di Iraqê de nahêle îstikrar çêbibe dewleta faşîst ya Tirke. MÎT’a dewleta Tirk li pişta van heye. MÎT’ dewleta Tirk çawa li Sûrî şerê 7 salaanî halekî wisa ku Sûrî perçe bibe û gelê heremê bi qirkirina re derbas bibin heman demê dewleta Tirk li ser herema Iraqê jî vê yekê dike. Êrîşa li ser Şengalê dixwaze qilifekî din bide. Dixwaze gelan li hemberî hev rake. Çawa ku baregehê xwe li Başîka li Bazan de bi cîh kirine, çawa ku di heremê Behdînan de bi cîh kirine niha dixwaze gav bi gav hûcrê xwe yê razayî ya MÎT dixwaze Iraq tevlîhev bike û niha vî dike. Kî DAŞÎ’ê xwedî kir û DAÎŞ li serê gela bela Erdogan bû. Emîrê DAÎŞ’ê Erdogan e. Vêya herkes dizane. Herî dawî emîrê DAÎŞ’ê li kû hatê kuştin? Li ber pozê Erdogan hate kuştin. Bi DAÎŞ’ê tişta ew sernexistin niha dixwazin ew temam bikin. Armanca êrîşa li Şengalê jî ev e. gelê me yê ku vedigere Şengalê ji bo pêşî lê bigre vê dike.”

EW JÎ DIXWAZE STATÛYA WÎ BÊ NASKIRIN

 “Gelê Ereb, gelê Asûr, Sûryan, Keldanî, Şebekî, Kakaî bi rastî deşta Nînova mozaîka gela ye. Ev qirkirina Şengalê ji hêla hêzên Navnetewî de jî hatiye qebûlkirin ku gelê heremê ji jenesîdekî re derbas bûye, wekî bawerî hatiye hedef kirin ku tûne bibe. Kê ew ji tinebûnê xelas kir? Tevgera azadîyê bû. Gerîlayê HPG û YJA-Star bû. Ê YPG’ê YPJ’ê bû. Çima ewqas Erdogan israr dike ku ev hêzana bikevin lista terorê? Ji ber ku lîstokê wî xera kirin. Ji ber ku ew tinekirin û binxistin. Dibêje bila kesekî zana nebe. Dibêje PKK gel zana dike. Te çûyî Şengalî fêrkiriye ku meclîsa xwe çêbikin. Dibêje beriya PKK li wir YBŞ û YJŞ tinebûn, piştî ew hatin çêbûn demekî ew jî PKK ne. PKK bin jî xirabî ye? Xwe parastin xirabî ye? Nehelîn ferman li ser wan çêbibin tiştekî xirab e?Niha cîhan vê bizanibin êrîşê li ser Şengal çavên xwe li vê digrin ew dem êrîşa dewleta Tirk erê dikin. Fermana 73’an erê dikin. Dibêjin ew fermana bi hezaran jin û zarokên Êzîdî hîna jî di destê DAÎŞ’ê de ne bi tinebûna xwe xwe ava kir. hemî derdorê wî dorpêçkirîbû nedihiştin kîloyek erzak biçe. Kî ew milet xwedî kir? Civaka Êzîdî, gelê Rojava rêveberiya xweser û tevgera azadîyê. Ev serê 5 salan a ew mîlet xwe bi rêve dibe. Elbet wê dest ji xweseriya xwe bernede. Ew jî dixwaze statûya wî bê naskirin. Ev heq ne li derveyî zagonê ye, li gor huquqa Iraqê ye. Iraq di nava xwe de destûrekî xwe yî bingehîn heta astekî demokratîk hebû. Piştî van serhildanan guhertin ango referandum çêbibe. Niha di nava wan de pirsgirêk hene. Lê dewleta Tirk  dixwazeçi bike? Ez îdîa dikim ku li pişta van  Erdogan heye. Hem di milekî de wir tevlîhev dike û hem jî di milekî de êrîşî li ser gelê Şengalê dike ku vînê bişkîne û nehêle di vî pêvajoyê de encam bigire. Ji bo  vê tevahî gelê li Şengalê dijîn, di serî de gelê me yê Êzîdî keda ku ev 5 sale daye, êşa mezin jiyaye.. Qehremanên mezin ku li wir şehîd ketin divê hîn zêdetir saziyên xwe mezintir bikin, rêveberiya xwe xwedî derkevin, li meclîsa xwe xwedî derkevin û li hêza xwe ya parastinê xwedî derkevin. Li YBŞ û YJŞ xwedî derkevin. Mafê tu kesî nîne êrîşê YBŞ û YJŞ bikin. Ew hêz li hemberî faşîzma DAÎŞ’ê hatiye çêkirin. Xwe ispatkiriye û rûmeta gelê xwe parastiye. Çi mafê Erdogan heye êrîşî li ser baregehên YBŞ’ê bike. Gelê me divê dinya xera bike. Gelê Êzîdî divê li Ewrûpa, li Rusya, li Ermenîstan û hemî deverê Kurdistanê dema êrîş li ser Şengalê çêbû divê dinya xerap bike. Ev êrîşên li ser rûmeta civaka Êzîdî ne. Gelê Ereb ku li wir dijîn divê vê yekê qebûl nekin. Nîvê hêzê YBŞ’ê Erebe. Em jî dişopînin gelê din jî têde hene. YJŞ rûmeta mirovatîyê ye. Ew jînên ku di sûkan de hatin firotin hîna jî YE ev yek wek kerasetekî dibîne ew dem ew jina ku xwe diparêze hemî mafê wê heye. Divê gelê me xwedî li mafê xwe derbikeve. Maclîs, sazî û dezgehê xwe mezin bike. Tu carî çav tirsandî nebe. Bı vi mûnasebetê sekna gel pîroz dikim. Piştî van êrîşan zarok, ciwan, dayîk derketin ser televîzyonê û gotin emê cihê xwe bernedin. Helwest pîroz bû û rast jî bû. Divê hîn zêdetir jî bibe. Di bin destûra bingehîn ya Iraqê de bi şêwazeke demokratîk mafê xwe yê xweserî, yê mîrovî, yê  bawerî û mafê xwe yê azadî divê bi hemû awayî lê xwedî derbikeve. Me berê jî daye diyarkirin gelê me li kûderê di xeteriyê de be em bi wan re ne. Di serî de civakên ku pêwistiyên wan bi parastinê hene. Divê gelê me yê Êzîdî bi xwe bawer be û xwe bike hêz. Divê di serî de Êzîdîyên li Bakur vegerin Şengalê. Êdî li ba faşîzmê nemînin. Ew êrîşên li Xanesorê divê li hember derkevin.”

GARANTIYA DESTKEFTIYAN GERÎLAYÊN AZADIYÊ NE

Endema Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta, herî dawî bi girîngî û bi hişmendiya demê divê çawa were tevgerandin, ketina sala 2020 divê bi çi awayî be nirxand û balkişandE ser bexwedana gerîlayên tevgera azadiyê û gotinên xwe wisa bi dawî kir:

“Herî dawî em pêvajoyekî pir giring de ne. Me salekî têr û tijî li dû xwe hişt. Ji destpêka salê heya niha tijî berxwedane. Di serî de tekoşîna di zindanan de destpêkir bi pêşengtiya rêheval Leyla Guve, di 7’ê Mijdarê de û pêl bi pêl bi tevahî Kurdistanê belav bû. Salekê bi destkeftiyên mezin hatin destxistin. Gerîlayê azadiyê yên HPG û YJA-Star tevahîya salê û di vî demê de jî bi hemî awayî seranserî Kurdistanê û herema parastina medya nirxê ku pêşketine parastin. Hebûna xwe hîn xurtî da diyarkirin. Bi cihanê jî da ispatkirin ku ti hêz nikare gerîlayên azadiyê tine bike. Garantiya hemû destkeftiyan jî gerîlayê azadiyê ye. Herî pir ji gerîlayên azadiyê ditirsin.Ew wezîrê derva ya Erdogan heye, her roj ji xwe re tiştekî dibêje. Ewqas ji gerîla ditirse ku her roj di xewnê de gerîla dibîne. Dibêje dudu ji vir reviyan û dudu nizanim çi bû. Hêvîyê xwe bi çar malbatan girê daye û biriye xistiye nava konê de û dixwaze gerîla wisa têk bibe. Di vê pêvajoyê de çalakiyên mezin bi Cenga Heftanînê hate destpêkirin, bi rastî jî girîngin. Vê berxwedanê silav dikim û pîroz dikim. Dîsa sala gerîla bû. Dîsa sala jinan bû, berxwedana xwe bi xurtî pêşxistin. Pêngav pêşxistin û mezin kirin. Qetlîam, koçberî li ser çêbû, destdirêjayî çêbû hîn jî ev berdewamin û tiştên hovane ne. Lê dîsa jî berxwedana jinê ya gerdûnî berdewam dike. Li dijî dagirkeriya li serBakur û Rojhilata Sûrî  ku di salvegera komploya 9’ê Cotmehê de çêbû,hêzên navdewletî erka xweyê ehlaqî û wîcdanî pêk neanîn û tenê jî hiştin. Lê dîsa jî di şexsê gelê Bakur û Rojhilatê Sûrî de tekoşînekî pîroz pêşket û hîna jî berdewame. Cîhan hemû dît Bakur û Rojhilatê Sûrî xwedî nirxê mezin e, xwedî pergaleke pêşketi û mirovahîye. Ev pergal wê bi rêveberiya xweser  berdewam bike. Li ser vê esasî sala 2019’ê banga 2020’’an e. 2020’an em ê bi berxwedanekî mezin, bi destkeftiyên pîroz, bi parastina û mezinkirina dest pê bikin. Êrîşên ku li hemû cihan pêşdikevin tirsa xwe ya mezin ya ji vê ye. Tevgera azadiyê şahadetên wî jî çêdibin û tevlîbûnê wî jî pir mezinin. Milîtantiya wî jî pir pêşdikeve. Hem tekoşîna gelê me, hem ya tevgera me û hem jî sekna Rêber APO pêşeroja gelê Kurdistanê û azadiya gelê Kurdistanê wê dest bixînin.”