Avahiyên ku xisareke giran li wan bûne, cihê metirsiyê ne

Li Wanê û navçeyên wê bi sedan avahî hene ku di her du erdhejên sala 2011'an de xisareke giran li wan bû. Fikar hene ku bi erdhejeke bi tundiya navîn wê ev avahî hilweşin û bibin sedema mirina mirovan.

Di sala 2011'an de li Wanê û navçeyên wê du erdhej pêk hatibûn û birînên wan hîn jî nehatine pêçandin. Bi sedan avahî hene ku ji ber erdhejên 2011'an xisareke giran li wan bûne. Tê gotin, eger erdhejek bi asta navîn de rû bide wê ev avahî hemû hilweşin û bibin sedema mirina mirovan.

Ji ber erdheja bi dijwariya 5.7 pile ku li bajarên Xoy, Salmas û Kotol ên Rojhilatê Kurdistanê qewimî, li navçeya Elbak a Wanê 10 kesî jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes birîndar bûn û bi sedan xanî û kanîn hilweşiyan.

Li Wan û navçeyên wê her tim erdhej lê diqewimin, avahiyên xisareke giran li wan bûne, cihê metirsiyê ne. Li navçeya navendî ya Wanê li Rêya Armûşê, Tûşba, Artemêtan û Erdîşê li her kolan û taxê avahiyên xisareke giran li wan bûne hene. Tevî vê yekê her wiha bi hezaran avahî hene ku xisareke giran li wan bûbûn û rayedarên dewletê jî bi berdêla bertîlê veguherandin avahiyên nîv xisar lê bûne. Mirovên li Wan û navçeyên wê li nava wan avahiyan e bi tirs û fikar in.

'TEDBÎR NEHATINE WERGIRTIN'

Eger avahiyên xisara giran li wan bûne hilweşin, wê bi sedan mirov jiyana xwe ji dest bidin. Tevî ku van mirovan gelek caran serlêdan kirine, lê belê heta niha di vî warî de kar nehatiye kirin. Mirovên ku xisareke giran li xaniyên wan bûne ji ber bêderfetiya madî nikarin xaniyên xwe bidin hilweşandin. Şêniyên herêmê dibêjin ku rayedarên dewletê bi berdêla pereyekî zêde didin hilweşandin, lê derfetên wan ji bo vê yekê nîne.