Av, elektrîk û gaz li ser şêniyên Wanê tên birîn

Li Wanê ku ji ber krîza aboriyê û şewbê bi hezaran kes bêkar mane, yên ku nikarin deynê av û elektrîkê bidin, elektrîk, gaz û av li ser wan tê birîn.

Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku di bin deynan de ye, fatûreyên giran ên elektrîk, gazê û avê li mirovan dibire. Ji ber ku gelekî giran e welatî jî nikarin fatûreyan bidin.

Şîrketa elektrîkê ya ser bi desthilatdariyê ve, tevî ku bi kar neanîne jî li mirovan cezayê 5-20 hezar TL ê elektrîka qaçax dibire. Li Wanê ji ber îdîaya 'bikaranîna elektrîka qaçax' doz li gelek kesan hatiye vekirin. Mirovên ku fatûreyê nikarin di dema xwe de bidin, av, elektrîk û gaz li ser tê birîn. Ji ber fatûreyên giran bi hezaran kes bi rojane bê elektrîk û bêav mane.

Ji ber krîzê û şewbê rêjeya bêkariyê ya li Wanê gihîştiye 85 ji sedî. Ji ber krîza aboriyê, şewbê û bêkariyê gel di bin deynan de ye. Mûstafa D. yek ji hezaran mirovên li Wanê nikare fatûreya elektrîkê bide. Mûstafa D. dibêje, "Ji ber fatûreya giran nikarim deynê xwe yê elektrîkê bidim. Elektrîk li ser me birîn. Ew fatûreyê li gorî kêfa xwe dinivîsînin. Elektrîka ku me bi kar neaniye jî fatûreya wê li me dibirin. Hikumeta AKP-MHP'ê hewl dide fatûreya krîzê li me bibire."