Aştî: Êrîş li ser hemû Kurdan e

Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetullah Aştî got êrîşa dagirker a li ser Bakur Rojhilatê Sûriyê êrîşa li ser hemû Kurdan e.

Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetullah Aştî got divê hemû Kurd li dijî êrîşa dagirker a Tirk a rawestin.

Ayetullah Aştî ji ANF'ê re axivî, got dewleta Tirk eva sed sal in Kurdan dikuje û her carê hincetekê ji komkujiya xwe re dibîne. Aştî komkujiya Roboskê bi bîr anî û got ji Roboskiyan re jî got, ''eşkiyayên qeçaxçî' u wiha hewl da ji komkujiyê xwe pak bike û got divê mirov bi çarçoweyê li hincetên ji bo êrîşa dagirker a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî binere.

BÊYÎ WEKHEVIYÊ BIRATÎ NABE

Aştî got li gel banga ji bo yekîtiya Kurdan divê heman bang li Tirkan jî were kirin û got, ''Îro Kurd ne xwedî dewlet in lê Tirk xwedî dewlet in. Ev dinya bi qasî ku ji têra me jî bike û têra wan jî bike berfireh e. Dîroka wan a fermî jî dibêje Kurd û Tirk bi hezaran sal in bi hev re dijîn lê biratiya wiha nabe. Dewleta Tirk li gorî ziman û mezheba Tirk dimeşe. Tiştekî têkilî Kurdan pê re tine. Biratî bi wekheviyê dibe lê dema ku mirov li wekheviyê dinere tiştekî wiha tine. Ji ber vê ku diyalog û muzakere hebin divê mirov dev ji şer biqere.''

BI BARZANÎ RE DAXWAZA HEVDÎTINÊ

Aştî her wiha got ew bi rengê tifaqa Kurdistanê van rojên pê biçine Başûrê Kurdistanê, têkilî dagirkeriya Tirk bi Mesûd Barzanî û rêveberên din re rûnini ji bo ku Kurd hemû bi hev re tevbigerin. Aştî got, ''Me partiyên Kurdistanî biryareke wiha stand. Hê li ser rêbazê zelaliyek tine. Bi mîsogerî em ê biçin û ji ob ku Kak Mesûd di siyaseta cîhanê de rola xwe bilîze em ê daxwazên xwe diyar bikin.''