Aso: Gerîla derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin

Rojnamevan Rizgar Aso bal kişand ser zêdebûna êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî çeperên berxwedanê yên hêzên gerîla û got; "HPG ji destpêka şer heta îro bi teknolojî û taktîkên curbecur derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixe."

Rojnamevan Rizgar Aso têkildarî zêdebûna êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û rewşa qadê û çalakiyên gerîlayan ên li dijî van êrîşan bi taybet çalakiyên gerîla yên di 29’ê Hezîranê de li herêma Xakûrekê û di heman demê de li herêma Zapê pêk hatin de, ji ajansa me ANF’ê re axivî.

Aso ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi dîmen rewşa li wir vedibêje wiha dibêje “Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Başûrê Kurdistanê û çeperên berxwedanê yên gerîlayên Hêzên Parastina Gel dewam dikin. Li gorî çavdêriyên me di van rojên dawî de li herêma rojavayê Zapê ango herêma Şehîd Delîl û herêma Sîda; li gorî herêmên din, hejmar û dijwariya van êrîşan zêdetir bûye. Lê tevî wan jî gerîlayên Hêzên Parastina Gel ev êrîş bêbersiv nehiştin. Hêzên Parastina Gel ji destpêka şer heta îro bi teknolojî û taktîkên curbecur derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin. Di nav van taktîkan de em dikarin behsa ‘Tîmên gerok’ yên di nav gerîlayan de bikin, ev tîmên gerok ji bo parastina tunel û kelehên berxwedanê yên Hêzên Parastina Gel karîn rolek mezin û bibandor di şer de bilîzin û karîn derbên giran li artêşa Tirk a dagirker bidin.

Gerîla û tîmên wan ên tevger di 29’ê Hezîranê de li herêma Xakûrekê bi çekên giran û heman rojê li herêma Zapê jî bi taktîkên sekvaniyê li artêşa Tirk a dagirker xistin. Di 29’ê Hezîranê de bi boneya pîrozkirina 30’ê Hezîranê ku di dîroka têkoşîna gelê Kurd de rojeke girîng e, ev çalakî ji aliyê gerîlayan ve hatin lidarxistin. Di 30’ê Hezîranê roja şehadeta Zeyneb Kinacî ye ku di nav Kurdan de bi navê Zîlan tê naskirin. Zîlan di vê rojê de bi fedakirina canê xwe û şehadeta xwe ve karî rojeke girîng li dîroka têkoşîna Kurdan û di xeta azadiya jinê û jiyana azad a Kurd û gelên din de zêde bike.