Asayîşa Silêmanî daxuyaniya parêzeran a ji bo Ocalan asteng kir

Hêzên asayîşa Silêmanî rê nedan ku parêzerên Başûrê Kurdistanê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî bidin.

Di 14’ê Îlonê de ji welatên cûda yên dinyayê 385 parêzeran ji bo serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê ya Tirk dan. Parêzeran li Brukselê bi civîneke çapemeniyê ev daxwaz pêşkêş kiribûn. Parêzerên ji 22 welatan rewşa li Îmraliyê wekî ‘Tecrîdeke taybet û cihêkar a li ser Abdullah Ocalan’ nirxandibûn.

Li Başûrê Kurdistanê jî bi heman armancê kampanayek hate destpêkirin. Endamek Desteya Amadekarî ya Kampanyaya Parêzeran ragihand ku biryar bû îro li ber derê Dadgeha Silêmaniyê daxuyaniyek çapemeniyê were dayîn, lê asayîş destûr neda.

Endamê Desteya Amadekarî ya kampanyaya parêzêran Şoreş Xidir ji Rojnews re axivî û got; “Asayîşê ji mere got bi ti awayekî nabe ev daxuyanî were dayîn. Weke hêcet jî dibêjin we destûr negirtiye, me jî ji wan re got ku ev ne xwepêşandan yan jî çalakiyek cûdaye, lê ku pêwîst be em dikarin destûr jî bigrin. Lê ji mere gotin, eger destûra we hebe jî em nahêlin hun daxuyaniyê bidin. Ji xwe beriya em biçin jî asayîş li ber derê dadgehê kom bibû.”

Şoreş Xidir di dawiya axaftina xwe de got; “Zêdetirî 44 parêzeran li herêmên cûda yên Başûrê Kurdistanê îmze ji kampanyayê danîne. Emê dema pêş de li cihek din derbarê encamên kampanyayê de daxuyaniyek çapemeniyê bidin.”