Asayîşa PDK’ê rê nadin ku Êzidî vegerin Şengalê

Asayîşa PDK’ê rê neda 50 malbatên Êzidî yên ku tevî belgeya wan a derketina ji kampê hene ku vegerin Şengalê. 50 malbat niha li gundê Xetarê ya di navbera Dihok-Mûsilê de tên ragirtin.

Li gorî agahiyan 50 Malbatên Êzidî tevî belgeya vegerê ji rêveberiya kampên xwe wergirtine daku vegerin Şengalê, lê ji aliyê asayîşa PDK'ê a li Gundê Xetarê ve hatine astengkirin.

50 malbatên Êzidî yên ku Asayîşa PDK’ê pêşî lê girtine li gundê Xetarê ya di navbera Dihok-Mûsilê de hatine rawestandin.

Li ser mijarê rêveberê bajarokê Sinûnê Xwedêda Çûkê ji Rojnewsê re axivî û diyarkir ku gelek malbatên Şengalê dixwazin vegerin Şengalê.

Xwedêda destnîşan kir ku rojên borî gelek malbatên xwestin vegerin Şengalê em pêre bûn alîkar û vegeriyan, lê îro Hikûmeta Herêma Kurdistanê rê li pêşiya koçberên Êzidî girt ku vegerin Şengalê. Xwedêda diyar kir ku ber vê jî hikûmeta Iraqê bêdeng in.

Herî dawî Xwedêda bang li saziyên mafê mirovan û Neteweyî Yekbûyî dikin ku di demek nêzîk de çareseriyek ji bo vegera van malbatane bibînin.”