Asayîşa PDK’ê kadroyekî YNK’ê revand

Ragihandina Yekîtiya Niştîmanî Kurdistanê (YNK) ragihand ku asayîşa PDK’ê endamekî komîteya wan a Şêladizê revandiye.

YNK'ê di ragihandina xwe ya fermî de bi awayek lezgîn ragihand ku asayîşa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) endamekî komîteya wan a bajarokê Şêladizê revandiye.

Li gorî agahiyan, kadroyê YNK'ê yê hatiye revandin, Beprirsyarê Komîteya Xwendevanên Kurdistanê Mehdî Rêkanî ye.

Ev ne cara yekemîne ku PDK bi vê şêwazê kadro û alîgirên YNK û aliyên din ên siyasî destgîr dike. PDK'ê ev şêwaz ji xwe re kiriye çandek.

26’ê Tîrmeha bihorî jî bi heman rengî PDK’ê li gundê Bêxme yê bajarokê Xelîfanê kemîn danî pêşiya gerîlayan û heya niha tevî hemû bangewazî û daxuyaniyên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û gel, PDK’ê ti daxuyaniyek derbarê aqûbeta her 3 gerîlayan de nedaye.

Ji bilî wan dîsa zêdetirî meheke ku 3 endamên Nûnertiya Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê destgîr kiribû ku heya niha ti agahiyek derbarê yek ji wana nedaye û serbest bernedaye.

Di vê hefteyê de jî 3 endamên RJAK’ê destgîr kir û heya niha têkildarê wana jî ti agahiyek nedaye.

Di nava 2 salên bihorî de jî çendîn car bi komî welatiyên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) destgîr kiriye.