Meşa ciwanan a ber bi Garê ve tê astengkirin

Ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî êrişkariya PDK'ê û hewldanên provokasyonê yên li hemberî qadên gerîla, li hev kom bûn û xwestin ber bi herêma Garê ve biçin. Lê belê Asayîşa Teqteqê nehiştin ku ciwan bimeşin.

Bi dehan ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî provokasyonên PDK'ê îro li bajarokê Teqteqê yê navçeya Koyê ya Hewlêrê li hev kom bûn.

Ji bo pêşî li vê êrişkariyê bigirin, ciwanan xwestin ber bi herêma Garê ve bimeşin.

Lê Asayîşa Teqteq beriya ku meş destpê bike bi ser koma ciwanan de girtin û nehiştin ciwan bimeşin. Tevî hemû astengiyan ciwan bi israrin ber bi Garê ve bimeşin.

Hêzên Asayîşê di heman demê de dest danîn ser kamerayên kedkarên çapemeniya azad Rojnews, ANF, Aryen TV, Stêrk TV. Asayîşê nehêla rojnamevan nêzî çalakiya ciwanan bibin.