Aryana ber bi şoreşê ve dimeşiya

Gerîla Aryana (Yasemîn Maç) gelek temen di nava temenê xwe de vehewand. Bi gotina "Ez ê bi re biguherim, bi rê re nû bibim' meşiya. Her ku meşiya rêyên nû keşif kir.

Me gelek lehengên Kurdistanê, gelek şoreşger û sosyalîstên ku li quntarên çiyê hewl dan jiyaneke nû ava bikin, ji rojnivîskan nas kir. Yek ji şehîdên Tevgera Azadiyê Şehîd Aryana Baran (Yasemîn Maç) jî hingî nas kir.

Dema ku mirov rojnivîska wê dixwîne, dixwaze hîn bêhtir bixwîne û her ku dixwîne baweriya xwe pêk tîne ku dikare bi cih bê anîn.

Şehîd Aryana Baran ev gotin li pey xwe hiştibû: "Beriya jiyana li nava PKK'ê ez di nava jiyaneke cuda de bûm ku min ti carî wate û kûrahiya jiyanê fêhm nedikir. Lê belê ti ji kêliyên jiyana min a 20 salan a li nava PKK'ê bêwate nebû. Yên bêwate bi xwe jî bi wate bûn. Ji ber ku hin tiştan ji wan hîn bûbûm û jê gihîştim wateyan. Di wê baweriyê de me ku ya ku bi têgihiştî tê jiyîn bi wate ye. Di vê rêyê de kêmasî û şaşitî hebe jî mirov gelek tiştan bi dest dixin. Baş e, ez ê çawa karibim van nirxan, van qewimînan daîmî bikim? Ez ê çawa karibim vebêjim ku min ewqas bedewî dîtiye û jiya ye? Ez ê çawa karibim mirovan bidim bawerkirin ku li van çiyayan mîna zêr xezîneyek heye. Tiştên ku jiyam ne kêm e, xwezî karîbûma vebêjim. Bêgumam tiştên ku jiyam dibe ku ji bo hinekî din nebe xwedî wateyekê. Ya girîng ew e ku ez çi wateyê li bûyerên ku min jiya ye dikim. Yên ku min jiya ye..."

JI HÎLWANÊ BER BI RÛSYAYÊ, JI WIR JÎ BER BI ÇIYÊ VE

Baş e, Aryana Baran kî bû, li ku ji dayik bû, li ku mezin bû û dilê xwe ava kir? Kengî û li ku tevlî karwanê nemiran bû?

Gerîla Aryana di meha Gulanê de ku meha tovreşandina şoreşgeran e di 15'ê Gulanê de ji dayik bû. Li navçeya Hîlwanê ya Rihayê li nava malbagteke welatparêz, bi çanda şoreşgerî mezin bû. Ji ber zext û zordariya faşîst û dagirkeran, neçar ma ku koçî welatê sar Rûsyayê bike. Jin a ciwan a bi navê Yasemîn li vî welatê mîna qeşayê spî, germahiya Rojhilata Navîn hîs kir. Sala 1999'an piştî ku Rêber Apo dîl hate girtin biryar da ku berê xwe bide çiyayên Kurdistanê û hat çiyayên Kurdistanê.

Yasemîn a ku gelekî ji çiyayên Kurdistanê hez dikir, navê 'Aryana' li xwe kir. Hevalên wê jî timî bi navê 'Aryana Rûs' bang lê dikir.

NÛBÛNA BI RÊWÎTIYÊ RE

Gerîla Aryana li çiyê herî zêde ji rê hez dikir. Di rojnivîska xwe de wiha digot, "Bi rê re ez ê biguherim, bi rê re ez ê xwe nû bikim'.

GELEK JIYAN DI NAVA TEMENÊ XWE DE VEHEWAND

Gelo çend jiyan di nava temenekî de dikare bê vehewandin?

Gerîla bi dehan jiyanî di nava temenekî de vedihewîne.

Gerîla Aryana jî gelek jiyan di nava temenê xwe de vehewand. Meşiya her ku meşiya rêyên nû keşif kir. Di rêwîtiyên nû de gelek şervan nas kir. Her ku çû bêhtir pê ve hate girêdan. Sala 2021'ê di rêwîtiyekê de tevlî karwanê nemiran bû.