Arvas li Wanê sazî nehiştiye ku xizmên xwe nexistiye nav

Parlamenterê AKP'ê yê Wanê Abdulahat Arvas nêzî 70 xizmên xwe xistiye nava saziyên dewletê.

Liv û tevgera Arvasiyan a li Wanê, piştî ku Abdulahat Arvas sala 2018'an di hilbijartinê de bû wekîlê AKP'ê zêde bû. Hema li ser serê hemû saziyên cemaweriyê Arvasî hene.

Têkiliya Arvasiyan a bi dewletê re xwe dispêre salên destpêkê yên Komara Tirkiyeyê. Seyyîd Mûhammed Siddik dema ku Miftiyê Wanê bû di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de li navçeya Payîzavayê ya Wanê di şerê bi Ermenan re jiyana xwe ji dest da. Kurê wî Seyyîd Mûhammed Masûm heta sala 1942'an ku jiyana xwe ji dest da, Miftiyê Bajêr bû. Seyît Mûhammed Arvasî yek ji damezrînerên Cemiyeta Mudafa-î Hiqûq a Wanê bû ku di Qirkirina Ermenan de rola xwe sereke bû. Weke mebûsê Wanê ji bo meclîsê hatibû vexwendin. Miftîtiya Wanê ji damezrandina komarê û heta vê dawiyê ji aliyê Arvasiyan ve dihate kirin.

Nêzî 70 xizmên Parlamenterê AKP'ê Abdulahat Arvas li nava saziyên cemaweriyê dixebitin. Yên ku beriya parlamenteriya Abdulahat Arvas ketibûn nava saziyên dewletê, piştî wekîlbûna Arvas di asta payebilind de hatin bicihkirin. Ji xizmên Parlamenterê AKP'ê yê Wanê Reşît Arvas li Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê personelê akademîk, Mekî Arvas Serokê Şaredariya Bahçesarayê; Cuneyt Arvas Midûrê Perwerdeya Milî ya navçeya Qelqeliyê; Sibgatullah Arvas Miftiyê Navçeya Westanê; Ubeydullah Arvas Midûrê Weqfa Alîkarî û Piştevaniya Civakî ya navçeya Tûşbayê; Tûrgût Arvas Rêveberê Herêma Wanê ya Bankaya Zîraatê, Alîkarê Midûrê KOSGEB a Wanê; Abdulilah Arvas rêveberê Serokatiya Daîreya Arkujiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê; Adil Arvas li Midûriyeta Tenduristiyê ya Wanê û keça wî Şeyma Arvas jî li Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê weke hîndekara perwerdeyê dixebitin.

Nûrûllah Arvas jî weke Serokê Şaxê Wanê yê Diyanet-Senê, endamê Desteya Rêveber a Wanê ya Cîhannuma, Serokê Ragihandina Saziyî ya Wanê, Alîkarê Serokê Bajêr ê Memûr-Sen a Wanê û endamê Desteya Kontrolkirina Navendî ya Giştî ya Diyanet-Senê sê maeşan distîne.

Malbata Arvas herî zêde li navçeya Erdîşê hikumdariya xwe çêkiriye. Seyîd Hasan Arvas li Qeymeqamtiya Erdîşê weke midûr wezîfeyê dike.

Li Wanê gelek medrese û kûrsên quranê hene. Li Wanê Navenda Perwerdeyê ya Abdulbakîr Arvasî, li Erdîşê Kûrsa Quranê ya Mêr a Arvasî, Kûrsa Quranê ya Keçan a Arvasî hene. Li navçeya Bahçesarayê jî medreseya Arvasî heye.