NÛ BÛ II

Artêşa Tirk û çeteyên wê êrîşî Erîma kirin: Hejmara qurbaniyan zêde bû

Artêşa Tirk û çeteyên wê bi obusan êrîşî bajarokê Erîma yê Minbicê kirin. Di encama êrîşê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 14 jî birîndar in.

Hejmara qurbaniyên topbarana artêşa Tirk ku êrîş biribû li ser bajarokê Erîma, bûn 3 kes.

Welatiyekî ji bajaroka Erîma ku ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker bi giranî birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da. Bi vê yekê ve li gel Mehmûd Mihemed û Mihemed El-Faris ê di topbarana artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dabûn, hejmara qurbaniyan bû 3. Navê kesê 3’yemîn ê ji hêla artêşa Tirk a dagirker hat qetilkirin, nehat zelalkirin.

14 welatiyên ku ji ber topbaranê birîndar bibûn, li nexweşxaneyên Berkel û Tişrîn ên bajarê Minbicê têne dermankirin. Rêveberiya Nexweşxaneyan ragihandin ku pêdiviya birîndaran bi awayekî lezgînî bi cureyê xwînê ya 0 rh- (0 negatîve) heye.

Artêşa Tirk îro saet di 13.00′an de ji gundê Şêx Nasir, bajaroka Erîma yê dikeve rojavayê bajarê Minbicê topbaran kiribû.