Artêşa Tirk û çeteyên DAIŞ'ê bi hev re êrîşî gundên Minbicê kirin

Artêşa Tirk û çeteyên wê û DAIŞ’ê di seatên serê sibehê de êrîşê gundê dikevin rojavayên Minbicê kirin. Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şerwan Derwîş ragihandin ku êrîş û şer heta niha jî didomin.

Artêşa Tirk û çeteyên wê piştî ku Bab dagirkirin berê xwe dan gundên Minbicê. Îro di seatên sibehê de çeteyên DAIŞ'ê êrîşî gundê Misteha yê ku dikeve rojavayê Minbicê û di heman demê artêşa Tirk û çeteyên wêjî êrîşî gundê Xalidiye, Lacli û Hutayê kirin. Bervedkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şerwan Derwîş diyar kir ku êrîşa çeteyan yê li ser gundê Misteha hatiye şikandin û 5 cenazeyên çeteyan ketine destê şervanan.

Derwîş diyarkir ku di şerê qewîmî de êrîşa çeteyên DAIŞ'ê hatiye şikandin û wiha got: "Êrîşa artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser gundê Xalidiye, Lajli û Huta heta niha jî didome."

Di berdewama axaftina xwe de Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şerwan Derwîş wiha got: "Êrîş bi hev re û di heman demê de pêk hat. Weke Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li dijî êrîşan parastina xwe kin û şer destpê kir. Şer heta niha jî berdewame. Şerê ku bi şêweyekî hemxwet ji Babê li ser Minbicê, weke ku hevpeymanek dinavbera wan de heye tine bira me. Eger lihevkirinekî wiha nebe jî ev êrîşên ku hevpar û heman wextî li ser me, lihevkirina dinavbera artêşa Tirk û çeteyan de dide nîşandan.