Artêşa Tirk sînor derbas kir; gerîla derbeke giran li wan da

Artêşa Tirk ji Çelê sînorê Başûrê Kurdistanê derbas kir, piştî ku gerîla bersiv da şer dest pê kir û şer hê jî berdewam e.

Şevê dî artêşa Tirk ji Çelê ya Colemergê sînorên Başûrê Kurdistanê derbas kir. Piştî ku hêzên gerîla bersiv dan û şer dest pê kir,14 leşkerên Tirk hatin kuştin. Li gelek cihan şer heye û êrîşên hewayî berdewam dikin.

Nûçegihanên ANF’ê yê li herêmê ev agahî dan;

Balafirên şer ên Tirk şevê dî saet 20.00’an xeta sînor a Çelê bombe kir. Piştî bombekirinên hewayî leşkerên Tirk sînor derbas kirin. Leşkerên Tirk qadên Şehîd Munzur, Cîloya Biçûk û Qela Bedewê kirine hedef, di navbera gerîla û leşkerên Tirk de şerekî dijwar dest pê kir.

LEŞKERÊN TIRK KETIN QADA GERÎLA YA BI KEMÎNÊN TEQEMENIYÊ

Leşkerên Tirk piştî ku ketin cihekî ku gerîlayan berê kemînên teqemeniyê danîbûn derbeke giran xwarin. Diyar bû ku piştî teqîna kemînên teqemeniyê û piştî ku gerîlayan li wan reşand 14 leşkerên Tirk hatin kuştin. Jêderên gerîla diyar dikin hejmara leşkerên ku hatine kuştin dibe ku zêdetir bin.

Hate ragihandin ku tevgera bi ser Biznê Boqaxi û Qela Bedewê ya li heman herêmê berdewam dike û leşkerên Tirk dixwazin bi pêş ve biçin. Lê ji ber ku hêzên gerîla bersiv dane tê diyarkirin ku leşkerên Tirk nikarin bi pêş ve biçin.

Tevgera bejayî û hewayî ya li herêmê pir zêde ye.