'Artêşa Tirk li Zagrosan derbeke welê xwar ku ti carî ji bîr nake'

Ji fermandarên YJA Starê Melsa Mûş: Çawa ku beriya hezar salî li vê cografyayê di asta şoreşê de têkoşîna azadiyê hate meşandin, îro jî heman rastî di şexsê zarokên vê cografyayê de li asta herî bilind tê birêvebirin.

Ji fermandarên YJA Starê Melsa Mûş tevlî 'Bernameya Taybet' a Stêrk TV bû û şerê 2 mehên dawî yên li Zagrosan nirxand.

'EV ŞER ŞERÊ SERKETINÊ YE'

Melsa Mûş bal kişand ser karakterê dîrokî yê Zagrosan ku timî xwedî ruhekî şoreşgerî bû û got, "Rastiya şoreşgerî ya ji serdema neolîtîk û vir ve rû da, bi têkoşîna gelê Kurd û berxwedana gerîla jinûve bi rengekî şênber xwe nîşan daye û nirxên şoreşê jinûve diafirîne. Lewma ev şer şerê serketinê ye. Rastiya ku di encama berxwedanê de derkete holê ev e.

Çawa ku beriya bi hezaran salî li vê cografyayê di asta şoreşê de têkoşîneke azadiyê hate meşandin, îro jî heman rastî di şexsê zarokên vê cografyayê de li asta herî bilind tê birêvebirin. Ruhê azadiyê yê vê cografyayê îro li dijî hêzên serdest û dagirker ji nû ve tevdigere. Li vê cografyayê ev ruh ti carî winda nebû Û her tim wê dewam bike. Lewma ruhê têkoşînê yê ku di nava vê demê de li dijî vê operasyonê de derkete holê xwedî wateyên gelekî mezin e. Bi taybetî ruhê Gerîlayên Modernîteya Demokratîk û performansa ku li qadên operasyonê nîşan dan, di wê astê de ye ku mînak bê dîtin. Hem bi afirîneriya teknîk û taktîkê, hem jî bi taybetî bi ruhê Apoyî ku xwe dispêre îdeolojiya Rêber Apo, derbên gelekÎ mezin li dijmin hate xistin."

'BI VÊ OPERASYONÊ RE ME KARAKTERÊ ŞER Ê ARTÊŞA TIRK BI RENGEKÎ EŞKERE DÎT'

Fermandar Melsa Mûş anî ziman ku dewleta Tirk bi rêya medya alîgirê xwe, hewl dide di vê operasyonê de xwe serketî nîşan bide, yan jî welê nîşan bide ku bi rêya teknîka xwe her roj derbê li gerîla dixe û got, "Lê belê me bi vê operasyonê re careke din karakterê şer ê artêşa Tirk dît. Dît ku di kîjan astê de ye, ruhê xwe yê şer di kîjan astê de ye. Hîn gelek detayên cuda yên vî şerî li çapemeniyê belav nebûye. Hin dîmenên ku di vê operasyonê de rû da, ji bo artêşa Tirk cihê şermê ye. Ev yek hem di şerê tunelan de hem jî di şerê qadê de eşkere bû. Ji ber vê yekê artêşa Tirk çi dike bila bike nikare xwe di vî şerî de serketî nîşan bide. Di vê operasyonê de derbên ku gerîla li wan da, derbên welê ye ku artêşa Tirk di dîroka xwe ya şer de ti carî ji bîr neke. Mînak; çalakiya Pîramît û ruhê ku di vê çalakiyê de derkete holê wê ti carî ji bîra artêşa Tirk neçe. Mînak li qada Cîlo yê Biçûk di çalakiyên êrişê de yên bi pêşengiya fermandar Ronahî Xelîl hatin lidarxistin û psîkolojiya di encama van çalakiyan de derkete holê wê ti carî ji bîr neke. Ji ber ku li van qadên me derbên gelekî giran xwarin. Yanî di şerê tunelan de hevalên me her roj êriş dikin û di nava şerekî giran de ne."

'YEK EM, YEK JÎ FERMANDARÊN TÊKÇÛYÎ YÊN ARTÊŞA TIRK BI RASTIYA VÎ ŞERÎ ZANIN'

Fermandar Melsa Mûş bi bîr xist ku bîlançoya şer bi rengekî fermî ji aliyê Fermandariya Biryargeha Navendî tê eşkerekirin û got, "Artêşa Tirk heta niha bîlançoya vî şerî û encamên wê bi çapemeniyê re parve nekir. Hînê bîlançoyê eşkere nake. Ji ber ku bi dehan cenazeyên leşkerên Tirk li quntara Girê Mamreşo, Cîloyê Biçûk, Ertûş û Zendûrayê di bin kontrola gerîla de ne. Nikarin cenazeyên xwe jî bibin. Çekên wan, malzemeyên wan ên jiyanî ketin destê me. Ev ji bo artêşa Tirk cihê şermê ye.

Di heman demê de artêşa Tirk di vî şerî de li dijî me şer nekir. Bi çeteyên ji Lîbya, Sûriye û Iraqê li hev civandiye li dijî me şer dike. Ji liv û tevgera wan heta malzemeyên di destê wan de nîşan dide ku yên li hemberî me şer dikin, ne leşkerên artêşa Tirk e. Lewma yên di çapemeniyê de têne weşandin û ya rastî ti eleqeya xwe bi rewşa li qada şer nîne. Yek em, yek jî fermandarên têkçûyî yên artêşa Tirk bi rastiya li qada şer zanin. Lê belê vê rastiyê bi ti awayî li çapemeniyê belav nakin. Mîna ku her cih dagir kirine, li her cihî bi cih bûne, her roj li çiyê bi pêş ve diçin nîşan didin."

Melsa Mûş diyar kir ku rêbazên artêşa Tirk li Avaşînê li qada Mamreşo bi kar anî di ti şerî de nehatiye bikaranîn û got, "Mînak, li dijî tuneleke şer ku pênc, şeş gerîla lê li ber xwe didin, her rê û rêbaz ceribandin. Bi rojan bi sedan kîlo teqemenî êrişî van tunelan kirin. Bi gazên kîmyewî, bi hin bombeyan hewl dan tunelan bi serê hevalên me ve birûxînin. Benzîn bi ser tunelan ve rijandin û hewl dan bişewitînin. Bi dehan carî li dijî hevalên me gazên bi jehr bi kar anîn. Li her bihosta qadê mobesse, kamera bi cih kirin û hewl dan liv û tevgera gerîla kontrol bikin û derbê lê bixin. Yanî artêşên wan ên çete têrê nekir, vê carê kûçik berdan nava tunelên hevalan û hewl dan derbê lê bidin. Hin dîmen di medya xwe de weşandin, bi cenazeyên hevalên me lîstin. Di vê operasyonê de em bi artêşeke wiha ya çete re rû bi rû ne. Şerekî welê dimeşînin ku exlaq û hiqûq tê de nîne. Lê belê çi dikin bila bikin, artêşa Tirk tevî artêşa xwe bi dehan artêşên çete yên ji Lîbya, Sûriye, Efganistan û Iraqê kom dike jî wê nikaribe li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi ser bikeve."

Di dawiya axaftina xwe de Melsa Mûş gotina 'encam wê bêhempa be' ya fermandarê berxwedana Sûrê Çiyager bi bîr xist û got, "Encam çi dibe bila bibe li Zagrosan bi berxwedan û serketina gerîla wê mirovahî şoreşeke duyemîn a mirovahiyê bibîne."