Artêşa Tirk li Xeregolê têk çû

Di sê rojên operasyona artêşa Tirk a li dijî Girê Xeregolê de 60 leşker hatin kuştin. Artêşa Tirk ligel ku hemû amûrên şer bi kar anî jî, nekarî gir kontrol bike.

Artêşa Tirk di 16’ê Cotmehê de li dijî Girê Xeregolê yê bi ser Çelêya Colemêrgê operasyonek dabû destpêkirin û di vê operasyonê de têk çû. Cenazeyên leşkeran bi bombeyan parçe kir. Hin gerîlayên di vê berxwedanê de cih girtin ji ANF’ê re axivîn.

Li gorî ku gerîlayê HPG’ê yê bi navê Çalak Ciwanro dibêje, di roja pêşîn de nêzî 40 leşker hatin sewqkirin. Gerîlayan jî tevdîrên xwe bi cih anîn. Balefirên şer ên Tirk, ji êvarê heta destê sibehê bombe li vê qadê barand. Piştre jî xwestin ji helîkopteran leşkeran bera qadê bidin. Dema ku gerîlayan li helîkopterê dan, helîkopter bi paş ve vekişiya. Artêşa Tirk digot qey piştî bomberdûman, top û reşandina gulleyan wê karibe, vî girî bi dest bixe. Lê hesabê wan li hev derneket. Ji roja destpêkê ya operasyonê gerîlla lêda. Şerekî giran hebû. Leşker şaş bûbûn. Hemû gerîlayan bi ruhekî fedaî êrîşî kozikên leşkeran dikirin. Di sê rojên pêşîn de 60 leşkerên Tirk hatin kuştin.

BOMBE AVÊTIN CENAZEYÊN LEŞKERAN

Yên sax man reviyan, yên mirî jî cenazeyê wan li qadê ma. Artêşa Tirk bi tank û çekên giran li qadê da û li vê derê cenazeyê leşkeran parçe bû. Artêşa Tirk li kozika leşkeran jî da, li vê derê gelek leşkerên birîndar jî mirin.

BERXWEDANA MEZIN A RONÎ

Di operasyonê de tenê gerîlayek şehîd bû. Piştî bomberdûmana balefiran, leşker ber bi gir ve hatin. Ronî li dijî leşkeran bi qehremanî şer kir. Piştî ku balefirên keşfê ew dîtin, bombe li wî barand û Ronî li vê derê şehîd bû.

LEŞKER KETIBÛN NAV PANÎKÊ

Gerîla Rêber Roboskî ji salekê zêdetir e li qada Xeregolê ya Zapê e. Rêber Roboskî diyar kir ku wan zanibû ku wê artêşa Tirk li vê derê operasyonê li dar bixe û ji vê operasyonê re amade bûne. Rêber Roboskî destnîşan kir ku leşkerên di operasyonê de şaşwaz bûn û ketibûn nav panîkê. Leşkeran di nava xwe de digotin, ‘ev ji ku derê bera me didin’ û ‘li vê derê em ê hemû bimirin’ û leşker bi ser hev diqîriyan.

BÊYÎ KU GIR BISTÎNIN VEKIŞIYAN

Xwestin gir bistînin lê ji ber berxwedana gerîlayan vekişiyan. Dema ku şer gur bû, berê xwe dan girekî din lê li vê derê Ronî bi ruhekî fedaî pêşiya wan girt. BKC di destê Ronî de bû. Wî tena serê xwe rolekî mezin lîst.

Artêşa Tirk ligel ku teknîkeke zêde bi kar anî jî, li hemberî îrade û taktîkên gerîlayan têk çû. Leşkeran di nava xwe de jî digotin ku, li hemberî vê bomberdûmanê gerîla çawa şer dikin. Her cara ku leşker dixwestin bi pêş ve werin, gerîlayan bi tîmên 3,5 kesan li wan dida.

BERÊ XWEST DEŞÎFRE BIKE

Rojhat Kobanê jî diyar dike ku ew li hemberî her cure operasyonê amade bûn. Rojhat Kobanê diyar kir ku, artêşa Tirk saet di 04.00’an de dest bi operasyonê kir û bi vî tiştî re xwestin ku cihê gerîlayan deşîfre bikin û bi bomberdûmanê gerîlayan îmha bikin. Lê planên wan li hev derneket. Dema leşker hatin, gerîla lêda. Di saetên pêşîn de plana wan têk çû. Leşkeran di nav xwe de digotin, “Li vê derê sekvan heye, ji vir birevin, em nikarin vî girî bi dest bixin.”

Hêzên dagirker ên Tirk li dijî gerîlayan têk diçe. Dixwaze bi leşkerên bi pereyan vê têkçûna xwe çareser bike, lê nabe. Dewletê hemû derfetên xwe seferber kir, lê nekarî Girê Xeregolê yê li ser sînorê Başûrê Kurdistanê bi dest bixe.