Artêşa Tirk li Serêkaniyê sivîlek kuşt

Artêşa Tirk a dagirker ev 2 roj in li ser sînorê Serêkaniyê êrîşî sivîlan dike. Ji ber êrîşê sivîlek şehîd bû, sivîlek jî birîndar bû.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê DAÎŞ/OSO ku li Efrînê komkujî kirin, êrîşên xwe yên li seranserê Rojava didomîne. Dewleta Tirk ji duh bi şev û vir ve êrîşî cih û warê sivîlan ên li herêma Serêkaniyê dike. Leşkerên Tirk danê vê sibehê êrîş birin ser kedkarekî li ser rêya Til Xelef a Serêkaniyê. Sivîlê bi navê Ehmed Îsa dema nuqteya kontrolê boyax dikir bi guleyên leşkerên Tirk jiyana xwe ji dest da.

ZAROKEKÎ EREB JÎ BIRÎNDAR KIRIN

Hêzên dagirker ên li ser sînorê Serêkaniyê ji kulûbeyeke nobedê duh bi şev gule li sivîlên li taxa Muheta reşandin. Ji ber gulereşandinê zarokekî Ereb ê bi navê Abdulkerîm Sahlan birîndar bû. Zarokê birîndar rakirin Nexweşxaneya Tibbîl Xeliîf a li Serêkaniyê.

Artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê Serêkaniyê her roj hewl dide hêzên YPG'ê tehrîk bike û bi vê armancê êrîşî sivîlan dike. Tenê vê mehê 3 sivîl ji ber van êrîşan birîndar bûn.