Artêşa Tirk li Mêrdîn û Şirnexê dest bi operasyonên dagirkeriyê kirin

Artêşa Tirk li devera dikeve navbera navçeyên Mehsert û Midyad ên Mêrdînê û navçeya Hezex a Şirnexê di saetên şevê de dest bi operasyonekê kirine.

Hate ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker li herêma dikeve navbera navçeyên Mehsert û Midyad ên Mêrdînê û navçeya Hezex a Şirnexê de, saetên şevê dest bi operasyonekê kirine.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin girtin, operasyona ku li Çiyayê Bagok û derdorî wê dîsa gundê Midihê û bajaroka Karalar a girêdayî Hezexê hatibûn destpêkirin, dewam dike.

Têkildarî bê ka şer rû daye an ne, ti agahiyek nehate bidestxistin.