Artêşa Tirk li Cûdî operasyon da destpêkirin

Artêşa Tirk, operasyona ku îro sibehê li Cûdî dayî destpêkirin berfireh kir û hat zanîn li Silopya kontrayan cilên gerîlla li xwe dikin û zext li ser welatiyan dikin.

Artêşa Tirk îro di saetên sibehê de li Girê Çolye û herêmên Hasena yên Çiyayê Cûdî ya girêdayî Şirnexê operasyon da destpêkirin.

Operasyona ku di saetên sibehê de dayî destpêkirin di saetên şevê de berfireh kir.

Li gorî agahiyên hatîn bidestxistin, artêşa Tirk îro di saetên sibehê de li Girê Çolya û herêmên çiyayê Cûdî yê girêdayî Şirnexê operasyon da destpêkirin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, artêşa Tirk operasyonê berdewam û berfireh dike.

Li aliyê din, dîsa li gundên girêdayî navçeya Silopiyayê ya Şirnexê tîmên Kontra yên girêdayî artêşa Tirk cilên gerîlla li xwe dikin û zextê li welatiyên herêmê dike.