Artêşa Tirk li Cûdî derb xwar

Di navbera leşkerên Tirk ên li Çiyayê Cûdî derketin operasyonê û hêzên gerîla de şer derket. Çavkaniyên herêmî gotin, di vî şerî de derb li gelek wesayitên zirxî hatiye xistin.

Li herêma Çiyayê Cûdî ya navçeya Silopiya ya Şirnexê, operasyona leşkerî ya artêşa Tirk dewam dike. Operasyon ji aliyê gelek leşker û cerdevanan ve tê meşandin. Li herêma operasyonê car carna şer derdikeve.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, leşkeran li Girê Çolya û Hesenayê giranî dan operasyonê. Çavkaniyan gotin, artêşa Tirk ji qereqolên li herêmê topan diavêjin vê qadê. Hat ragihandin, ku di şer de derb li tankek bi palet û 3 wesayitên zirxî yên bi tîpa kîrpî hatiye xistin. Li gorî agahiyan, ev wesayitên zirxî yên derb xwarine, bi rêya vînçan ji herêma şer birine navenda bajarê Silopiyayê. Wekî din, liv û tevgera helîkopteran a li herêmê dewam dike.

HPG'ê li ser vî şerî hê daxuyaniyek nedaye.