Artêşa Tirk li Bestayê daristanan dişewitîne
Li herêma Besta ya Şirnexê artêşa Tirk bi helîkoptêran şewat zêde kir.
Li herêma Besta ya Şirnexê artêşa Tirk bi helîkoptêran şewat zêde kir.
Şewata ku li herêma Bestayê ya di navbeyna Şirnex û Sêrtê de 12'ê Tîrmehê dest pê kirî berbelav dibe. Tîmên agirkuj ji bo ku şewatê vemirînin tiştekî nakin, şewata ku ti nemabû ji ber xwe ve vemire şevê dî dîsa dest pê kir.
Şewat ji ber guleyên ku helîkoptêrên Tirk avêtin dîsa zêde bû.
Diyar bû li cihên cuda yên herêmê helîkoptêr li daristanê direşînin û hewl didin ku şewatê derxin.