Artêşa Tirk, hewl da li Kanîmasiya û Metînayê sînor derbas bike

Artêşa Tirk ji duh şev ve li herêmên Kanîmasiya û Metîna sînorê Başûrê Kurdistanê dest bi hewldanekî dargirkeriyê kiriye. Li ser vê hewldana artêşa Tirk gerîlayên HPG/YJA Star bersiv da û ev hewldan hate rawestandin û 15 leşker hatin kuştin.

Artêşa Tirk ji duh şev ve li herêmên Kanîmasiya û Metîna sînorê Başûrê Kurdistanê dest bi hewldanekî dargirkeriyê kiriye. Ev hewldana artêşa Tirk, ji aliyê gerîlayên HPG/YJA Star bê bersiv nema û ev hewldan hate rawestandin û 15 leşker hatin kuştin, 6 leşker jî birîndar bûn. Her wiha hate diyarkirin ku yekîneyên veşartî yên artêşa Tirk li her du nuqteyên herêma ava Zapê derbasî sînorê Başûrê Kurdistanê bûne.

Hewldana dagirkirinê ya artêşa Tirk a ji xeta sînorê Çelê ya derbasî Başûrê Kurdistanê bibe, hemwext li herêma Kanîmasiya û Metînayê jî kete nava heman hewldanan. Leşkerên ku xwestin li herêma Kanîmasya û Metîna sînor derbas bikin, bi ser bersivdayîna gerîlayên HPG/YJA Starê, artêşa Tirk neçar ma vekişe aliyê bakur.

Artêşa Tirk ên li ser sînorên Başûrê Kurdistanê ne, bi ketober derdor dan ber guleyan û hinek malên bajarokê Kanîmasiya û gundên Xirîstiyanan ên li herêmê li gel hêzên pêşmergeyan ên li ser fermandariya hidûd a sînor jî bûn hedefa guleyên artêşa Tirk.

Şerê piştî hewldana dagirkeriyê ya artêşa Tirk û şûnde derketî 15 leşker hatin kuştin, 6 leşker jî birîndar bûne.

Hat diyarkirin ku yekîneyên veşartî yên artêşa Tirk li ava Zapê derbaskirine û derbasî Başûrê Kurdistanê li her du aliyan bi cih bûne.