Artêşa Tirk hejmara kuştiyên xwe yên li Şemzînanê vedişêre

Tê gotin, artêşa Tirk li Şemzînanê li pêşberî gerîlayên HPG'ê gelek kuştî daye. Çavkaniyên herêmî dibêjin, ji ber hejmara zêde ya kuştiyên artêşê, hêzên artêşê êrîşî sivîlan kirine.

Pêngava Nalîn Mûş û Bedran Gundikremo ya gerîlayên HPG'ê dewam dike. Bi taybetî li bejahiya navçeya Şemzînan a Colemêrgê, artêşa Tirk li pêşberî gerîla gelek kuştî daye.

Çavkaniyên herêmî dibêjin, ji ber hejmareke zêde ya kuştiyên artêşa Tirk ên dema dawî, zext û zordarî li gundiyan tên kirin û gundî tên binçavkirin.

Li gorî agahiyan, li Serorov a li bejahiya Şemzînanê, di dema derbasbûna wesayiteke sivîl de, lastîkekî vê wesayitê ji cih derket û teqiya. Tîmên taybet ên li herêmê jî dengê teqîna lastîkê wesayitê weke dengê bombeyê fêhm kirin û yekser çekên xwe avêtin û ji çeperan reviyan. Tîmên taybet, tevî ku bi rastiya bûyerê hesiyan jî, demeke dirêj li çeperên xwe venegeriyan.