Artêşa Tirk gundên Başûrê Kurdistanê bomberdûman dike

Artêşa Tirk gund, bax û baxçeyên li ser sînorê Başûr û Bakurê Kurdistanê bomberdûman dike.

Dewleta Tirk a ku di salên 1990’î de şerekî taybet ê sîstematîk dida meşandin, di demên dawîn de li dijî gundên li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê jî polîtîkaya şerê taybet dike. Gelek gundên li ser sînor bi balafirên artêşa Tirk hatin bomberdûmankirin.

‘GELEK GUND JI BER ŞER HATIBÛN VALAKIRIN’

Gundên bi navê Dirê, Erdewê, Satê, Herkî, Bedewê, Kîê, Bêgaltê, Şûkê, Stûnê, Mervanos Ertîs, Hergûş, Mawata, Meze, Gundê Şîvê, Hopê, Adil Beg ên li ser sînor ji aliyê dewleta Tirk hatibû bomberdûmankirin û gundiyan ji neçarî koç kiribûn. Gundiyên van herêman di serê biharê de vedigerin gundê xwe û heta zivistanê li nav bax û baxçeyên xwe dixebitin.

‘ARTÊŞA TIRK 10 SIVÎL QETIL KIRIBÛ’

Li ser gelê herêmê yên ku debara xwe bi bax û baxçeyên xwe dikin, artêşa Tirk bomberdûmanê dike. Di meha Cotmehê de li herêma Avaşîn, Basya û Zapê 10 gundiyên herêmê hatibûn qetilkirin û gelek gundî jî birîndar bûbûn. Artêşa Tirk piştî vê qetlîamê li gelek navendên Başûrê Kurdistanê hatibû protestokirin û li bajaroka Şeladize ya Duhokê li dijî baregehên artêşa Tirk meş hatibû lidarxistin.

Dewleta Tirk di şerê li dijî gerîlla de bi hezaran gund şewitandibû û bi hezaran mirov jî hatibûn qetilkirin. Artêşa Tirk li herêma Zagrosê ji ber têkçûna xwe ya sala 2015, 2016, 2017’an bax û baxçeyên gundiyan bomberdûman dike.

‘LI GUNDAN GELEK BOMBEYÊN MÎSKETÊ HENE’

Gundiyekî ji gundê Hergûşê yê ku naxwaze navê xwe bide got ku, “Hergûş yek ji gundê herî xweş ê Başûrê Kurdistanê ye. Niha em nikarin biçin gundê xwe. Dema em ji bajêr diçin gundê xwe, asayîşa PDK’ê destûrê nade. Em jî bi qaçaxî tên gundê xwe. Gelo li ku derê hatiye dîtin ku mirov bi qaçaxî here gundê xwe! Dema em hatin gundê xwe, me ev bombe dîtin. Berê me nedizanî çi ye, lê piştre jî zarok û heywanên me telef bûn. Lê hikumeta Başûrê Kurdistanê li hemberî vî tiştî bêdeng e. Ez hikumeta Başûrê Kurdistanê şermezar dikim.”

‘JI ALIYEKÎ TIRK, JI ALIYEKÎ PDK’

“Dewleta Tirk gundên me bomberdûman dike. Kesên ku li dijî vê bomberdûmanê diaxivîn jî ji aliyê PDK’ê ve tên girtin. Ji aliyekî dewleta Tirk û ji aliyekî PDK.” Gundiyê herêmê herî dawîn jî got ku, “Em naxwazin gerîlla ji van çiyayan biçe. Heke gerîlla nebe wê rewşa me ne baş be. Tenê gerîlayên azadiyê yên Kurdan li dijî dijminên Kurdan û Tirkan şer dikin. Ma jê pê ve kes têdikoşe?”