‘Artêşa Tirk êrîşî gundên Kobanê kir’
YPG’ê da xuyakirin ku êrişên artêşa Tirk berdewam dike û vê carê jî êrîşî gundên Kobanê kiriye.
YPG’ê da xuyakirin ku êrişên artêşa Tirk berdewam dike û vê carê jî êrîşî gundên Kobanê kiriye.
Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku artêşa Tirk êrişên xwe yên li dijî xaka Rojava didomîne.
YPG’ê bi berdewamî got, “Di çarçoveya van êrîşan de artêşa Tirk ji şeva 30’ê Kanûnê heta 31’ê Kanûnê ber bi siharê, bi çekên giran êriş birin li ser gundên Girbenav, Koran, Carikli û Qeremox ên dikeve rojhilatê Kobanê.”