Artêşa Tirk dîsan herêma Sîdekanê bombebaran kir

Artêşa Tirk a dagirker, ji baregehên xwe yên li Başûr, gundê Sinîn ê Sedekan topbaran kir

Çavkaniyên herêmê ragihandin ku îro saet di 13.40’an artêşa Tirk ji baregehên xwên herêma Sidekan ku dagir kiriye, derdora gundê Sinîn yê ser bi navçeya Sîdekan a Bradost topbaran kirin.

Li gundê Sinîn gelek koçer dijîn û hat ragihandin ku top gelekî nêzî welatiyan ketine. Di wêneyên hatine kişandin de jî diyar dibe ku top li nêzî welatiyan dikevin û metirsî li ser jiyana gundiyan heye.

Li aliyê din artêşa Tirk a dagirker îro saet 10:20’an de jî herêm topbaran kir.

Artêşa Tirk a dagirker ji baragehên  Tirk yên li Başûrê Kurdistanê devera çiyayê Qelereş ya ser bi navçeya Sîdekan a Hewlêrê topbaran kiribû.