Artêşa Tirk Bradostê bombe kir
Artêşa Tirk a dagirker, dervereke ya girêdayî herêma Bradostê bombe kir.
Artêşa Tirk a dagirker, dervereke ya girêdayî herêma Bradostê bombe kir.
Li gorî nûçeya Rojnewsê, di saet 20:45'an de helîkopterên şer ên artêşa Tirk devera Çiya Dêl a li herêma Biradostê bombebaran kirin.
Li gorî zanyariyên ji herêmê bidestketine, di encama bombebaranê de agir bi zeviyên deverê ketiye.
Li gorî heman çavkaniyan ji saet 21:30'an ve jî artêşa Tirk ketin û derketina wê deverê qedexekiriye, ji bo wê welatî nikarin agir vemirînin.