Artêşa Tirk bombeyên qedexekirî li Bradostê dibarîne

Artêşa Tirk roja 1'ê Gulana 2018'an bi balafirên şer bombe li holikên gundiyên Şuşane yê li herêma Bradostê barandin. Balafirên şer ên Tirk bombeyên xarik (mîsket) ku li gorî peymanên navneteweyî qedexe ne, barandin.

Artêşa Tirk a dagirker ku li herêma Bradost-Xakurkê derbên giran ji gerîlayên HPG û YJA Starê dixwe, bi topên hawanê û balafirên şer deşt û zozanên ku gundî havînê lê dimînin bomberdûman dike.

Yek ji van bomberdûmanan roja 1'ê Gulanê li gundê Şuşane yê li herêma Bradostê hate kirin. Eşkere bû ku balafirên şer ên Tirk bombeyên xarik (mîsket) li herêmê barandine.

Li gundê ku balafirên şer ên Tirk bombe lê barand, bombeyên xarik hatin dîtin ku hinek ji wan li gorî dema hatiye eyarkirin diteqe, hinek jî bi pêjnê diteqe.

Ev celebê bombeyan li gorî peymanên navneteweyî qedexe ne. Beşek ji van teqiyan e, hinek jî hê neteqiyan e û li naverastê ne.

Vaye bombeyên xarik ên ku balafirên şer ên Tirk li holikên li gundê Şuşane barandine: