Artêşa Tirk bombe li Pulurê barand, li daristanê şewat derket
Di encama bomberdûmana navbera du gundên Pulurê de şewat derket.
Di encama bomberdûmana navbera du gundên Pulurê de şewat derket.
Li herêma çiyayî ya navbera gundên Gazik û Arcumak ên navçeya Pulurê ya Dersimê di encama bombebaranê de agir bi daristanê ket. Li gorî agahiyên ku hatin girtin, saet 11:00'an herêma di navbera her du gundan de ji aliye balefir û helîkopteran ve hatiye bombebarankirin. Di encama bombebarankirinê de li qada daristan şewat derketiye. Hat diyarkirin ku heta niha tu mudaxale li agir nehatiye kirin.