Artêşa Tirk bombe li gundên Xelîfan û Sîran barandin
Helîkopterên artêşa Tirk a dagirker bombe li gundên Xelîfan û Sîran ên navçeya Sîdekan a Hewlêrê barandin. Di bombeberanê de dexlûdanên gundiyan şewitîn.
Helîkopterên artêşa Tirk a dagirker bombe li gundên Xelîfan û Sîran ên navçeya Sîdekan a Hewlêrê barandin. Di bombeberanê de dexlûdanên gundiyan şewitîn.
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker şevê din bombe li gundên Xelîfan û Sîran ên navçeya Sîdekan a Hewlêr ya Başûrê Kurdistanê barandin.
Di dîmenan de xuya dike ku dewleta Tirk jîngehên sivîlan dike hedef. Ajansa nûçeyan a RojNewsê dîmenê bombebaranê parve kir.
DEXLÛDAN ŞEWITÎN
Diyar bû gundî ji bo xwe ji êrîşan biparêzin deme dirêj li pişt keviran rawestiyan.
Piştî ku helîkopter bombe li qadê barand dexlûdanên gundiyan şewitîn û zirareke mezin gihişte welatiyên sivîl.