Artêşa Tirk bombe li Başûrê Kurdistanê barand
Artêşa Tirk a dagirker bombe li gundên bajarokê Sidekan ê Hewlêrê barand. Bomberdûman danê sibehê ji baregehên leşkerî yên li herêmê hate kirin.
Artêşa Tirk a dagirker bombe li gundên bajarokê Sidekan ê Hewlêrê barand. Bomberdûman danê sibehê ji baregehên leşkerî yên li herêmê hate kirin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, gundên ser bi bajarokê Sidekan ê Hewlêrê duh bi şev ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatin bombekirin.
Danê sibehê jî ji baregehên leşkerî yên Tirk ên li herêma gundê Geliyê Reş û Bermizeyê bomberdûman hate kirin.
Bomberdûman hê jî dewam dike.
Balafirên şer ên Tirk duh bi şev bombe li bajarokê Sidekanê barandin û balafirên keşfê jî heta derengiya şevê li ser herêmê geriyan.
Tê gotin, bomberdûman û êrîşa hewayî zerareke giran daye herêmê. Li ser şehîd û birîndaran agahiyeke zelal bi dest neket.
Vê dema dawî liv û tevgera dewleta Tirk a dagirker a li Başûrê Kurdistanê zêde bû. 12'ê Adarê jî li herêma Sidekanê bi 2 kîlometreyên din bi pêş ve çûbû.