Artêşa Tirk bi hawan û obusan Metinayê bombe dike
Artêşa Tirk a dagirker bi hawan û obusan herêma Metîna a Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran dike.
Artêşa Tirk a dagirker bi hawan û obusan herêma Metîna a Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran dike.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatine bidestxistin, îro ji saet 14:00’an ve artêşa Tirk a dagirker bi hawan û obusan derdora gundê Bêdehê û Derîşk yên Metînayê bombebaran dike.
Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku di bombeberanê de zirarek mezin gihişte bax û baxçeyan û bombeberan didome.