'Artêşa Tirk asê maye, nikare derkeve'

Gerîlayên HPG û YJA Starê gotin, artêşa Tirk li herêmên Başûrê Kurdistanê asê maye û nikare derkeve.

Gerîlayên HPG û YJA Starê ku li dijî êrîşên artêşa Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li ber xwe didin, gotin ku wê teqez bi ser bikevin.

Gerîlayê HPG'ê Rênas Amed ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku artêşa Tirk li cihê ku bi cih bûye, asê maye. Amed got, "Ji cihê ku niha lê ye nikare derkeve. Gefê li gel dixwe, êrîş dike. Em jî bi ser wan ve diçin. Em ji xwe bawer in ku em ê bi ser bikevin."

Gerîlaya YJA Starê Rûken Bazîd jî got, "Em li welatê xwe û parastina xwe dikin. Erk û wezîfeya me ye ku em welatê xwe biparêzin. Li ser vê bingehê em şer dikin."

Gerîlayê HPG'ê Arnos Haymana diyar kir ku dewleta Tirk a ku hebûna Kurdan înkar dike, li hemû parçeyan bi dijwarî êrîş dike û got, "Dewleta Tirk ji aliyê aborî û siyasî ve qels bûye. Ji ber vê yekê hêza xwe ya leşkerî derdixîne pêş û hewl dide vê qelsiya xwe binixumîne. Lewma bi rengekî hovane li her cihî êrîş dike. Li dijî vê yekê jî em bi biryar in. Divê ev yek bê zanîn: Em ê ji her alî ve û li her cihî berxwedana xwe geş bikin."