Artêşa Tirk agir berda Cûdiyê
Şewata ji ber êrîşên artêşa Tirk li Çiyayê Cûdî derketibû belav dibe. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku bi sedan dar şewitîn û bûn xwelî.
Şewata ji ber êrîşên artêşa Tirk li Çiyayê Cûdî derketibû belav dibe. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku bi sedan dar şewitîn û bûn xwelî.
Li Çiyayê Cûdî ya Şirnexê ku ji Havînê Ve bi şewata daristanên xwe di rojevê de ye, îro piştî topbaranê dîsa şewat bi daristanan ket. Şewata li nêzî bajaroka Dêrgulê rû da, bi ti awayî kes mûdaxeleyî wê nake. Şewata rû da ji bajêr ve jî xuya dike.
Li Çiyayê Cûdî di rojên derbas bûyî de jî li hin cihan şewat bi daristanan ketibû û ligel darên fisteqan bi hezaran dar bûbûn xelî.