Artêşa Tirk agir berda bejahiya Amediyê

Ji ber bombardûmana dewleta Tirk a dagirker a li herêma Amediyê ya Başûrê Kurdistanê agir bi qadê ket.

Ji ber bombardûmana ku ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve hate kirin, li bejahiya navçeya Amediyê ya Başûrê Kurdistanê agir bi derdora gundê Yekmalê yê herêma Bergarê ket.

Gelek dar û heywan şewitîn. Têkildarî êrişê agahiyên berfireh bi dest neketin.

Dewleta Tirk bi mehan e bi rêk û pêk bombeyan li herêmê dibarîne. Bombardûman yekser li cih û warê sivîlan tê kirin. Li dijî gerîla jî çekên kîmyewî têne bikaranîn.

Ji ber êrişên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê bi dehan gund bi zorê hatin valakirin, bi hezaran mirov bi zorê hatin koçberkirin. Li Başûrê Kurdistanê ku êrişên dagirkeriyê li ser hene, dewleta Tirk a dagirker di heman demê de hreêmê talan dike, çavkaniyên ser û binê erdê dibe Tirkiyeyê.