Artêşa Tirk a dagirker daristana li Cûdî da ber agir

Artêşa Tirk a dagirker çiyayê Cûdî bombe kir û daristan da ber agir.

Îro danê êvarê li çiyayê Cûdî artêşa Tirk a dagirker bombebaran da destpêkirin. Di encama bombebarê de li herêma Girê Çolya şewat derket.

Li navçeya Silopî ya Şirnexê danê êvarê, di dorhêla operasyona leşkerî de ji qereqola Hîsarê çiyayê Cûdî hate bombekirin. Piştî bombekirinê li herêma Girê Çolya ya dikeve rûyê Cûdî yê Silopiyê agir bi daristanê ket. Şewata destpê kirî her ku diçe mezin dibe û pêtên şewatê ji navenda bajêr tên dîtin.

Hate ragihandin ku heta niha destwerdan li şewatê nehatiye kirin û li herêmê operasyona leşkerî didome.