Artêşa Tirk Çiyayê Cûdî dişewitîne
Operasyona artêşa Tirk a dagirker ya li herêma Cûdî ya Şirnexê dayî destpêkirin didome. Şewata ku ji ber operasyonê derketî li herêmê didome.
Operasyona artêşa Tirk a dagirker ya li herêma Cûdî ya Şirnexê dayî destpêkirin didome. Şewata ku ji ber operasyonê derketî li herêmê didome.
Li herêma Çiyayê Cûdî yê Şirnexê bi beşdarbûna gelek cerdevan û leşkeran artêşa Tirk a dagirker operasyon dabû destpêkirin. Duh li herêma operasyonê şewat derket û şewata li herêmê heta niha didome.
Operasyona li bejahiya Gundikê Remo û Gundikê Melê didome û ji ber şewata li herêmê heta niha gelek dar şewitîn. Di şewatê de bax û baxçeyên gel jî zirarek mezin dîtin.
Diyar bû şewat ji ber avêtina topan ya li herêmê derketiye û li herêmê tevgera helîkopteran jî heye.
Li aliyê din hate ragihandin ku li herêma Çiyayê Cûdî yê dikeve aliyê navçeya Silopî ya Şirnexê jî ji ber avêtina topan şewat derketiye.