Artêşa Tirk 2 sivîl li ser sînor kuşt
Artêşa Tirk li ser sînorê Rojava-Bakurê Kurdistanê li sivîlan reşand. Ji ber vê êrîşê 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 5 jî birîndar bûn.
Artêşa Tirk li ser sînorê Rojava-Bakurê Kurdistanê li sivîlan reşand. Ji ber vê êrîşê 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 5 jî birîndar bûn.
Şevê din artêşa Tirk a dagirker ji sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê gule li sivîlên gundê Mezra yê herêma Beravê ku 15 km li bakurê bajarê Dêrikê reşand. Di encamê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 5 sivîlên din jî birîdar bûn.
Şêniyên gund yekser hewl dan ku birîndaran û şehîdan rabikin nexweşxaneyê, lê artêşa Tirk a dagirker destûr neda ku şênî nêzî birîndar bibin tevî ku baran dibariya. Piştî çend hewldanan, şêniyên gund, 4 birîndar xelas kirin û ew gihandin nexweşxaneya Dêrikê. Lê heta niha şêniyan nikaribû xwe bighînin cenazayên her du şehîdan û birîndarekî.
4 kesên birîndaran ku niha li nexweşxaneyê ne navên wan wiha ne: Mihemed Îd Ehmed, Ebd Reşîd Elî, Mihemed Emîn Heyder û Salih Şêx Xelîl. Hêjayî gotniyê ku birîndarên nav borî temenê wan di navbera 50-60 salî de ne.
Yek ji birîndaran ji ajansa me re axivî û da zanîn ku dema wan dixwastin ji gundekî nêz biçin gundê xwe, leşkerên Tirk ên li ser sînor gule li wan barandin.