Artêşa Iraqê rojnamevanek ji milê wî birîndar kir

Li Xanesora Şengalê dema ku artêşa Iraqê xwest ciwanekî Êzidî destgîr bike, gel nerazîn bûn nîşan da. Rojnameger Salih Berces ji aliyê artêşa Iraqê ve ji milê xwe hate birîndarkirin.

Li bajaroka Xanesorê ya Şengalê îro saet derdora 16.00’an de bi armanca destekdayîna berxwedana gerîla ya dijî dagirkeriya dewleta Tirk, meşek girseyî hat lidarxistin. Ji ber meşê yekîneyek artêşa Iraqê jî hat herêmê. Piştî meşê di navbera ciwanan û leşkerên Iraqê de alozî derket. Di aloziya saet derdora 18.00’an derket de, leşkeran ciwanek girt.

Li ser vê yekê girse li hev kom bû û nerazîbûn nîşan da, her wiha xwest ku ciwanê hatiye girtin, were berdan. Di dema nerazîbûna gel de, leşkerên Iraqê gule reşandin.

Di encama gulebaranê de rojnameger Selah Berces ku bûyer dişopandin, birîndar bû. Berces veguhestin nexweşxaneya Xanesorê û hate diyarkirin ku rewşa wî baş e.