Arslan: Em ê têkoşîna Kurdistana Xweser bidomînin

Civînên gel ên DBP’ê didomin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan duh li Colemêrgê civîn lidar xistibû îro jî li Wanê banga geşkirina têkoşînê kir.

Gelek rêveber û endamên DBP’ê, dayîkên aştiyê, çalakvanên TJA’yê û nûnerên saziyan beşdarî civîna gel a DBP’ê ya li Wanê bûn.

Piştî rêzgirtina ji bo ‘Şehîdên Aştî û Azadiyê’ Hevserokê Giştî yê DBP’ê Arslan diyar kir ku feraseta netewe-dewletê îro êrîşî saziyên Kurdan dike û got: “Saziyên Kurdan jî ji bo anîna aştî û demokrasiyê têdikoşin. Bi têkoşîna gelê me re baweriya me ya ji bo aştî, azadî û wekheviyê zêdetir dibe. AKP her çiqasî bixwaze qada siyasî teng bike jî em ê bê rawestan têkoşîna xwe ya aştî û azadiyê heta dawiyê bidomînin.”

‘BERXWEDANA GEL WÊ ÊRÎŞAN BIŞKÎNE’

Arslan got: “Bajarên Kurdan wekî ku di dagirkeriya dewleteke din de bin. Ji ber ku ji meşa gelê me ya azadiyê ditirsin dixwazin pêkutiyê bikin.”

Arslan nerazîbûn nîşan da ku li ser goristana Ermenan daşir tê avakirin û bal kişand ser vî tiştî ku Erdogan dijminê gelan e.

Arslan di heman demê wiha anî ziman: “Ji ber êrîşên li ser gelê me yê 2 salan me nekarî em rol û misyona xwe baş bi cih bînin.”

‘EM BIBIN YEK EM Ê BI SER BIKEVIN’

Arslan diyar kir ku kongreya wan jî kongreya xwerexnekirinê bû û got, “Heke em xwedî li Mehmet Tûnç, Çiyager û Sêvêyan derketina wê ev qetlîam pêk nehata. Heke ev qas êş û şer hebe, hêzên dagirker dixwazin têkoşîna azadiyê bixeniqînin, sedema vî tiştî jî ev e ku em Kurd nikarin xwe bi rê ve bibin. Heke Kurd di nava xwe de bibûna yek wê ev qas şîddet li wan nehata kirin. Kurd divê pergala xwe ya xweser a demokratîk ava bikin. Kîngê Kurdan pergala xwe ava kirin wê ji van pêkutî û qetlîaman rizgar bibin” û diyar kir ku AKP dixwaze mudaxeleyî Başûrê Kurdistanê jî bike.

 ‘EM TECRÎDÊ QEBÛL NAKIN’

Arslan ev nirxandin kir: “Dewlet herî zêde êrîşî Rêbertiyê dike, baş dizane Rêber Apo xeta sor a gelê Kurd e. Dibêjin; ‘Eger Kurd li himber vê bêdeng bibin wê hemû rê û rêbaz meşrû bin.’ Tevî van 2 salan çi jî kirin, em dîsa li dor Rêbertiya xwe kom bûn. Dixwaze hêdî hêdî me li vê rewşê bide qebûlkirin. Divê li dijî domandina tecrîda li ser Rêbertiyê em berxwedanê hê pêştir bêxin, em têkoşîna xwe mezin bikin em dikarin vê pêkanînê bişkînin. Bi êrîşkirina ser jinan, girtin û binçavkirina parlemeter û wezîfekirina qeyûman wisa texmîn dikin ku wê têkoşîna me bi dawî bikin. Em ê xwedî li vê berxwedanê derkevin û polîtîkayên tinekirinê yên Erdogan vala derbêxin.”

ÊRÎŞÊN LI SER EFRÎNÊ

Arslan nerazîbûnên nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Erfînê jî kir û wiha pêde çû:

“Divê bi lezgîn Erdogan dev ji van polîtîkayên xwe berde, Kurd dev ji doza xwe bernade. Her roj Kantona Efrînê sîstema xwe bi xwe ava dike. Li kû dibe bila bibe ji bo parastina destkeftiyên tişta ji destê me bê em ê bikin.

Li vir tenê yek alternatîf heye ew jî Şoreşa Rojava ye. Bi pradîgmaya Rêber Apo li Rojava sîstemek nû pêk hat. Di nava refên YPG’ê de bi sedan ciwanên Ereb, Elewî, Xiristiyan û pêkhateyên cuda cuda hene. Ciwan ref bi ref berê  xwe dide Rojava. Ji ber ku Kurd siberoja xwe dibînin. Divê Kurd li dijî êrîşên li ser Efrîn û herêmên din ên Kurdistanê yekîneyên xwe ava bikin.”

 ‘EM Ê TÊKOŞÎNA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ BI HÊZ BIKIN’

Arslan îşaret bi naskirina statuya gelê Kurd da û got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêka gelê Kurd xweseriya demokratîk pir bi wate ye. Em ê têkoşîna xweseriya demokratîk a Kurdistanê bi hêz bikin û em ê  bi ser bêxin. Em berpirsyariya daxwaza vê statuyê digirin ser xwe. Xweseriya demokratîk tê çi wateyê, em ê zanistîbûna wê pêş bixin. Em ji bo netewa demokratîk pêş bixin, em ê giranî bidin xebatên perwerdehiyê, em ê aliyê vê yê siyasî  dema me qadroyên vê pêş xist, em ê statuya ku di oxira wê de me şehîd dene bi dest bixin.

Herî dawî Arslan wiha got: “Em pêvajoya nû rêxitin bikin û mezin bikin. Li dorî Rêberê Gelê Kurd Ocalan têkoşînê mezin bikin.”

Civîn piştî axaftina Arslan û şûnde ji çapemeniyê re girtî dewam kir.