Arslan: Divê her kes nerazîbûna xwe nîşan bide

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan diyar kir ku heke ji girtîgehan agahiyên ne xweş werin ew ê ev tişt xisarê bide qadên me yên hevpar.

Derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên grevên birçîbûnê li Navenda Giştî ya DBP’ê civîna çapemeniyê hate lidarxistin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan û alîkarên hevserokê giştî Halîde Turkoglû û Mehmet Şîrîn Tûnç jî tevlî civînê bûn.

BERNAMEYA ÇARESERIYÊ YA AKP’Ê TUNE

Arslan di civînê de bal kişand ser tecrîdê got ku, “Daxwazên derbarê çareseriya demokratîk a kêşeyên li Tirkiyeyê ji nedîtî ve tên dîtin û Tirkiye dikeve nav kaoseke siyasî. Tecrîda li ser rêzdar Ocalan tê wateya tecrîda li ser gelê Kurd. AKP hewl dide bi tecrîdê doza Kurdan bide xeniqandin. AKP jixwe eşkere diyar dike ku derbarê çareseriya demokratîk a doza Kurdan tu bernameyeke wan tune. Ne bi tenê em, hemû dinya dizane ku rêzdar Ocalan ne girtiyekî normal e. Herî zêde jî hikumeta AKP’ê dizane. Di navbera salên 2013-2015’an de bi Ocalan re diyalog danîn û bi navê lîderê Kurdan ligel wî rûniştin. Ji bo çareserkirina kêşeyên li Tirkiyeyê fikrên rêzdar Ocalan girîng in. Di pêvajoya çareseriyê de dibe ku hin kêmasî hebûn lê cenaze nedihatin. Derbarê pêşveçûna aştî û aramiyê fikr dihatin diyarkirin.”

‘DIVÊ HER KES NERAZÎBÛNA XWE NÎŞAN BIDE’

Arslan diyar kir ku daxwaza sereke ya grevên birçîbûnê bidawîkirina tecrîda li ser rêzdar Ocalan e. Arslan got ku, “Daxwaz pêkanîna zagonan îfade dike. Heke ew ê berdêl were dayîn, em berpirsyariya siyasî werdigirin. Parlementer û siyasetmedarên ku civakê ew hilbijartine, vê peyamê didin, heke ew ê jiyan were fedakirin, em amade ne.”

Arslan diyar kir ku divê her kes nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bide û got ku “Dibe ku ji girtîgehan agahiyên ne xweş werin. Hikumet divê daxwazên çalakgeran bi cih bîne. Divê gelên Kurdistan û Tirkiyeyê zextan li hikumeta AKP’ê bikin. Heke ji girtîgehan agahiyên ne xweş werin ew ê ev tişt xisarê bide qadên me yên hevpar.”

Piştî civînê endamên DBP’ê çûn PTT’ê û kart ji girtiyan re şandin.