Armanca HDP'ê ya li Çewligê mezin e: Sê ji sisêyan

Namzetên HDP'ê yên Çewligê bi tempoyeke bilind karê xwe yê hilbijartinê didomînin. Armanca HDP'ê li Çewligê ew e ku rêjeya dengê xwe bi du qatan zêde bike.

Karê hilbijartinê yê HDP'ê yê li Çewligê bi xurtî dewam dike. Armanca HDP'ê ew e ku dengê xwe yê li Çewligê bi du qatan zêde bike.

Namzetên HDP'ê yên parlamenteriyê Erdal Aydemîr, Nîhat Aksoy û Şefîka Dogan tevî rêxistinên partiyê yên bajar û navçeyan ji serê sibehê heta êvarê bê navber dixebitin. Namzet serdana esnaf û gundan dikin û bi şêniyên bajêr re fitara xwe vedikin. Piştî fitarê jî diçin serdana malan. Li Çewligê jî polîsên Tirk karê hilbijartinê yê HDP'iyan timî dişopînin.

Li gorî çavdêriyên MA'yê, li gel buroyên hilbijartinê yên li gelek cihên bajêr, ji wesayitên anonsê jî her rojê axaftinên namzetê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş li navenda bajêr, navçe û gundan tê guhdarîkirin. Li Çewligê buroyên hilbijartinê yên li sûkê yên HDP, CHP, IYI Partî, MHP û AKP'ê gelekî nêzî hev in. Şêniyên bajêr piştî fitarê herî zêde diçin buroya hilbijartinê ya HDP'ê.

BERÊ ELEWIYAN DIDIN GUNDÊN CERDEVANAN

Li Çewligê fikara herî mezin li ser ewlekariya sindoqan e. HDP'î ji bo di vî warî de kêmasî dernekevin, bi rengekî organîzeyî hewl didin tedbîran bigirin. Mijareke din jî biryara Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) a li ser guhertina cihê dengdanê ye. Elewiyên li gundan, wê ji neçarî li gundên cerdevanan dengê xwe bidin. HDP ji bo gundiyên ku sindoqên wan ên dengdanê birine gundên cerdevanan, wesayitan amade dike.

'EM Ê DAWÎ LI AKP'Ê BÎNIN'

Namzetê HDP'ê yê Çewligê yê rêza yekemîn Erdal Aydemîr li ser karê xwe yê hilbijartinê ji ANF'ê re axivî û işaret bi biryardariya gelê Çewligê kir. Aydemîr got, "Ez spasiya gelê Çewligê dikim ji ber vê piştgiriya ku dide me. Karê me yê li gelemperiya bajêr ji aliyê komîsyonan ve bi sedanên malan didome. Gelê me yê Çewligê ji bo maf, hiqûq, edalet, aştî û wekheviyê bi biryar e. Em pê bawer in ku wê 24'ê Hezîranê dawî li vê zilmê û rêveberiya mutleq a yek şexsî bê anîn. Wê aştî û wekhevî bi ser bikeve. Em ji karê xwe jÎ dibînin; bi taybetî nêzîkatiya ciwanan gelekî erênî ye. Destekê didin kampanya me ya hilbijartinê. Eger em dest bidin hev, em ê 24'ê Hezîranê dawî li AKP'ê bînin."

'JI BILÎ HDP'Ê ŞENSEKÎ ME YÊ DIN NÎNE'

Namzetê HDP'ê yê Çewligê yê rêza duyemîn Nîhat Aksoy jî kedkarek ku bi biryarnameyê ji karê xwe hatiye avêtin. Aksoy destnîşan kir ku weke kesekî zilma AKP'ê dîtiye, ji bilî HDP'ê şensekî wî nebû, lewma ji HDP'ê bûye namzet û got, "Tevî vê yekê, ji bo tevkariyê li çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd bikim, min tercîha xwe li aliyê HDP'ê danî."

Aksoy bi dewamî got,"Weke mirovekî ku bi salan li komeleyên mafên mirovan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hewl daye û zilma dewlet û desthilatdariyê ji nêz ve dîtiye, ji bo li cem mezlûman cih bigirim, ji HDP'ê bûm namzet. Bi taybetî ji 30'ê Gulanê û vir ve li Kanîreşê karê hilbijartinê dikim. Em diçin serdana her gund, gundik û malan. Gelê me bi kêfxweşî me pêşwazî dike."

'EM DIKARIN HER SÊ NAMZETÊN XWE JÎ BIŞÎNIN MECLÎSÊ'

Namzeta HDP'ê ya rêza sêyemîn a Çewligê Şefîka Dogan bi bîr xist ku HDP partiyeke jinan e û got, "Şêniyên bajêr bi erênî nêzî me dibin. Înşaleh em ê her sê namzetên xwe bişînin Meclîsê. Bi taybetî nêzîkatiya jinan gelekî erênî ye. Min weke miroveke ji xwe dibînin. Wekî din, hinek jî matmayî dimînin. Dibêjin, 'xanimeke malê çawa dikare bibe wekîl?' Em jî dibêjin, 'Eger HDP be, ev yek pêkan e'. Ji ber ku HDP partiya jinan e."