'Armanca dewleta Tirk tinekirina hemû Kurdan e'

Welatiyên gundê Qizilce yên Pêncewînê diyar kirin ku armanca Tirkiyê ya ji wan bombebaran û êrişan tinekirina hemû Kurdan e û bang li hemû Kurdan kirin ku bi yekîtiya xwe li hemberî wan êrîşan rawestin.

Bertek û nerazîbûnên welatiyên Başûrê Kurdistanê bi taybetî yên herêma Pêncewînê ya li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst yê li ser xaka Başûrê Kurdistanê her ku diçe zêde dibe.

Gundê Qizilce ya girêdayî bajarokê Pêncewîn a Silêmanî yek ji wan gundan e ku ji ber bombebarana hewayî ya artêşa dagirker a Tirk ku 24’ê Tebaxa 2021’an li herêma Pêncewînê pêkanîbû di aliyê madî de zirarekî pir mezin dît.

Welatiyên wî gundî li gel şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker, nerazîbûnên xwe li hemberî bêdengiya hikûmeta herêmê, partî û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê tînin ziman û bang li wan û hemû Kurdan dikin ku bi yekîtiya xwe li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bisekînin.

Welatiyê bi navê Cemal Mihemed ê ji gundê Qizilce ye ji ANF’ê re axivî û destpêka axaftina xwe de nerazîbûna xwe li hemberî bomberdûmana hewayî ya dewleta Tirk a dagirker li herêma wan pêkanîbû nîşan da û got: “Dema balafiran bomberdûman kir em li nav zewiyên bacanê sor de bûn û me tevî karkeran bacanê sor kom dikir, em pir tirsiyan. Karkeran digotin ku divê me zû ji wê derê dûr bixin da ku balafir bombe li me nebarîne. Balafiran destpêkê li gundê Direware, Binaviyan, Rengîne û Zerdkawe dan û piştre jî hatin deşta Kanî Mîran û qazanek berda ku eger kesek li wê derê heba, bê guman wê 50-60 kes bimira. Ji ber ku rojek ji beriya wê bombebaranê li wê deştê gelek karker hebûn û kar dikirin. Li hin gundên din jî dan, tiştek bi kesê nehatiye lê gelek zewiyên xelkê şewitîn, hem darên wan ên gûzan têk çûn.”

Mihemed di dewama axaftina xwe de anî ziman ku ev ne cara yekemîne ku herêm tê bombebarankirin û wiha pêde çû: “Tenê ne îsal bû ku bombebaran pêk hat, belkû sala 2018’an jî di navbera gundên Sêpare û Çemekî de jî bombebaran kir. Ev duyemîn care ku herêmê bombe dike û êdî bi rastî jî em nizanin bê ka wê cara sêyemîn çi bi serê me bê.”

Cemal Mihemed her wiha diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze tenê yek Kurd jî li ser vê xakê hebe tune bike û wiha axaftina xwe domand; “Hemû Kurd dizanin ku Tirkiye li hemberî Kurdan dewletek çawa ye. Bi rengekî eşkere dijî Kurd e, vêca ev Kurd e çi YNK, PDK yan PKK’yî be û yan jî xelkê sivîl ê ku mijûlê çandiniyê be ji bo wê ne girînge, ya ji wê re girînge eve ku Kurd be û Kurd bikuje.”

Mihemed bal kişande ser bêdengiya hikumeta herêm û aliyên Başûrê Kurdistanê ya li beramberî rejîma faşîst a Tirk û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Heya niha Hikumeta Herêma Kurdistanê ti tiştek ji bo daxwazên me nekiriye. Di demekê de ku heya niha ji bo me tiştek nekirine, tevî wê jî ji me deng dixwazin, başe em ji bo çi deng bidin.”

Cemal Mihemed bêdengiya heyî rexne kir û bi vê bangê dawî li axaftina xwe anî: “Her kesê ku dibêje ez Kurd im, pêwîste li hemberî vê bombebaranên Tirkiyê xwedî helwest be.”

Welatiyekî din yê bi navê Şiwan Mihemed Emîn ku ji heman gundî ye jî behsa bombebaranên dewleta Tirk a dagirker ya li ser herêmê kir û nerazîbûna xwe bi vî rengî nîşanî bêhelwestiya li hemberî vê êrişê anî ziman; “Em di sedsala 21’an de ne û behsa mafê mirovan dikin, lê heya niha tu kesî li hemberî vê bombebaranê helwestek raber nekiriye. Her wiha li zewiyên bacanê sor ên xelkê daye û bi rastî ew êrîşane bûye sedem ku jin, zarok û ciwan bi tirsin û birevin, vê bombebaranê ne tenê di aliyê aborî de belkû di aliyên din de jî zirarekî mezin bi xwe re aniye. Weke mînak beriya êrişê karkerek bi 20 hezaran kar dikir, lê niha du qatê vê pereyî dideyî jî nayin û li zewî kar nake, ji ber ku ditirse û dibêje ku wê balafir were û li me bide.”

Emîn di dewamê de rexne li Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û yên bi navê wijdanê diaxifin girt û got, “Çima dewleta Tirk nasekine û bi gotûbêjê vê pirsgirêkê çareser nake, her wiha çima qebûl nake ku ji bilî netewa Tirk, netewên din jî hene. Bi rastî ka ew hemû Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û mafê mirov; kesên ku behsa ol û wijdan dikin, eger hene çima êrîşên bi vî rengî li ser me hebe? Êdî bi rastî ez ji dewleta Tirk re dibêjim ku qebûl bike ji derweyî gelê Tirk, gelên din jî hene ku li rex wê dijîn û divê birûne û gotûbêj bike, ne ku êrîşî xelkê sivîl bike û di tirsê bixe nava wan.”

Şiwan Mihemed Emîn her wiha bal kişande ser yekîtiya Kurd û bi van gotinan bang li rêxistin û saziyên mafê mirovan: “Divê welatên rojava jî ku ewqasê îdeaya mafê mirov dikin, yên ji wan re tê gotin Neteweyên Yekbûyî û yên xwedî wijdan û diçin hawara gelan, bila carekê werin û ji rewşa wî xelkî bipirsin bê ka çi dike, çi dixwaze û nêrîna wê çiye; bi rastî jî eger hemû xirab bin bila carekê werin û vê gelê tune bikin. Lê eger ne wisa be bila werin û bizanin bê ka derdê wî gelî çiye.”

Emîn di dawiya axaftina xwe de bang li Tirkiyê jî kir ku êdî bê û bi gotûbêj pirsgirêka Kurd çareser bike û bes zirarê bide xelkê sivîl. Emîn got: “Di dawiyê de ez wek kes dibêjim ku hêvîdarim ev pirsgirêkane bi gotûbêj çareser bibin. Ji ber ku bi rastî jî em dixwazin bijîn û ji bilî vê wek Kurd ti daxwazekî me yê cuda tine ye.”