Aqûbeta Aydogan ê dewleta Tirk ‘winda’ kir pirsîn

Şaxa ÎHD’ê ya Amed û malbat serpêhatiya Nîhat Aydogan ê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hate ‘windakirin’ hate vegotin.

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan, di hefteya 591’emîn de çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ser hesabê medya civakî yê komeleyê lidar xistin. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Parêzer Hasan Yalçin axivî û aqûbeta Nîhat Aydogan ku di qanûna 1994’an de li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji aliyê leşkeran ve ji mala xwe hatibû girtin û carake din agahî ji nehatibû girtin, pirsî.

Parêzer Yalçin, di daxuyaniyê de çîroka windabûna Aydôgan bi hurgilî vegot û diyar kir ku Aydogan ji aliyê leşker û cerdevanan ve ji mala xwe hatiye derxistin û wiha got: “Dest û çavê Aydogan girêdan û çoka wî şikandin û li ber çavên zarokên wî êşkence lê kirin. Keça Aydogan a 12 salî ku li ber çavê wê ev zilm li bavê wê hat kirin, lal bûn. Destpêkê Aydogan birin Qereqola Cendirmeyan a Navçeya Midyadê û ji vir jî birin Fermandariya Navendî ya Mêrdînê. Li Fermandariya Navendî ya Mêrdînê, 15 rojan îşeknce û memeleya xerab li Aydogan hat kirin.”

Yalçin, da zanîn ku ji girtinê şûn de 25 sal in careke din agahî ji Aydogan nehatiye girtin û hemû hewldanên hiqûqê yên hevjîna Aydogan Halîme Aydogan bê encam mane.