Aqûbeta 5 kesên li Çemçemalê birîndar bibûn nediyar e

Ji 5 kesên ku di encama êrîşa hêzên asayîşê ya li Çemçemal de birîndar bibûn ti agahî nayê girtin.

Hat ragihandin ku ji 5 kesên ku di encama êrîşa hêzên asayîşê de birîndar bibûn û rakiribûn nexweşxaneyê ti agahî nîne, têkildarî rewşê agahî nayê girtin.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, têkildarî aqûbeta 5 kesên di encama êrîşa hêzên polîsan yên li navçeya Çemçemal a girêdayî bajarê Silêmanî ya Başûrê Kurdistanê de birîndar bibûn, ji Rêveberê Nexweşxaneya Navenda Çemçemal Eyub Heme wiha got: “Em nizanin 5 kesên birîndar ên ji bo nexweşxaneyê şandin li kû ne. Em ti agahî ji nexweşan nagrin. Her 5 birîndar jî bi guleyê birîndar bûne.”