Apoyiyên destpêkê yên li Dersimê

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Alî Haydar Kaytan: Dema ku me biryara vegera li Kurdistanê da, ji xwe komeke me li Dersimê hebû. Endamên komê di dema betlaneyê de ji bo ciwanan tevlî komê bikin, dixebitîn.

Di beşa duyemîn a hevpeyvîna xwe ya li gel yek ji damezrînerên PKK'ê Alî Haydar Kaytan, li ser karê rêxistinbûnê yê li Dersimê û Apoyiyên destpêkê yên li Dersimê ye.

DEMA KU ME BIRYARA VEGERA LI KURDISTANÊ DA, JI XWE KOMEKE ME LI DERSIMÊ HEBÛ

Kaytan da xuyakirin ku Dersim yek ji cihên destpêkê ye ku koma wan a şoreşgerî ji xwe re bingehek lê dît û got, "Weke ku tê zanîn, karê me yê bi rêk û pêk ê li Kurdistanê di dawiya sala 1975'an de dest pê kir. Lê belê tevlîbûnên destpêkê yên ji Dersimê, di dawiya sala 1973'an de pêk hatibû. Dema ku me biryara vegera li Kurdistanê da, ji xwe komeke me li Dersimê hebû. Endamên destpêkê yên komê, di dema betlaneyê de li cihê ku diçûnê dixebitîn û hewl didan ciwanan tevlî komê bikin. Ji rewşa giştî wêdetir, ciwanên Dersimê hê bi baldarî nêzî tevgerê bûn. Pirsgirêka bingehîn a li vê derê ew bû, ku çep a ku nekarî xwe ji şovenîzma sosyal rizgar bike, gelekî bandor li ciwanan kiribû."

Kaytan bi bîr xist ku piraniya nifûsa Dersimê ya wê wextê ji mirovên ku ji cih û warên xwe bûne pêk dihat û got, "Divê ev rastî neyê jibîrkirin. Çend kes ne di navê de, temamiya van mirovan şahidê qirkirinê bûn. Rastiya eşîra me jî bi vî rengî bû. Dema ku dewleta TC dawî li îskana ji neçarî anî, ji bilî hin mirovan, hema bêjin her kes li cih û warên xwe vegeriyan. Jiyan ji nû ve ava kirin."

Kaytan bal kişand ser rewşa civakî ya navenda Dersimê, navçe û gundan û got, "Navenda bajar û navçeyan ew cih bûn ku înkarkirina xwe bi xwe lê bi cih bûbû. Bi gotina Rêber Apo 'cihên ku çanda leşkergehê lê serdest dibû'."

'MÊTINGERÎ LI JÊRÊ MA'

Alî Haydar Kaytan destnîşan kir ku rewşa gundên Dersimê gelekî cuda bû û wiha dewam kir: "Çanda mêtingeriyê nekarîbû zêde bandorê li van cihan bike. Dema ku ji navenda bajêr derdiketim, di taxa Dag re derbas dibûm û digihîştim ser rêya gundê Vanarîçê dilê min rehet dibû û min ji xwe re digot, 'mêtingerî li jêrê ma'. Atmosfera li navenda bajêr a ji rastiya xwe dûrketî, bêhn li mirovan diçikand. Vanarîç gundê hevalê Hamîlî Yildirim bû, ku yek ji endamên destpêkê yên komê ye. Li gundan pirsgirêkên xwe yên cidî hebûya jî, jiyana demokratîk komunal lê hebû. Piştevanî û parvekirina civakî lê gelekî xurt bû. Ji xwe Rêber Apo dema çû Dersimê got, 'Divê çanda gelê li vir teqez bê parastin'."

HINEKAN DIGOTIN 'HÛN Ê BIKIN KU DÎSA EM BÊN QIRKIRIN', HINEKAN JÎ DIGOTIN 'GELO HÛN Ê VÊ CARÊ BI SER BIXÎNIN?'

Kaytan da xuyakirin ku qirkirina hatibû kirin tirs û xof berdabû nava dilê civakê û got, "Mirov gelekî ditirsiyan ku qirkirineke din li wan rabe. Dema me qala nasnameya Kurdayetiyê û azadiya Kurdan dikir, hinekan ji me re digotin, 'Gelo hûn dixwazin careke din me bidin qirkirin?' Hİnekan jî dipirsîn û digotin, 'Hûn ji xwe bawer in ku vê carê bi ser bikevin?'"

LI DERSIMÊ HERÎ ZÊDE JIN TEVLÎ KOMÊ DIBÛN

Alî Haydar Kaytan diyar kir ku baldariya jinên ciwan ji bo komê, ji bo nêrînên komê hêja bû û wiha dewam kir: "Hê nav li komê nehatibû kirin, lê bi baldarî nêzîk dibûn. Ev nêzîkatiya wan ji hêza wan a lêgerîna li azadiyê dihat. Bêguma sembola van jinan hevala Sakîne Cansiz bû. Beriya hevala Sakîne li Dersimê komeke me ya jinan hebû. Herî zêde jin tevlî komê dibûn. Dixwazim bi israr destnîşan bikim: Eger pêşengiyeke cidî û xwedî feraset hebûya û bersiv ji hesreta wan re bihata dayin, ji nava jinên Dersimî wê artêşeke azadiyê ya bêhempa derketibûya. Azîme Demîrtaş jî yek ji van jinên ciwan ên hêja bû û piştî Besê Anûş bû şehîda duyemîn a jin a têkoşîna me. Metîn Tûrgût, Huseyîn Eroglû, Mûrat Yuksel, Celal Aşkin, Îbrahîm Kaplan, Hasan û Yûsûf Kûş ku birayên hev bûn, Cahît Dayan, Aytekîn Tûglûk, Haydar Alpaslan, Kazim Demokratîk û gelek ciwanên şoreşger, milîtanên bijarte yên vê demê bûn. Hevrê Mûsa Kazim Aydin jî ku piştî demekê tevlî kar bû, divê bi rêzdariyeke mezin wî bi bîr bînim. Ew kurê Aşik Daîmî bû. Dema ku rewşa li Dersimê bihîst, ji bo destvala neçe, tevî hevalekî xwe bankayek şêlan û pereyê bi xwe re anî, radestî hevalan kir. Bi vî rengî tevlî bû. Ev hemû leheng bûn."

MERASÎMA CENAZEYÊ ŞEHÎDÊ DESTPÊKÊ ALÎ DOGAN YILDIRIM

Kaytan, der barê merasîma şehîdê destpêkê Alî Dogan Yildirim de ku Kaytan lê axivî, ev nirxandin kir:

"Hevalê Alî Dogan li Tûzlûçayir a Enqereyê tevlî komê bûbû. Dema ku hevalê Kemal Pîr pê hesiya ku li Tûzlûçayirê komek ji ciwanan li dijî faşîstan bi xurtî li ber xwe dide, dest ji dibistanê berda û hewl da bi xwe têkiliyê deyne. Hevalê Alî Dogan di nava koma antî faşîst a komê de cih digirt û yek ji ciwanên şervan ên taxê bû. Hevalê Kemal Pîr piştî hewldaneke demdirêj, hemû endamên vê komê ku ji aliyê hevalê Riza Altûn ve dihatin birêvebirin, xiste nava liv û tevgerê. Ev hemû jî zarokên Kurd-Tirkmenên Elewî bûn ku ji Kurdistanê koç kiribûn û li wir bi cih bûbûn. Ev hemû di demeke kin de tevlî çalakiya vegera li Kurdistanê bûn. Gelek ji van hevalên ku min ew bi kesayetiya wan çalakger nas dikir, bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

Hevalê Alî Dogan ji ber qezayekê bi fîşekê giran birîndar bû, tevî ku rakirin Nexweşxaneya Hacettepeyê jî nehat rizgarkirin. Malbatê cenaze rakiribû û di ser Erzînganê re biribû Dersimê. Wê wextê hevalê Dûran Kalkan, Kesîre Ylidirim û ez, me berê xwe dan Dersimê. Ji ber ku pereyê me têrê nekir, me ancax bilêt heta Elezîzê girt. Nasên Kesîre li Elezîzê hebûn. Bi pereyê ku wê peyda kir re me xwe gihand Dersimê û ji wir jî em derbasî Pirdosûrê bûn. Hema bêjin em û yên cenaze anîn di heman demê de gihîştin qadê. Ne şaş bim navê gundê Alî Dogan Mezra Sûrê bû. Merasîma cenaze li vir bû. Ji Dersim û navçeyên wê heval hatibûn. Wekî din gelê herêmê jî bi xurtî tevlî merasîmê bûbû. Hevalan xwestin ku di merasîmê de ez biaxivim. Bi fîşeka qezayê jî be, ji ber ku şehîdê destpêkê yê komê bû, wateya xwe gelekî mezin bû. Têkoşîn wê bi dayina berdêlên mezin ber bi serketinê ve biçûya. Diviyabû em hemû amadebûna ku di oxira vê têkoşînê de berdêlê bidin. Di merasîma cenaze de me ev rastî bi çavên xwe dît. Axaftina min bawerim bi zimanê Tirkî bû, lê dirûşmên me bi zaravayê Kirmanckî yê Kurdî bû.

Piştî ku merasîma cenaze qediya, girseya gel belav bû. Bi hevalên tevlî merasîmê bûn re em li ser piyan hinekî axivîn û me ew jî bi rê kir. Hevalê Dûran, Kesîre û ez, wê êvarê em li gund man. Em bûn mêvanê xizmên hevalê Alî Dogan. Pê hesiyabûn ku ez ji Dersimê me, lê nizanîbûn ku ez ji ku derê Dersimê me, ji kê me. Li eşîra min, gundê min, malbata min pirsîn, min jî bersiv da wan. Digotin di navbera eşîra Alî Dogan û eşîra me de beriya sala 1938'an şerekî cidî qewimiye û ji her du aliyan gelek windahî çêbûne. Lê em bûbûn hevrêyên hev. Ne tenê ez bûm ku kete bin bandora vê yekê. Hemû mirovên li wê derê ketibûn bin bandora vê. Di vir de jî nîşaneya yekîtiya neteweyî didîtin. Taybetmendiyeke hunerî ya hevalê Alî Dogan hebû, li tembûrê dixist, helbest dinivîsand. Me gora wî amade kir û li ser kêlê gora wî ev çend rêzên ji helbesta wî nivîsandibûn:

"Umuda kavga verdik
Ve kavgaya ölü verdik ki
Yeni doğan bebeler
Uğramasın sömürüye"

"Me têkoşîn da di oxira hêviyê de
Û me mirî da di têkoşînê de
Ji bo neyên talankirin
pitikên nû jidayikbûyî"

SERDEMA SALA 1977'AN SERDEMA TÊKOŞÎNA POLÎTÎK BÛ

Sala 1977'an ji bo Tevgera Apoyî weke serdemeke diyarker tê dîtin. Ji damezrînerên PKK'ê Alî Haydar Kaytan sedema vê yekê jî wiha rave kir:

"Serdema ku bi sala 1977'an re dest pê kir serdema têkoşîna polîtîk bû. Qada polîtîk jî dihat wateya qda pratîkbûn, rêxistinbûn û çalakiya rêxistinbûyî. Tedbîra herî bi bandor a li dijî êrîşan, bi rêxistinbûnê dibû. Bi têkiliyênkoma amator a serdema destpêkê re nepêkan bû ku bersiv ji van êrîşan re bihata dayin.

Rêber Apo di bihara heman salê de dest bi sefera Kurdistanê kir. Ev sefer li dijî êrîşên gengaz ên hêzên mêtinger ji bo girtina tedbîrên pêwîst bû. Rêber Apo di dema vê seferê de li her cihên ku koma me lê hebû civînên berfireh pêk anî, yekîtiya me ya îdeolojîk xurt kir û bal kişand ser wê yekê ku divê em xwe bikin kadroyên polîtîk. Ez jî tevlî civîna li Depê bûbûm. Roja 1'ê Gulanê bû. Di mîtînga 1'ê Gulanê de li Taksîmê bi qasî çil mirov hatibûn kuştin. Min ji Rêber Apo ev pirs kir, 'Gelo aliyekî vê komkujiyê dibe ku li dijî me jî bê kirin?' Pêşdîtinên wî gelekî xurt bû. Haya wî jê hebû ku dihate şopandin û yên ew dişopand ji karên wî gelekî aciz û hêrs bûn. Ev yek jî dihat wê wateyê ku êrîşeke mîna ya li Taksîmê di her kêliyê de dikarîbû li dijî me bihata kirin.

MÊTINGERIYA FAŞÎST BI ŞEHÎDXISTINA HAKÎ KARER RE HIŞYARÎ DIDA TEVGERÊ Û RÊBERTÎ

Rêber Apo civînên xwe yên dawî li Dîlokê pêk anî bû, ji wir jî derbasî Enqereyê bûbû. Hê çend roj di ser civîna dawî re derbas nebû, hevalê Hakî Karer li Dîlokê hat şehîdxistin. Mêtingeriya faşîst bi rêya vê kuştinê hişyarî dida Tevgerê û Rêbertî. Peyama 'Eger hûn ji vê rêya xwe ya xetere venegerin, aqûbeta we jî wê bi heman rengî be' dida. Beriya hevalê Hakî, Aydin Gul û Mahîr Can hatibûn ukştin. Bi taybetî bi şehadeta hevalê Hakî re wê tevger biketibûya nava pêvajoyeke cidî ya biryardayinê û pê bihesiya ku xweparastina her kesî çiqasî girîng e: Eger tu dixwaze hinekan biparêze, pêwîste di destpêkê de tu xwe biparêze! Ji bo vê jî divê tu xwe bi rêxistin bike û êrîşên dijmin bitevizîne! Tu yê rêxistinbûnê bike taybetmendiya xwe ya bingehîn a karakterîstîk! Tu yê potansiyela heyî baş û bi lez bi kar bîne û li ser bingeha avakirina rêxistineke pêşeng binirxîne! Gavên Rêber Apo yên piştî vê, di vê çarçoveyê de bûn. Sala 1977'an di nivîsên xwe de me li ser dîwaran wiha dinivîsand: "Aydin, Mahîr Hakî! Di şerê gel de timî bi pêş ve biçe!"

ÇÎROKA KAZIM AYDIN
(Ne Ağlarsın Benim Zülfü Siyahım)

Kazim Aydin (Cem) yek ji milîtanên destpêkê yên PKK'ê yê li Dersimê bû. Li Stenbolê ji dayik bû. Li Komeleya Çandê ya Hîndekariya Navîn a Stenbolê dest bi şoreşgeriyê kir. Li vê derê şoreşgerên Kurdistanê nas kir. Di dawiya sala 1978'an de hat Dersimê û tevlî Tevgera Apoyî bû. Kazim Aydin tevlîbûneke welê kir ku her kes pê matmayî bû. Banka şêland, pere anî û teslîmî Apoyiyan kir. Apoyiyê destpêkê ye ku tevlîbûna xwe ya li nava PKK'ê bi rêya çalakiyekê kir.

Cihê wezîfeya destpêkê ya Kazim Aydin Çewlik e. Di têkoşîna dijî faşîzan de pêşengiyê bê eman dike. Piştî Çewlikê tevlî karên leşkerî û rêxistinî yên li Dersimê bû. Li Dersimê li dijî hêzên sosyal şoven, têkoşîneke xurt a îdeolojîk meşand. Di hemû çalakiyên dijî leşker, polîs û faşîstan de cih girt.

Sala 1980'ê tê girtin û diçe leşkeriyê. Li leşkeriyê dema dibihîze ku der heqê wî de biryara girtinê hatiye derxistin, vê carê tevî çeka xwe direve. Vedigere Dersimê. Li Erzînganê û navçeyên Dersimê cihê xwe di nava yekîneyên leşkerî de digire. Mijdara 1981'ê li gundê Kirmeş ê navçeya Pîlemûriyê di şer de bi birîndarî dîl tê girtin.

Kazim, Metîn Mûrat û hevrêyên din li Kirmeşe dema li malekê xwarin dixwarin, tevî xwediyê malê û keça wî ya ciwan, di serdegirtinekê de bi xwînxwarî hatin kuştin. Ev gundê ku niha hatiye valakirin, wextekê cihê ku gerîla xwe lê vedişart bû.
Kazim Aydin kurê ozanê gel ê efsanewî Aşik Daîmî bû. Ozanê Elewî yê Kurd ê navdar, piştî kuştina kurê xwe, ji hevsera xwe Gulsum a ku timî digiriya strana 'Ne Aglarsın benim Zülfü Siyahım' amade kir.
Ji wê rojê ve strana 'Ne Aglarsın benim Zülfü Siyahım' ku li ser êşa jidestdana kurê xwe hate nivîsandin bû yek ji qîrîna herî bedew a ku êşên vê axê vedibêje.

"Ne ağlarsın benim zülfü siyahım
Bu da gelir bu da geçer ağlama
Göklere erişti figanım ahım
Bu da gelir bu da geçer ağlama
Bir gülün çevresi dikendir hardır
Bülbül har elinden ah ile zardır
Ne olsa da kışın sonu bahardır
Bu da gelir bu da geçer ağlama
Daimi’yem her can ermez bu sırra
Gerçek kamil olan yeter o nura
Yusuf sabır ile vardı Mısır’a
Bu da gelir bu da geçer ağlama"

SIBE: Civîna damezrandina PKK'ê ya li Fîsê

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA