Apê Mûsa li ser gora xwe hate bibîranîn

Apê Mûsa li Nisêbînê li ser gora xwe hate bîranîn. Tayîp Temel ê HDP’iyê ku di bîranînê de axivî got, “Apê Mûsa di hemû têkoşîna xebat û lêgerînên heqîqetê yên çapemeniya azad de dijî.”

Zana, nivîskar û rojnamevanê Kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) ê di 20’ê Îlona 1992’yan de li Seyrantepeya Amedê hat qetilkirin, li ser gora xwe ya li gundê Sitîlîlê ya Nisêbîna Mêrdînê hate bibîranîn. Komek rojnamevan û parlamenterên HDP’ê Ebrû Gunay, Tayîp Temel û Pero Dundar, Dayikên Aştiyê û gelek welatî beşdarî bîranînê bûn. Kurê Apê Mûsa, Anter Anter mêvanan pêşwazî kir. Di bîranînê de ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn deqîqeyekê rêz hate girtin.

Anter Anter di bîranînê de axivî û diyar kir ku têkoşîna bavê wî daye destpêkirin, dixwaze bidome.

Hevserokê Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firat Serdar Altan jî anî ziman ku tevî 28 sal bi ser qetilkirina Apê Mûsa re derbas bû, hîn jî têkoşîna wî didome û ew ê wek şopînerên Apê Mûsayan pênûsa wan li erdê nehêlin.

Alîkarê Hevserokê Giştî yê Ji Çapemeniya HDP’ê Berpirsiyar û Parlamenterê Wanê Tayîp Temel jî da diyar kirin ku Apê Mûsa li ser xeta Kurdbûnê û azadiyê dimeşiya, Apê Mûsa dîrok û bîra gelê Kurd e, bi qetilkirinê xwestin Kurdan bê bîr bihêlin. Temel got têkoşîna Apê Mûsa da destpêkirin îro li çar hêlên Kurdistanê didome.

Temel diyar kir ku têkoşîna Apê Mûsa didome û got, “Apê Mûsa dîroka Kurdan e.” Temel got, “Apê Mûsa di hemû têkoşînên xebat û lêgerînên heqîqetê yên çapemeniya azad de dijî. Apê Mûsa di têkoşîna heqîqet, rastî û azadiya Kurdan de, li Başur, Bakur, Rojava û Rojhilat dijî.”

Piştî axaftinan qerenfîl danîn ser gora Apê Mûsa.